Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 5-7ê gulanê de kongreya xwe ya 12emîn pêk anî. Di encama konferansê de hat destnîşankirin ku wan li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryar girtiye ku hemû xebatên xwe yên di bin navê PKKê de dimeşînin bi dawî kiriye.
Em der barê biryarên ku hatine girtin, bandora biryaran a li ser siberojê û guherîne xeta têkoşînê bi hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal re axivîn.
Wek tê zanîn PKKê bi kongreya xwe ya 12emîn biryar girt ku wan hemû xebatên xwe bi dawî kirine. Biryara ku hatiye girtin divê di kîjan çerçoveyê de were nirxandin?
PKK ji serî heta dawiyê hemû xebatên xwe bi pêşengiya Rêber Apo pêk aniye. Em dikarin bibêjin ku PKK berhema Rêber Apo ye. Yanî ji kongreya yekemîn heta ya 12emîn a fesihkirinê li ser daxwazên Rêber Apo pêk hatiye. PKKê bi daxwaza Rêber Apo xebatên xwe yên li ser navê PKKê bi dawî kiriye. Lê belê kar û xebat nasekinin. Rêber Apo di pêvajoya nû de xebata li ser bingeha siyaseta demokratîk û civaka demokratîk esas digire. Di kongreya PKKê de jî ‘Sosyalîzma Civaka Demokratîk’ derket pêş û bêguman dê tekoşîn li ser vî esasê berdewam bike. Çawa ku fesihkirin li ser banga Rêber Apo pêk hat dê xebatên pêvajoya nû jî li ser esasên ku wî diyar kiriye pêş bikevin. Jixwe piştî encamên kongre 12emîn dê Rêber Apo perspektîfên xwe parve bike.
Di encamnameya ku hatiye parve kirin de tê gotin ku ‘PKKê erka xwe pêk aniye’. Dibe ku ji aliyê herkesê ve bê zanîn lê ji bo fêmkirina pêvajoyê dîsa pirs bikim. Armanca avakirina PKKê çi bû û di encama kîjan serkeftin ango destkeftinê de encama ku erka xwe pêk aniye hat girtin?
PKK di pêvajoyeke ku li ser gelê kurd polîtîkayên înkar û îmhayê dihatin meşandin hat avakirin. PKK li ser esasê Kurdistana azad, şiyarkirina gel, dijderketina polîtîkayên dagirkeriyê dest bi têkoşîna çekdariyê kir.
Ji avakirina komara Tirkiyeyê ango ji Peymana Lozanê heta avakirina PKKê gelê kurd di bin zilmekî mezin de bû û hêviya xwe wenda kiribû. Ji ber vê yekê PKKê di avakirina xwe de xwest hêvî bide gel. Xwest ku gel ji xwe bawer be û zanibe ku dikare li dijî vê dewletê şer bike. Heza fedaî û ruhê Apogerî yê gerîla xwe ispat kir û gel jî ji wan bawer kir. Gelê kurd xwe li çar aliyê Kurdistanê bi rêxistin kir. Dewleta Tirk tevî alîkariya ku ji dewletan digire bû piştgiriya ku ji NATOyê digire jî nikaribû PKKê têk bibe. Bi taybet di nav 10 salên dawî de Dewleta Tirk bi rêbaza xurtkirina teknîkî dixwest encam bigire. Lê gerîlayên PKKê vê hewldana wan vala derxistin. Dewlet di israra şer de pêş neket û ji ber vê israra xwe krîza civakî û aborî jî jiya.
Yek ji destkeftina PKKê ew e ku êdî xwe ispat kir ku dewlet nikare bi şer wan wek serhildanên berê ku têk biriye, têk bibe. PKKê ispat kir ku Dewleta Tirk di şer de israr bike dê wek niha krîzên kurtir bijî.
Berxwedana PKKê rêya lêgerîneke nû vekir. Ev lêgerîna ku niha Rêber Apo li ser vî esasê pêş dixe bingeha berxwedana PKKê ye. Heke PKK di vê berxwedanê de bi ser neketa dê dewlet di şerê xwe de bi ser biketa û vê pêvajoyê bi Rêber Apo re nedimeşand. Ji ber vê yekê em dibên PKK bi ser ketiye.
Lê belê ji ber ku şert û mercên salên 70ê yên sosyalîzma real bûn PKK jî li ser vî esasê hat avakirin. Niha Rêber Apo wê pêvajoyê derbas kir. Bi paradîgmaya azadiyê û Modernîteya Demokratîk perspektîfek nû û stratejiyek nû ji bo gelê Kurdistanê û hemû gelên herêmê pêş xist. Lê ji ber ku dewletan PKKê xistiye nav lîsteya terorê ev perspektîf nikare jiyanî bibe. Rêber Apo bi vê zanebûnê xwest PKK xwe fesih bike. Jixwe PKKê jî xwe di vê çerçoveyê de fesih kir. PKKê got me rola xwe pêk anî û ji bo pêvajoyeke nû rê vekir.
Di encamnameyê de li ser têgehên ‘Neteweya Demokratîk’ û ‘Welatê Hevpar’ hatiye sekinandin. Bi van têgehan PKK dixwaze ku Tirkiye vegere pêvajoya pêşiya Lozanê û Makezagona 1924an an na? Ango di vê pêvajoyê de makezagonek nû ku hemû aliyan di nav xwe de dihewîne tê pêşniyarkirin?
Makezagona 1924an encama Peymana Lozanê ye û li ser red û înkarê hatiye avakirin. Rêber Apo dixwaze têkiliyê gelê kurd û tirk bîne asta ku berê çawa bi hev re têkoşiyabin niha jî wisa têbikoşin û civakek demokratîk ava bikin. Modernîteya Kapîtalîst bi avakirina Netew Dewletan Civaka Demokratîk sed sal berê ji holê rakir. Rêber Apo dixwaze wî ruhê zindî bike. Elbet vê ruhê ne li ser netewe dewletê li ser esasê civaka demokratîk pêş bixe. Rêber Apo dixwaze di destpêkê de di nav gelê kurd de, di nav gelan de çareseriyek demokratîk ava bike. Li ser vê yekê gelên Tirkiyeyê û gelê kurd dikarin li ser hişmendiya civaka demokratîk li welatê hevpar bijîn.
Bêguman di vê çerçoveyê de pêwistî bi hişmendiyeke nû bi makezagoneke nû pêwist e. Ji bo vê jî têkoşînek hevpar hewce dike û ji aliyê siyasî û kanûnî ve pergal bê avakirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di banga xwe ya 27ê sibatê de bal kişandibû ser giringiya meclisa Tirkiyeyê, niha PKKê di encamnameya xwe de jî vê xalê bi bîr xist. Li gor encamên heyî dê partiyên siyasî yên Tirkiyeyê karibin ji bo vê pêvajoyê bibin bersiv?
Partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de bi berpirsiyariyekî dîrokî re rû bi rû ne. Ji bo ku guhertina pergala îro ya heyî ya ku hebûna gelê kurd înkar dike û bûye sebebê şer û pevçûnan biguhere û zemîna têkoşîna demokratîk pêş bikeve partiyên siyasî divê bikevin nav hewldanan. Lê partiyên siyasî û parlementoya Tirkiyeyê di vî warê de çiqas amade ne? Dibe ku ji sedî sed wekî ku tê xwestin nebe jî lê ji bo destpêka pêvajoyeke nû dikarin gav bavêjin. Ew îrade em di desthilatê de hem jî di muhalefetê de heye. Gava yekemîn sererastkirina şert û mercên Rêber Apo û nêzikatiya li hemberî wî ye. Ji ber vê divê parlemento di despêkê de ji bo sererastkirina derfetên xebata Rêber Apo, jiyana wî ya li Îmraliyê sererast bike.
PKK di pêvajoya avakirina xwe de di bin bandora sosyalîzma pêkhatî de bû lê îro di encama têkoşîna ku hatiye dayîn de ‘Sosyalîzma Civaka Demokratîk’ û ‘Modernîteya Demokratîk’ pêş xistiye. Di pêşerojê de ji bo pêkanîna van xalan dê xebatên çawa werin meşandin û di vê têkoşînê de erka gel çi ye?
Pêvajoya Kongreya 12emîn wek ku me got li ser banga Rêber Apo pêk hat. Têkoşîna dema nû û şert û mercên wî dê bi çi rengî bibe? Dê di çerçoveya banga Rêber Apo de bibe. Yanî ji aliyê rêxistinî, îdeolojîk û felsefî de Rêber Apo perspektîfeke nû da ye. Dîsa ji bo çerçoveya siyasî jî perspektîfek hatiye dayîn. Lê ji bo pêvajoya nû dê xebatên Rêber Apo berdewam bikin.
Lê di vê pêvajoya nû de xala herî girîng rola gel e. PKK bi têkoşîna çekdarî roleke stratejîk a grîng dilîst. Êdî dema nû çerçoveya xebatên demokratîk, siyasî û civakî di avakirina esasê Sosyalîzma Civaka Demokratîk de bê meşandin. Di vê pêvajoyê de divê hemû civak rola sereke bilîzin.
Hemû gel, partî û dezgehên siyasî û civakî di çerçoveya pêkanîna felsefeya Rêber Apo de divê rol bilîzin. Ji bo vê jî divê xwe perwede bikin, bi rêxistin bikin û civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan esas digire ava bikin. Di vê çerçoveyê de jî mîladek nû destpêdike. Pêwiste ku her kes vê rastiyê bibîne û erka xwe ya di vê pêvajoyê de bibîne. Divê herkes ji xwe pirsa ez dikarin çi bikim pirs bike.
Biryara ku hatiye girtin dê bandoreke çawa li ser çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn bike?
Ev şerê ku berdewam dike elbet bondora xwe li ser hemû Rojhilata Navîm dike. Ev şer li ser bingeha desthilatdarî, dewlet, siyaseta netewdewlet û olan pêş ket. Li dijî vê jî çareserî çareseriya ku Rêber Apo pêşxistiye ye. Çareseriya ku Rêber Apo pêşniyar dike ne tenê ji bo parçeyek ji bo hemû Rojhilata Navîn hêviya çareseriyê ye. Şer û pevçûn xizmeta gelan nake. Şer xizmeta fînansa kapîtalîzmê û şer dike. Şer ji bo gelan têkçûn e. Çareserî rêbaza Rêber Apo ye.
Di encamnameyê de tê gotin ku ‘Pêkanîna biryarên ku mijara gotinê ne, pêwîst dike ku Rêber APO pêvajoyê bi rê ve bibe û araste bike’. Di pêvajoyeke ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de ye de dê ev çawa pêk were ango ji bo pêkanîna vê gavên şênber ên ku Dewleta Tirk avêtiye hene an na?
Nêzîkatiya dewletê ji bo rewşa Rêber Apo, ji bo me pîvana dema nû ye. Yanî bi rastî jî dewlet ew siyaseta sed sale înkar û îmha bi vî awayî meşandiye, bi israr heta roja me ya îro aniye. Dewlet di vir de, di guhertinê de cidî ye, yan nîne, tabî pîvan ew e ku em dibêjin nêzîkatiya dewletê ji bo Rêber Apo ye. Ew jî bi Azadiya Rêber Apo û bi şert û mercên azad de bikaribe bixebite, yanî di vê çarçoveyê de pêwîste gava yekemîn jî ew e. Tiştekî gelekî hêsan e. Lewre Dadgeha Mafê Mirovan biryar daye ‘Mafê Hêviyê’, konseya Ewropayê biryar daye ku Tirkiye pêk bîne. Tirkiye ji bo pêk neyîne di qanûnên xwe de guhertinê çêkiriye, tiştekî li dijî demokrasiyê û mafê mirovan e. Eger bixwaze yanî gava yekemîn di vî warî de gelekî hêsan e. Parlamento jî ji vî re vekiriye, dikare ji ber vê yekê ji bo ev pêvajo bi rastî ji bo herkesî hêvî û bawerî çêbibe. Di vî warî de divê li ser siyaseta dewletê guhertin çêbibe. Ew e ku nêzîkatiya dewletê ji bo Rêber Apo ye, pêwîste di pêvajoya sitratejîk de Rêber Apo di şert û mercên azad de bikaribe bixebite û bijî. Ev gelekî girîng e. Di heman demê de hem ji bo gelê me hem jî ji bo gelê Tirkiye yê ku aştî û demokrasî dixwazin û hem jî ji bo siyaseta giştî ya navneteweyî xaleke esasî ye.
Lê belê li vê derê xaleke esasî heye pêwîste em viya jî bînin ziman. Yanî pêwîste dewlet jî vana pêk bîne û gav biavêje. Lê belê gelê kurd gelê tirk û gelên demokrasî xwaz pêwîste li benda dewletê nesekinin kar bikin, bixebitin xwe ferz bikin. Li ser zîhniyeta dewletê, li ser zîhniyeta partiyên siyasî guhertin çêbibe, parlemento bixebite û bersiva vê dema dîrokî bide. Pêwîste yên ku ligel banga Rêber Apo ne, yanî aşîtî civakek demokratîk dixwazin, li Tirkiyê guhertinê dixwazin. Pêwîste herkes bi tempoyeke mezin, bi rastî jî bixebite xwe rêxistin bike, zexteke mezin li ser raya giştî çêbike û ji bo dewlet û parlemento gav biavêje. Jixwe ji bo guhertina zîhniyeta dewletê pêwîste ewil zîhniyeta civakê bê guhertin, bandor li ser raya giştî çêbibe û ev raya giştî zext bike hem li ser dewletê hem jî li ser parlamento yê pêşketin çêbibe.
Li gor gavên ku Rêber Apo avêtiye û li ser banga wî PKK kom bûye û kongreya xwe pêk aniye dewletê gaveke cidî neavêtiye. Hin xalên ku pêk anîne divê mirov mezin neke. Mezinkirina wan ne rast e. Dema mirov li herdû aliyan mêze bike dibîne ku ji aliyê dewletê ve qasî ku tê xwestin bersiv nehatine dayîn. Pêwiste gel û raya giştî bi xebatên xwe dewletê mecbûrê bersivê bike.