14 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ayşe Gokkan:Li Tirkiyê du qatî zanîngehan zilimxane hatine avakirin

Berdevka TJAyê ya berê Ayşe Gokkan, ku li zindanê tê ragirtin di peyama xwe de ragihand ku li zindanê mafên girtiyên jin tên binpêkirin û girtî rastî zextên derûnî tên.

Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) a berê Ayşe Gokkan, ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqerê tê ragirtin derbarê binpêkirinên ku li zindanê tên kirin de bi rêya parêzera xwe peyamek şand. Ayşe Gokkan, di peyama xwe de diyar dike ku li zindanê gardiyan tundiya derûniyê ya herî xerab li wan dikin û ew jî li dijî van pêkhateyan li ber xwe didin. Ayşe Gokkan destnîşan dike ku tê xuyakirin ku tişta li zindanan tê jiyîn bi destê pergala despot tê kirin û ev agahî dan: “Li zindanê mafê girtiyên jin bi her awayî tê binpêkirin. Girtiyên jin ji aliyê Îdareya Girtîgehê ve ji her mafên xwe yên mirovî tenê dûrxistin û di heman demê de gardiyan tundiya herî xerab a derûnî li ser dayîk û zarokên dîlgirtî yên ku bi dayîkên xwe re li zindanê dimînin didin meşandin. Jin di bin çavan de û li zindanê rastî zextên dest dirêjiyê û lêgerînên tazî tên. Bi van pêkhateyan li zilimxaneyan zextên zayendî zêde dibin.” Ayşe Gokkan, diyar dike ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqerê ji aliyê gardiyanên jin ên girtîgehê ve rastî zextên derûnî, zayendperest, nijadperestî û hemû kiryarên qirêj tên.

Ku Jin Kurd û Kurdistanî be

Ayşe Gokkan, di destpêkê de wiha dibêje: “4 dewletên wek Îran, Iraq, Surî, Tirkî û Ewropa li ser Kurdan polîtîkayên zilmê pêş dixin. Ev jî têrê nake, OSO, DAIŞ, MSO jinan direvînin, kurdistanê dagir dikin, zîndanan ji bo Kurdan ferz dikin têrî nake, dest bi tecawûz, îdam û hwd. dikin. Mafên jinan ên ku ji zikmakî de qezenc kirine, li derve sê qatî, li zilimxaneyan jî şeş qatî binpê dibe. Berpirsiyarên zilimxaneyan; dozger, serdozger, leşker û dadgeha înfazê bi zîhniyeta baviksalarî, nijadperest, olperest, mezhebperest, serdestperest, zayendperest, pozîtîvîst; bi heft îtîfaqan êrîşî jinên dilgirtî yên Kurd û Kurdistanî dikin. Wek ku tê zanîn ev hîşmendiya bi heft îtîfaqan pergala tecrîta teqez li Îmraliyê li ser rêberê aştiyê kirin meriyetê û li hemû zilimxaneyan belav kirin.”

‘Pergala aparthaît’

Ayşe Gokkan, balê dikişîne ser pergala heyî û diyar dike ku heta pergala li Îmraliyê tê meşandin ranebe, dê ev pergal li her aliyan bidome û wiha berdewam dike: “Pergala tecrîdê ya Îmralî ji ya rejîma Aparthaît a li başûrê Efrîkayê jî kûrtir û dijwartir e. Di pergala Aparthaît de çawa ku di zîndanan de mafê Efrîkayî û spîyan ne wek hev bû, li vir jî mafên jinên Kurd û Tirk jî ne wek hev in. Sucên Dewleta Tirk çi dibe bila bibe ji wan re dibêjin “bizim şimarik çocuklarımız!(Zarokên me yên şimarik)” Ji ên Kurd re jî dibêjin; “xayîn, terorîst, Turk devletînî parçalayıp, turklerin elinden alacak olanlar!(Terorîst dê dewleta tirk parçe bikin û ji destê wan bigirin)” Kurd bi TMKyê, Tirk bi TCKyê tên darizandin û cezakirin. Ji dîlgirtiyên Jinên Kurd re dibêjin, ‘Sizin yazılarınız uyuşturucudan fuhuştan daha tehlikelidir.(Nivîsên we ji tiryakê bêtir talûke ne)’ Ev jî tê wateya zilimxane bi vê hişmendiyê zayendperestiyê bi pûçkirina xwebûna jinê dilîze, zayendperestî û nijadperestiyê didomîne.”

‘Rastî zextên cînsî tên’

Di berdewama axaftina xwe de Ayşe Gokkan, tîne ziman ku her dem li dijî girtiyan lêgerînên tazî diceribînin û derûniya girtiyên jin xerab dikin û wiha lê zêde dike: “Garîbe Gezer, wisa jiyana xwe ji dest da. Waliyê OHALê yên super li Kurdistanê çawa bê sînor bûn di zilimxaneyan de serdar û şuxulkêr (Gardiyan) bi van erkên bê sînor tevdigerin. Hevalên ji 30 salî zêdetire dîlgirtine nayên berdan, serkarê vir dibêje, ‘bu yetkiyi bana vermişler, bende bırakmıyorum yetkimi kullanıyorum.(Ev erk dane min, ez erka xwe bikar tînim)’ Ango neyartiya li dijî Kurd-Jin-Kurdistanî ye? Di bin çavan de jin rastî zextên destdirêjiyê tên. Lêgerîna tazî li wa) tê kirin. Pêre jî tê di zilimxaneyê de ev derûnî bi kamerayên ku menzela 24 saetan dikişîne heman destdirêjiya zayendî didomînin. Bi van pêkhateyan zextên cînsî jî li zilimxaneyan didomînin. Da ku her tim Jinan di bin vê derûnî yê de bipelçiqînin.”

‘Lêgerînên zayendî tenê kirin’

Ayşe Gokkan, diyar dike ku li girtîgehê dema Jin diçin dadgehê, nexweşxaneyê, serdaniyên bedenê lêgerînên ne di rê de têne kirin û wiha dirêjiyê dide vegotinê: “Di bin navê lêgerînê de Jinên gardiyan destdirêjiya (taciz) zayendî dikin. Çend caran li dadgehê, gilî kiribin ango doz vekiribin jî encam negirtine. Serkarê zilimxaneyê ya jin jî dibêje, ‘ben personelimi kururum.’ Ev jî hîn zêdetir van pêkhateyan zêdetir dike. Çawa ku li der ve dibêjin, ‘berê li jinê bidin-önce kadını vurun’ di zindanê de jî heman armancê dixwazin didomînin. Vîna jinê tune dikin, bê rumet dikin da ku jin hurmetiya xwe nekin. Weşanên ku ne qedexene (Kanalên TV, rojname, radyo, kovar û hwd.) hemû zayendperest, nijadperest, olperestin. Dokumenter bîle zayendperest in. Dokumenter li ser nebatan-ajalan, nêr û mê wekî jin û mêr şîrove dikin. Nêçîriya ajalan jî bi zayendperestî mîlîtarîstî pênase dikin. Fîlmên didin nîşandan jî hemû zayendperest û mîlîtarîst in.”

‘Dîlgirtî nikarin li ser pirtûkên kurdî lêkolînê bikin’

Ayşe Gokkan, tîne ziman ku di pirtûkxaneya girtîgehê de zêdetir pirtûkên zayendperest, olperest, nijadperest, artêşperest, pozîtîvîst hene û wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Ji 8 hezar pirtûkên ji %-99 ên sed sal berê ne bi heman naverokan in. Dîsa jî ji van pirtûkan 1092 li ser ola îslam-sunî-neqşîbendî ye. 700 ji wan Kur’an-î kerîm e. Jinên ne îslamin wekî elewî-êzidî nikarin bi baweriya azad tevbigerin. Serdêriyên ola elewiyan û êzîdiyan nikarin bên bi wan re rûtuelên bawerî parvebikin. Dîlgirtiyên Jin-kurd-Kurdiatanî bi zimanê zikmakî nikarin lêkolînê bikin. Pirtûkên li ser zimanê Îngîlîzî, Elmanî, Fransî, Erebî hene lê yên Kurdî tune ne. Ferhenga Kurdî bîle di pirtûkxaneyê de tune ye, lê yên hemû zimanên biyanî hene. Jinên dîlgirtî ku bixwazin li ser azadiya jinê, ekolojiyê, demokrasiyê lêkolînê bikin çavkanî di pirtûkxaneyê de tune. Ên ku ji der ve daxwaz dikin jî qedexe dikin.”

Nahêlin jin bernameyên civakî bikin

Ayşe Gokkan, di berdewama nirxandinên xwe de wiha dibêje: “Li pîrozbahiyên rojên Jinan û têkoşîna Jinan, stran û çanda Kurdan dozê vedikin, cezayê dîsîplînê li jinan dibirin. Wekî 9ê çile: roja çalakiyên li dijî qetilkirina Jinên siyasî zorê hatî re kişandin a cîhanê 25ê mijdarê, 8ê adarê 300 pûçyerê û hwd. Li ser navên wan rojan turnuva û voleybol çend caran daxwaz tê kirin lê mixabin nakin. Ji bo Jin bi hev re bernameyên civakî nekin da ku civakbûna li dora jinê dibe bi wan bidin jibîrkirin. Jinên cezayê giran ên muebbetê girtî hîn zêdetir ji mafên jinbûnê dûr dixin, bi tenê dihêlin taybetmendiyên zayenda Jinê bê wate dikin. Dîlgirtiyên Jin ên zarok bê vîn û bê bawerî dikin da ku teslîmî pergala nijadperest, zayendperest bibin. Zarok dibin çavan de ditirsînin, bi îşkence yê û tacîzê, tehdît dikin. Dema ku diavêjin zilimxaneyan ew nikarin mafên xwe biparêzin, dibin tehdîtên cinsî de dimînin. Bi taybet Jinên zarok ên ji herêma ser (Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Sûr…hwd.) derlatî di zilimxaneyan de di menzelên zarokan de mane, tiştên ku di bin çavan de jiyane ruxmê ku di raya giştî de belav bûye ji berpirsyarê zilimxaneyê ev buyerên di bin çavan de hatine jiyandin çi bandor li wan kirî ye nekirine xem. Mafên wan ên zarokatiyê jî li wan qedexe kirine. Ev hovîtiya bêsînor ên ku li ser zarokên dîlgirtî tê donandin êdî pir, exlaq û sinc tune bûye.”

Mafên Jinên girtî tê tunekirin û perçiqandin

Ayşe Gokkan, dide zanîn ku Jinên dîlgirtî yên Kurd û bi zarok hîn zêdetir mafên wan tên perçiqandin, tunekirin û wiha dibêje: “Ev êrîş jî di malê de dest pê dike. Polîs çekan dikin serê wan û dayîkên wan binçav dikin. Dema ku diavêjin zilimxaneyan ew neçar dimînin ku di zilimxaneyan de li cem dayîkên xwe bin. Her ku gardiyan di bin nave lêgerandinê de êrîşê menzelan dikin, ev zarok zêdetir bandor dibin. Dema ev zarok bi dayîkên xwe re diçin nexweşxaneyê leşkerên bi çek dibînin di tirsin re xwe li dayîkên xwe dipêçin, heman rojê dubare dijîn. Gardiyan û leşker bi hesasiyet tev nagerin û ruyê xwe yê neyartiyê li ber zarokan jî dubare dikin. Di zindanê de ji bo zarokan derfetên ku ew bi asayî tevbigerin tune. Zarokên dayîkên wan Kurd-Kurdistanî ne li ber çavên wan her hereketê qerdiyan û leşker dikin, wir dikin, bi dengê bilind bang dikin, bi dengê fermandariyê hişyariya didin. Zarok ew qasî jî ji wan bandor dibin newêrin ji dayîkên xwe biqetin û bi kesekî bawer bibin. Hemû zarok wisa ji wan ditirsin.”

Tarza zilimxaneyên 12ê îlonê ye

Ayşe Gokkan, bibîr xist ku kiryarên di zindanê de tenê kirin heman tişt di 12ê îlonê de jî dihatin kirin û wiha lê zêde dike: “Zilimxane bi rêbazên mîlîtarîzmê tên rêvebirin. Bi gotinên zayendî hîtap dikin, ‘kizlar’ an jî bi hîtabên mîlîtarîst, fermandarî xeber didin. Raweste, nemeşe, slavê nede, bimeşe deng neke, zû bimeşe û hwd. Ev tarz di zilimxaneyê 12ê îlonê yên faşîst de jî heman tişt bû. Û Jinên gardiyan wekî leşkeran in. Dema tên hejmarê wekî êrîşên leşkerî botên xwe li derenceyan didin û dimeşin deriyan vedikin. Li derve çi karê zayendî heye heman tişt di zilimxaneyê de jî heye. Heman tişt di karê tekstîl, manti, paqijî, şûştina cilan, çêkirina xwarin û vexwarinê de jî heye. Jinên ku di van karan de (yên ku) 12 saetan dixebitin 2800 TL didin wan; Ên ku paqijî yê dikin ew qas dixebitînin ku edî tiliyên wan dimaşin, dema diçin neqişanê tiliyan bidin (parmak izi) ji maşandinê nîşaneyê tiliyê wan dernakeve. Kole jî wisa nayên xebitandin.”

Gardiyan bi çavê xizmetkaran li wan dinêrin

Ayşe Gokkan, diyar dike ku gardiyan ji wan re dibêjin, ger ku hûn hemû tiştan bikaribin bistînin wê demê hûnê qîmeta çi zanibin û hûnê mexdûriyeta hemû tiştan bijîn û wiha didomîne. “Gardiyan wan wekî xizmetkarê xwe dixebitînin. Li Tirkiyê du qatî zanîngehan zilimxane hatine avakirin. Qehweyên xwe heta derengê şevê ji bo wan didin çêkirin û bi hişmendiya mêr çawa nêzî jinê dibe ew jî vê hişmendiyê didomînin. Ango ji bo xizmeta xwe… Jinên polîtîk ji bo di karê raya giştî de bixebite tê û dibe berxwedan. Çawa ku polîsên mêr êrîşên dijwar li ser Jinên çalakvan pêk dianîn, îro yên jin jî dewsa hişmendiya mafên Jinan biparêzin mafên Jinan bin pê dikin. Jinên polîtîk îro di zindanê de êdî di Netew-Dewletên baviksalarî de Jin bixebite memûr be bi taybet wekî dewleta mêr dibe neyarê jinê. Ango me Jinan Jin teslîmê dewletê kirî ye ku bên li me zilmê bike. Di zilimxaneyê de hurmetî ji bo taybetiyên Jinan tune. Li nexweşxaneyên Jinan hîjyenî lê mezindanîbin weke di lêgerînan de bi taybet cilê binî belav dikin û hwd. Bi qasî hewce dike pot û amûrên hîjyenê nadin. Serdestiya wan mêr di zilimxaneyê de çi qas mexdûr bikin ew qas serkeftî bibin ew jî bi devkî dibêjin, ‘Ku hûn her tiştî bikirin û xwe bigînin wan; wê demê hûn dê qîmetê çi zanibin (Siz her şeyi satın alabilirseniz ya da ulaşırsanız o zaman neyin kıymetini bileceksiniz, her şeyin mağduriyetini yaşayacaksınız.)’ hwd. Weke tê zanîn ku ji xeynî girtina fîzîkî ji aliyê mafên demokratîk ve dîlgirtî xwediyê hemû mafên demokratîk ên kesayetî yê ne. Wekî kesên di civaka demokratîk de.”

‘Şert û mercên zilimxaneyan’

Ayşe Gokkan, balê dikişîne ser girîngiya îşkenceya ku li zindanê tên jiyîn û dibêje: “Ne kesên girtî têr dikarin malbata xwe bibînin û ne jî malbat têr nikarin zarokên xwe bibînin. Ew qas mîlîtarîstin deriyên hesinî sert digirin dixwazin derûniya wan û zarokan xerab bikin. Jinên asteng zêdetir astengiyê dikşînin. Zilimxane li gorî astengan ava nekirine, li her derê derence (merdiven) hene. An jî dê di menzelên bi tenê de bimînin zêdetir astengiyê bikşînin yan jî dê bi derencan astengiyê bikşînin. Di cîhanê de ji bo Jinan zagonên li gorî taybetiya Jinên hene. Lê li Tirkiyê ne taybetiya Jinên zarok, ên dayîk, ên navsalî hene. Ji 13 salî bigire heta 82 salî di şert û mercên zilimxaneyan de rastî êrîşên zayendperest, olperest, nijadperest, artêşperest baviksalarî… tên. Li Tirkiyê du qatî zanîngehan zilimxane hatine avakirin. Tîpên Y û S bîrên kar in, asta hovîtiyê û neyartiyê jî zêdetir in. Jinan mişaxî cihên dûrî zarokên wan dikin. Zarok bi hesreta dayîk û bavên xwe dijîn. Ji rewşa aborî nikarin dayîkên xwe ziyaret bikin. Ev zilmeke bi taybet li ser jin û zarokan tê meşandin. Erê bi taybet ji bo herkesî pirsgirêke lê ji bo Jinan dijwartir e. Heman zilm li ser dayîkên ku zarokên wan girtî jî derbasdar e. Zarok û dayîk ne kêfxweşiyên xwe ne jî xemgîniya xwe di demê de dikarin parvebikin. Rojên taybet ên Jinan jî nikarin li hev pîroz bikin.”

‘Bi 10 salan hesretan dikişînin’

Ayşe Gokkan herî dawî destnîşan dike ku pergala baviksalarî rojên têkoşîna azadiya jinê serdaniya taybet nake û dibêje: “Tenê roja dayîkan dide ew jî ji ber surguniyê ew qas dûr ji hev vediqetîne ku wê jî fîîlî qedexe dike. Gelek malbat jin bixwe û zarokên wê tev girtîne wan jî surgunî zilimxaneyê dûrî hev dikin bi salan (heta 20 salan) nikarin hevûdin ziyaret bikin û şandina kargoya navbera zilimxaneyan qedexe kirine, nikarin diyariyan jî ji hev re bişînin. Dayîkên li zilimxaneyan heman hesretê dikişînin bi taybet jî yên nexweş-extiyar, asteng bi 10 salan hesretan dikişînin. Dema jiyana xwe ji dest didin jî qedexeye ku zarok berpirsyariya definkirinê bi cih bike. Hişmendiya nijadperest, zayendperest li der ve bi çi hincetê êrîşê jinê dike, di hundir de heman êrîşê dike, wekî ku jin ne vîn e. Biryar û soza wê ji bo azadiyê tune, herdem bi talîmat dixebite her çalakiyên dîlgirtiyan bi hinceta talîmatê dibin. Zayendperestî di tenduristiyê de teqez kirine, ji bo nexweşiya pençeşêrê re rehîm asê nakin testê jî ger ku nezewiciye nakin. Yanî tenê yên ku zewicîne têkiliya cînsî bi mehra fermî re kirine, test dikin. Di zindanê zayendperestî û neyartiya jinê dubare tê afirandin.”