Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, derbarê biryara Kongreya 12emîn a PKKê, li ser hesabê xwe yê fermî yê X’ê peyamek parve kir.
Di peyama Mezlûm Ebdî de wiha hate gotin: “Biryarên PKK ên ji bo hilweşandina sazûmana rêxistinî, bidawîkirina têkoşîna çekdarî û destpêkirina pêvajoya siyaseta demokratîk, îfadeya rêzgirtina li bang û daxwaza Rêber Ocalan’e.
PKK di têkoşîna xwe ya ku demeke dirêje berdewam dike de, roleke dîrokî û diyarker li Rojhilata Navîn girtiye ser xwe. Em bawer dikin ku ev gava nû dê deriyên pêvajoyeke siyasî û aştiyane li herêmê veke.
Hêviya me ew e ku ligel vê pêşketinê, hemû aliyên têkildar gavên pêwîst bavêjin û hemû dost jî piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.”