Bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Rihayê “Komxebata Zimanê Kurdî” hat lidaristin. Li Stenbolê jî bi bi sernavê “Statuya Kurdî û perwerdehiya bi Kurdî” hatin lidarxistin.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û Komeleya Ziman û Çanda Kurdî li Eywana Konferansê ya Tahir Elçî ya Baroya Rihayê komxebat li dar xistin. Li gel pêkhateyên platformê, her wiha Hevşaredara Wêranşarê Bedriye Yorgun, nûnerên partiyên siyasî û gelek kes tev li bûn. Wêneyên wêjevan û rewşenbîran û pankartên “15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be”, “Bi Kurdkî qisey bi kêrê, bi Kurdkî biwane, bi Kurdkî binûse û bi Kurdkî biciwîyê” û “Ziman hebûn e, xweza ye, dîrok e, xwebûn e” li eywanê hatin daliqandin.
Endamê Şaxa Egîtîm Senê ya Rihayê Haşim Yetîm moderatoriya komxebatê kir. Di rûniştina ewil a komxebatê de Zimanzan Samî Tan axivî û rewşa zimanê Kurdî ya li gorî daneyên anketan vegot. Endamê Lijneya Rêveber a Weqfa Mezopotamyayê Bahoz Baran jî di çarçoveya romana Husên Kemal a “Term”ê de Kurdî û têkiliya wê ya bi wêjeyê re vegot. Di rûniştinê de herî dawî jî nivîskar Haydar Diljen axivî û têkiliya di navbera ziman, civak û perwerdeyê de nirxand.
Rûniştina duyemîn a komxebatê bi sernavê “Girîngiya zimanê dayikê ya di xizmetên cemaweriyê de” hat lidarxistin. Psîkolog Salih Tekînalp moderatoriya rûniştinê kir. Psîkolog Azad Gonderîcî di rûniştinê de têkildarî bandora bikaranîna ziman a li ser psîkolojiya mirovan kir. Parêzer Serhat Hezer jî rewşa Kurdî ya ji hêla hiqûqî ve şîrove kir.
Parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel moderatoriya rûniştina sêyemîn kir û beşdaran bal kişandin ser rêveberiyên herêmî û bikaranîna Kurdî. Zimanzan Zana Farqînî di vê rûniştinê de axivî û bal kişand ser xebatên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yên pirzimanî. Farqînî, diyar kir ku Komara Tirkiyeyê li ser bingeha înkar û tunehesibandinê hatiye avakirin û got ku ev polîtîkaye hêj berdewam in. Zana Farqînî, bi bîr xist ku qeyûman weke karê ewil êrişî tabelayên bi Kurdî kirine û got: “Piştî şaredarî ketî destê DEM Partiyê, di qada zimanê Kurdî de xebat meşand. Li her dera Amedê ji bo Kurdî xebat tên meşandin.”
Wekîla HDP’ê ya berê Ayşe Surucu jî têkildarî rêveberiyên herêmî yên Rihayê û rewşa zimanê Kurdî agahî parve kir. Ayşe Surucu, diyar kir ku bi tevgera azadiyê ya Kurd re Kurdiya ku li ber tunebûnê bû dîsa zindî bûye. Ayşe Surucu, bi bîr xist ku qeyûman weke karê ewil saziyên Kurdî hedef girtine û got ku tevî hemû zext û astengiyan jî Kurd xwedî li Kurdî derketine.
Di rûniştina dawî ya komxebatê de jî foruma pirs-bersivan hate lidarxistin. Beşdaran bang kirin ku li her derê bi Kurdî were axaftin. Komxebat, piştî pêşkeşkirina plaketan bi dawî bû.
Li ser polîtîkayên pişaftinê axivîn
Rêxistina DEM Partiyê ya Sancaktepe ya Stenbolê jî li avahiya xwe çalakî li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” hate daliqandin. Hunermendê Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) Cîhat Atabey û endamê Komeleya Lêkolînên Kurd Ekran Ozdaş tev li bûn. Çalakî, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Ozdaş têkildarî polîtîkayên pişaftinê û têkoşîna li dijî wê axivî.
Piştre jî Atabey axivî û stranên dengbêjiyê got. Di heman demê de beşdaran Roja Dayikan pîroz kirin.
Li Wanê ‘konê ziman’ vegirtin
Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Parka Hunerê ya Wanê kon vedan. Îro jî gelek kes çûn serdana kon û beşdarî çalakîyên li kon bûn. Li parka kon lê hatiye vedan pankartên “15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be” û “Statuya Kurdî Perwerdehiya Kurdî” daliqandin. Partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî îro çûn serdana konê. Di serdanan de girîngiya Kurdî vegotin û diyarkirin ku ji bo zimanê Kurdî neyê jibîrkirin divê her kes têbikoşe.
Di çalakiyê de dengbêjan stranên xwe gotin û helbest xwendin. Ji bo Kurdî bibe zimanê fermî, bang kirin ku her kes ji bo ziman têbikoşe. Ji rêveberên komeleyê Evîndar Akbulut diyar kir ku wan bi boneya 15ê Gulanê gelek çalakî li dar xistine û got: “Heta 1’ê Hezîranê em ê gelek çalakî û xwepêşandanan li dar bixin. Me duh li vir konê ziman vegirt. Çalakiyên me yên li vir dê heta saet 22.00’yê bidomin. Mezintirîn têkoşîna me ji bo hebûna zimanê Kurdî ye. Bi sala ye li dijî zimanê Kurdî poîtîka tên meşandin. Li dijî van polîtîkayan divê em her kolan û malê bikin dibistanên ziman. Sedema vegirtina me ya kon jî ev e. Divê Kurd xwedî li zimanê xwe derkevin.”