Komîteya Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) hunermenda şoreşger Mizgîn (Gûrbet Aydin) di salvegera 33yan a şehadeta wê de bi bîr anî. Komîteya TEV-ÇAND’ê daxuyaniyek weşand û got, “Em salvegera 33yemîn a şehadeta fermandara xwe ya efsanewî, hunermenda şoreşger a mezin Mizgîn (Gûrbet Aydin) bi serbilindiyeke mezin û bi rûmet pêşwazî dikin. Di têkoşîna şoreşgerî ya mezin a nîv sed salî ya Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê de ku bi pêşengiya PKKê hate meşandin, her rojeke xwe veguherand rojên lehengiyê û meha Gulanê kir meha şehîdan. Meha Gulanê ji Denîz Gezmîşan heta bi Hakî Kareran, ji Mehmet Karasûngûran heta bi Kasim Engînan şahidî ji şehadeta bi hezaran lehengan re kir. Di heman demê de 11ê Gulana 1992an hunermenda şoreşger a mezin û fermandara me ya jinan hevrê Mizgîn dema Fermandariya Eyaleta Garzanê dikir, li Tetwanê şehîd bû.”
Daxuyaniya TEV-ÇANDê wiha didome: “Bi navê Tevgera Çand û Hunerê em hewl didin vê rojê weke Roja Şehîdên Çand û Hunerê bi bîr bînin û hêjayî bîranîna şehîdan bin. Yanî di nava meha şehîdan meha Gulanê de 11ê Gulanê ji bo me xwedî wateyeke taybet e. Em 11ê Gulan Roja Şehîdên Çand û Hunerê ya îsal bi pêvajoyeke welê pêşwazî dikin ku Rêber Apo da destpêkirin, bi pêş ve dibe, têkoşîna me ya nîv sed salî gihandiye asteke civakî û gerdûnî û destketiyên heyî mayinde dike. Bêguman di afirandina vê serdemê de Rêber Apo, şehîdên me yên bilind û gelê me yê hêja xwedî parekê ne. Hevrê Mizgîn di destpêka tevgera me de hem bi kesayetiya xwe ya şoreşger û têkoşer hem jî bi kesayetiya xwe ya hunermendî bêteredût li refên herî pêş cih girt û di dîroka me ya têkoşînê de mohra xwe danî binê gelek gavên destpêkê. Dema pêwîstî pê hebû bi hunera xwe, dema pêwîstî pê hebû bi kesayetî, sekn, propaganda û çeka xwe li refên herî pêş têkoşiya. Dema ku pêwîst kir li Ewropayê, dema pêwîst kir li Çiyayên Azad ên Kurdistanê û li nava gel bi kesayetiya xwe ya şoreşgerî kete nava pratîkê.
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Di salên 1980’î de bi şehîdê me yê hêja Hozan Sefkan re li Ewropayê tevlî damezrandina Hunerkom û Koma Berxwedan bû û hîmên bingehîn ên karên Tev-Çandê danî. Bi berhemên xwe ku bi xwe jî got, di dilê gelê me de cih girt û bû kesayetiyeke mezin ku ji aliyê her kesî ve hate hezkirin. Piştî şehadeta wê gelê me hevrê Mizgîn hembêz kir û navê zarokên xwe kir Mizgîn. Hevrêya me Mizgîn ji bo me jî berhemên ji welatparêziya kûr, hestên bi heybet û hişmendiya şoreşgerî hişt. Bi hezaran mirovên ku ji deng û hunera wê ya şoreşgerî bi bandor bûn, ref bi ref tevlî nava refên azadiyê bûn û têkoşîna me gihand vê astê.”
TEV-ÇANDê di dawiya daxuyaniya xwe de jî wiha got: “Bi wesîleya 11’ê Gulanê ku em li ser vê bingehê pêşwazî dikin, ji şehîdê me yê destpêkê yê çand, huner û şoreşê Alî Dogan Yildirim heta bi Delîl Dogan, Alî Temel, Hozan Sefkan, Hozan Çiya, Hozan Serhed, Delîla Meyaser, Halîl Dag, Yekta Herekol, Hêvî Şanoger, Daxistan, Welat û bi hezaran şehîdên din, her wiha hunermendê hêja Bavê Teyar ku destpêka sala 2025’an li Bendava Tişrînê şehîd bû, her wiha şehîdê meha Gulanê Sirri Sureyya Onder, em hemû şehîdên xwe yên mezin bi minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku hêjayî bîranînên wan bin.”