Zihniyeta serdest a tirk ku li ser înkara cudahiyên çandî, neteweyî û bawerî; redkirina rastiyê û teşwîqkirina tundiyê hatiye avakirin, yek ji astengiyên herî sereke ya li pêşiya demokrasî û aştiyê li Tirkiyeyê ye. Ev zihniyet, bi polîtîkayên asîmîlasyonê, propagandaya nijadperest û zimanê şerxwaz, civakê ber bi nakokî û cudakariyê ve dibe. Bi taybetî, zimanê tund ê di medyaya Tirkiyeyê de li dijî Tevgera Azadiya Gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan, ne tenê rê li ber çareseriyên aştiyane digire, her wiha di nav civakê de cudakariyê kûr dike. Li hemberî vê rewşê, banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk ku xwe dispêre paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk wekî alternatîfeke xurt derdikeve pêş.
Zihniyeta serdest a tirk, ji damezrandina Komara Tirkiyeyê (1923) ve, li ser fikra “yek netewe, yek ziman, yek ol” hatiye avakirin. Vê zihniyetê, bi armanca yekrengkirina civakê, nasnameya kurdî, çandên din ên wekî ermenî, suryanî û hwd, baweriyên cuda yên wekî elewîtî û êzidîtî înkar kiriye.
Piştî 1923yan, Dewleta Tirk polîtîkayên sîstematîk ên asîmîlasyonê li dijî kurdan meşand. Zimanê kurdî hate qedexekirin, navên gund û bajaran hatin guhertin û bi hezaran kurd ji warên xwe hatin koçberkirin. Di serhildana Dêrsimê (1937-1938) de, bi hezaran kurd hatin kuştin û di salên 1990î de, zêdetirî 3 hezar gundên kurdan hatin şewitandin. Ev kiryar, hewldaneke tunekirina nasnameya çandî û neteweyî ya kurdan bû.
Hebûna kurdan bi awayekî fermî hate redkirin û gotinên wekî “kurd tune ne, ew tenê tirkên çiyayî ne” di nav civakê de hatin belavkirin, ku xwestin bi vê jî bingeha zihniyeta înkarker xurt bikin.
Di perwerdehiyê de, dîrokeke yekalî hat nivîsandin ku çanda tirk wekî serdest û cudahiyên çandî jî wekî xeterî nîşan didin. Vê propagandayê, hişmendiyeke kolektîf a ku cudahiyan qebûl nake, di nav civakê de belav kiriye. Saziyên dewletê, bi rêya dibistan, leşkerî û burokrasiyê, ev zihniyeta di nav nifşên nû de xurt kirine û ev yek bûye sedema kûrbûna kurdofobiyê.
Zihniyeta serdest, ne tenê li dijî kurdan, li dijî elewî, êzidî, xiristiyan û komên din ên olî jî helwesteke înkarker girtiye. Mînak, elewî di saziyên fermî de nehatine naskirin, êzidî û ermenî jî di dîrokê de rastî komkujiyan hatine.
Zimanê kurdî, ku bingeha nasnameya kurdan e, bi salan hate qedexekirin û heta îro jî di gelek qadan de bi awayekî tam nayê qebûlkirin ku ev jî bi serê xwe nîşana redkirina cudahiyên çandî ye.
Ragihandina Tirkiyeyê, bi taybetî medyaya ku di bin kontrola dewletê an hêzên nijadperest de ye, zimanekî tund û provokatîf li dijî Tevgera Azadiya Gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan bikar tîne. Ev ziman, ne tenê rê li ber çareseriyên aştiyane digire, her wiha di nav civakê de cudakariyê kûr dike û taxrîbatên civakî diafirîne.
Tevgera Azadiya Gelê Kurd a ku ji bo mafên neteweyî û demokratîk ên kurdan têdikoşe, di medyaya Tirkiyeyê de bi awayekî sîstematîk wekî “terorîst” tê nîşandan. Gotinên wekî “terorîstên PKKyî” rojane di nûçe, gotar û bernameyên televîzyonê de têne dubarekirin. Ev ziman, têkoşîna rewa ya kurdan ya ji bo mafên xwe, wekî sûc nîşan dide û civakê li dijî kurdan hêrs dike. Mînak, hin rojnameyên wekî Hurriyet, Sabah, Sozcu û Yeni Şafak bi sernivîsên provokatîf hewldidin ku Tevgera Azadiya Gelê Kurd kriminalîze bikin.
Ev zimanê tund ê medyayê, baweriya di navbera kurdan û dewletê de lawaz dike. Tevgera Azadiya Gelê Kurd bi awayekî yekalî wekî “dijmin” tê nîşandan. Ev nêzikatî li ber diyalog û danûstandinên aştiyane dibin astengiya herî mezin. Mînak, di dema pêvajoya aştiyê ya 2013-2015an de, êrişên medyayê yên li ser gelê kurd û Tevgera Azadiyê bûn sedem ku di civaka Tirkiyeyê de gelek kes li dijî pêvajoyê derkevin.
Ev zimanê “Provokasyona Tundiyê,” bi afirandina hestên neyînî li dijî kurdan, civakê ber bi tundiyê ve dibe. Mînak, piştî nûçeyên provokatîf, êrişên nijadperest ên li dijî kurdan li bajarên Tirkiyeyê zêde bûn, ku vê yekê rê li ber polarîzasyona civakî vekir.
Zimanê tund, rê li ber nîqaşên objektîf ên li ser pirsgirêka kurd jî digire. Her kesê li ser têkoşîna kurd biaxive di ragihandinê de weke alîgirê “terorê” hat pênasekirin û ev kes bûn hedefa nijadperestên tirk. Vê yekê hişt ku pirsgirêka kurd û rêyên çareseriyên siyasî û demokratîk nayên nîqaşkirin. Ve nêzîkatiyê pirsgirêka heyî kûrtir kir.
Cudakariya di nav civakê de zimanê tund ê medya, di nav civakê de hestên dij-kurdî belav kir. Ev yek, bû sedema êrişên nijadperest ên li dijî kurdan, wekî lînçkirina karkerên kurd li bajarên rojavayê Tirkiyeyê an êrîşên li ser komeleyên çandî yên kurdan mînakê vê yê herî berbiçav in. Ev cudakarî, yekitiya civakî lawaz kir û nakokiyên navxweyî kûrtir kir.
Di ragihandin û mejiyê serdest ê Tirkiyeyê de dema kurd wekî “dijmin” têne nîşandan, empatiya di navbera gelên Tirkiyeyê de kêm dibe. Ev yek, rê li ber têgihiştina hevdu digire û civakê ber bi parçebûnê ve dibe.
Zimanê tund, bi taybetî li ser nifşên ciwan ên kurd, bandoreke psîkolojîk a neyînî diafirîne. Ciwanên kurd, ku di medya û jiyana rojane de rastî cudakariyê tên, dikarin hestên bêhêvîbûnê an hêrsê hîs bikin, ku ev yek dibe sedema dûrketina wan a ji civakê.
Kesên şerxwaz, ku di nav siyaset, medya û saziyên dewletê de cih digirin, bi zimanê xwe yê tund û kiryarên xwe yên provokatîf, zihniyeta serdest xurt dikin.
Hin kesên di beşên cuda ên desthilatê û dewletê de bi axaftinên xwe yên li dijî kurdan, pirsa kurdî wekî “xeteriya terorê” nîşan didin. Ev kes, bi zimanê xwe yê şerxwaz, rê li ber diyaloga aştiya civakî digirin.
Di nava van kesan de hin nivîskar û rojnamevan jî hene ku bi gotarên xwe yên li dijî tevgera kurdî, hestên neyînî di nav civakê de belav dikin. Mînak, gotarên ku kurdan wekî “xayîn” an “dijmin” nîşan didin, dibin sedema pêşxistina nijadperestiyê. Ev yek rê li ber cudahiya civakî jî vedike.
Rûreşkirina van kesan, ji bo avakirina civakeke demokratîk û aştiyane pêwîstiyeke mezin e. Divê zimanê wan ê tund û kiryarên wan ên provokatîf bi awayekî hiqûqî û civakî bên rexnekirin, da ku civak ber bi diyalog û yekitiyê ve biçe.
Di emcam de em dikarin bêjin ku zihniyeta serdest a tirk, bi înkara cudahiyan û redkirina rastiyê, rê li ber demokrasî û aştiyê li Tirkiyeyê digre. Zimanê tund ê ragihandinê, ku Tevgera Azadiya Gelê Kurd û Rêber Apo hedef digire, ne tenê diyalogên aştiyê asteng dike, her wiha di nav civakê de cudakariyê kûr dike û taxrîbatên cidî dide avakirin. Kesên şerxwaz, bi zimanê xwe yê provokatîf, vê zihniyetê xurt dikin.
Li dijî vî zimanê şer û tundiyê, banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk alternatîfa herî xurt e. Ev bang ne tenê ji bo aştiya civakî, ji bo Rojhilata Navîn jî rêyeke nû nîşan dide. Ji bo vê yekê, divê zimanê ku civakê berbi tundiyê ve dibe bê rûreşkirin, her kesê ku alîgirê aştiyê ye jî piştgiriyê bide banga Rêber Apo.