Endama Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal Xê der barê daxuyaniya Konseya Kongreya 12emîn a PKKê de parvekirin kir.
Parvekirina Foza Yûsif wiha ye: “Bi biryareke dîrokî, têkoşîna bêhempa ya PKKê ketiye pêvajoyeke ji nû ve jidayikbûnê. PKKê bi têkoşîna xwe û nirxên ku afirandî hebûn û nasnameya gelê kurd garantî kiriye. Niha, bi ‘Avakirina Civaka Demokratîk’, kurd dê pêşengiya Ronesansa Rojhilata Navîn bikin. Meşa pîroz a PKKê vediguhere maratonekê.”