Di xwezaya xwe de her mirov, qewm û civak ji hev cuda ne. Her civak bi taybetmenidiyên xew yên xweser balê dikişîne ser xwe. Di civaka kurd de ji ber hîma civakê xwe dispêre civaka xwezayî û pêkhateya wê ya zîhniyetê jî xwe dispêre çanda xwedavendiyê li gorî civakên din tê dîtin ku roleke diyarker dilîze. Her çiqasî Kurdistan parçe kiribin jî û di bin siya navendên desthilatên cihê de dijîn jî lê jina kurd ku welatparêzî û berxwedanî di rastiya wê ya cewherî de heye, vê rastiya xwe her timî diparêze. Dema em berê xwe didin dîroka têkoşîna Kurdistanê û yek ji aliyê wê başûrê Kurdistanê êş û azar, komkujî, şerên bêdawî tu car lê bi dawî nebûye ye. Dîrokeke her tim berxwedêrî derketiye pêşiya me. Bi hezaran leheng hene ku ji vê berxwedanê re pêşengî kirine. Bi taybetî jî jinên kurd.
Yek ji wan jinan jî a bi kesayeteke asê û berxwedêr tê naskirin, li ser zar û zimanan Leyla Qasime ku mora xwe li tekoşîna netewa kurd dide. Lê her zarokeke kurd bi gotina çîrokên berxwedaniya Leyla Qasim a tifkirina rûyê kujêrê xwe, radestiyê qebûl nekiriye, di encama îşkenceya ku li ser hatiye kirin de di lingê wê de ew birîna vebûye li rûxmê kêra bi xwê di deynin ser birîna wê jî, yek gotin ji devê wê dernakeve, mezin dibin. Leyla Qasima ku bi awayeke çalak di tekoşîna li dijî mêtîngehkariya ereb de cîh digre, bi vê helwesta xwe ya bi rûmet û wêrek ve dibe qehremana pêşeng a berxwedaniya jina kurd. Ji helbest, roman, çîrok û destanên qehremaniyê re dibe leheng.
Biryara xwe dide
Em hinekî jiyana wê vebêjin û careke din bi bîr bînin û bi bîr bixin; Leyla Qasim, di sala 1952yan de li Kerkûkê tê dinê. Li piştî dibistana seretayî û navîn dixwîne li gel malbata xwe koçî Bexdayê dike. Leyla Qasima ku dibistana amadeyî li Bexdayê temam kir di temenê xwe yê 20 saliyê de naskirina xwe ji Yekîtiya Xwendevanên Kurdistanê (YXK) re çêdibe û piştgiriyê dide vê rêxistingeriyê. Leyla Qasim, di vê demê de biryara tevlibûna xwe ji pêşmergeyan re dide. Dema Leyla Qasim tev li pêşmergeyên PDKê dibe, gelê kurd bi taybet di başûrê Kurdistanê de di pêvajoyeke pir nazîk re derbas dibûn. Di bahara 1974an de rejîma Beas li dijî kurdan şer dide destpêkirin. Malbatên kurd ji Bexdayê derdixe. Rejîma Iraqê bajarê Qeledizê bombebaran dike. Di encama bombebaranê de sê xwendevan jiyana xwe ji dest didin. Leyla Qasim van kiryaran û vê pêvajoya ku gelê kurd tê re derbas dibe baş dibîne.
Xwedî vîneke ji pola bû
Di rewşeke wiha de hewildanên çalakiyên dengvedanê dest pê dike. Li gorî agahiyên ne tam fermî di vê demê de Leyla Qasim, ji bo dengê gelê kurd bigihînin dinyayê wezîfeya revandina balafirekî ji Leyla Qasim re tê dayîn. Lê ev çalakî bi serkeftî nabe. Leyla Qasim bi 4 hevalên xwe ve di 24ê nîsana 1974an de tên girtin. Mirovên bi kedê mezin dibin, mirovên bihêzin. Mirovên ji xwe bawerin. Her şaneyekî bedena xwe bi kedê dixemilînin. Ji lewra xwedî îrade ne. Tu zehmetî nikare wana têk bibe û li ser keda xwe mezin dibin. Bêyî pêwîstî bi kesên din bibînin dikarin her cure xebatê bikin. Jixwe baweriyeke cewherî ya bê dawî dikesayeta xwe de hildigrin. Leyla Qasim jî keça malbateke karker û welatperwer e. Malbateke bi keda xwe debara xwe û zarokên xwe dike ye. Him malbateke girîngiyê dide ser perwerdehiya zarokan him jî li gel perwerdê xebatên debara malê di nava komelkariyekî de didin meşandin. Çar xwîşk û birayên Leylayê hene. Tevî Leyla ev pênc xwişk bira ji bilî xwendinê kar jî dikin. Ji ber malbateke xîzan e lewra pêwîstî heye di nava komelkariyekê de tevbigerin. Jina berxwedêr di malbateke wiha giranbuha de bejn dide. Ji lewra esîl e, serhildêr e, berxwedêr e û xwedî vîneke ji pola ye.
Ji bo jinan dibe mînak
Sekna Leyla Qasim a li dijî zayendperestiyê mirov di paratîka wê de bi zelalî dibîne. Leyla zarokeke bi aqil û têgihiştîbû. Ji lewra Leyla hîn di temenekî pir biçûk de wê cihewaziya di navbera keç û xortan de dibîne û li dijî vêya di jiyana xwe de dibe xwedî helwest. Ango hîn di zarokatiya xwe de jî tu caran bendên cinsiyetperestiya civakî napejirîne. Vêya ne tenê di gotinê de di pratîka xwede jî dide nîşan. Di wê baweriyê de ye ku keç û xort wek hev in, her du jî mirovin, hêza di mêr de di jin de jî heye û li dijî vê zêhniyetê heta dawiya jiyana xwe jî têdikoşe. Ma tevlibûna Leyla ji pêşmergeyan re jî ne dihate wateya redkirina zîhniyeta mêr? Belê ev sekna wê ji bo gelek jinan dibe mînak.
Ji bo têkoşîna azadiyê bû mînak
Têkoşîn û berxwedana gelê kurd her tim di dîrokê de deng vedaye. Her tim bûye kul di dilê dijminê gelê kurd de. Her lehengekî/e kurd bi vîna xwe ya ji pola û sekna xwe ya li dijî dijmin navê xwe li rûpelên dîrokê nivîsîye. Leyla Qasim di îşkenceya ku ji aliyê rejîma Baasê ve lê tê kirin de wiha dibêje; “Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min bi hezaran kurd dê ji xewa giran şiyar bibin, ez pir kêfxweşim ku bi serfirazî di rêya azadiya Kurdistanê de canê xwe feda dikim.” Belê di 12ê gulana 1974an de rejîma Baas, Leyla Qasim û çar hevalên wê darve kir lê ev sekna bi rûmet a Leyla Qasimê di dîrokê de bû mînak. Bi hezaran jinên kurd di têkoşîna azadiyê de ji xwe re Leyla Qasim mînak girtin. Bi hezaran jinan da ser şopa wê û navên xwe li kêleka navê Leyla Qasimê nivîsîn.
Îro jin pêşengiyê dikin
Belê, lê vv berxwedanî, welatperwerî û wêrekî ne ya yekem bû di dîroka jina kurd de ne jî dawî bû. Daxwaza Leyla Qasim îro di çiyayên Kurdistanê de û di her qadeke jiyanê de jina kurd pêktîne û dibêjin; bila tucar çavê te li paş nemîne Xwedavenda Axa zêrîn. Li çar aliyê welêt îro jinên kurd jiyanê ava dikin. Li Rojava şoreşê pêk tîne, li bakur, başûr û rojhilatê Kurdistanê ji pêşengiya jiyana azad dike.
Remza welatperwerî û berxwedanê
Jinên kurd bi têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê her tim bûye remz. Di hemû raperîn, tekoşîn û serhildêriyên gelê kurd de jina kurd tim roleke birûmet û biwêrek lîstiye û wê bilîze jî. Di dîroka tekoşîna gelê kurd de jin bûye remza welatperweriyê. Leyla Qasim jî yek ji wan jinan e ku îro bûye remza welatperwerî û berxwedanê.