Kesên ku eslê Roja Dayikan vedibêjin, her tim keçeke biçûk a ku diya xwe winda kiriye, weke afirînerê rojê tînin ziman. Di rastiyê de, Anna Jarvis ku dema fikra xwe pêş xist 41 salî bû ku di 1905 de diya xwe winda kir.
Anna Jarvis, di sala 1864 de ji dayik bûye û bi eslê xwe mamoste bû, piştî mirina bavê wê di sala 1902 de, li Philadelphia, DYA bi diya xwe re dest bi jiyan û xebatê kir. Piştî sê salan, di 9ê Gulana 1905 de, diya xwe winda kir. Tevî ku ew her dem bi diya xwe re dijiya, piştî mirina wê bawer dikir ku “dema diya wê sax bûye wê eleqeya ku heq dikir nedayê” û ev ji bo xwe kêmasiyek didît û xwe aciz dikir.
Piştî mirina diya xwe bi du salan, roja Yekşema duyemîn a Gulanê yanî di salvegara mirina dayika xwe de, hevalên xwe vexwend malê. Cara yekemîn ji wan re fikra pîrozkirina vê rojê li seranserê welat wekî Roja Dayikan tîne ziman. Ev fikra wê ji aliyê hevalên wê jî tê pejirandin. Ji bo vê fikra wê hemû dayik kêfxweş bûn û bavên ji vê fikrê nerazî tunebûn. Her wiha bazirganekî navdar ê cil û bergên Amerîkî piştgirîya aborî dide vê fikra Anna Jarvis.
Yekemîn Roja Dayikan di 10ê Gulana 1908an de bi 407 zarok û dayikên wan li dêreke Graftonê hat pîrozkirin, ku diya Jarvis 20 salan li vê dêrê dersên olî yên heftane dabû. Jarvis li dêrê qurnefîlên ku diya wê jê hez dikir da her dê û zarokên li wê derê amade bûn. Ji wê rojê û pê ve qurnefîlê spî ku sembola paqijî, esalet, dilovanî û sebrê ye, li Amerîkayê wek sembola Roja Dayikan hat qebûlkirin.
Dem hatibû ku roja dayikan wek “rojeke netewî” bê qebûlkirin. Jarvis, bi rêya nameyan vê fikra xwe ji rojnameyan, mirovên bi paye yên dewlet û her kesê navdar re ragihand. Ev kampandya dibe yek ji kampanyayên herî serkeftî ya ku ji aliyê yek kesî ve hatiye pêşxistin ku bi serkeftinê ancam dibe. Fikir ewqas bi berfirehî û zû hatibû pejirandin ku beriya Senato pejirîne li gelek eyalet û bajaran pîrozbahiyên Roja Dayikan dihatin kirin.
Herî dawî di 8’ê Gulana 1914’an de bi erêkirina Senatoyê û îmzeya Serok Wîlson, roja Yekşema duyemîn a Gulanê bi awayekî fermî wekî “Roja Dayikan” hat ragihandin. Ev roja ku bi lez û bez li welatên din belav bû, bû rojek ku firotina kulîlk a herî zêde.
Anna Jarvis di dawiyê de gihîşt tiştê ku ew dixwest û bi serfirazî kampanyaya xwe bi dawî kir, lê dawiya jiyana wê ewqas nexweş bû. Ji ber xebata zêde, wê derfeta zewacê nedîtibû û nebûbû xwediyê zarokan. Ji ber vê yekê jî di vî warî de her roja dayikan ji bo wê bi êş bû.
Jê jî wêdetir ew fikra wê ya pîrozkirina ‘Roja Dayikan’ ji bo bazirganan veguherîbû roja berjewendî û bi destxistina bazirganiyê. Ji ber vê rêveçûna ji derveyî armanc û wateya vê rojê li dijî sermayedar û bazirganan dest bi têkoşîna hiqûqî kir. Lê hemû dozên ku vekir winda kir. Hemû mal û milkên xwe yên ku wekî mîrate ji malbata wê jê re mabûn jî da ser van dozan û winda kir. Xaniyê ku têde dijiya jî winda dike.
Piştî di sala 1944an de xwişka wê Elsinore ku çavên wê nabîne êdî jiyana wê dikeve xeteriyê. Lewre bi serê xwe nikare jiyana xwe bidomîn e. Hevalên wê piştgirî dan wê û hişt ku salên xwe ya dawî li sanatoriumê derbas bike. Anna Jarvin a ku bû sedama herî kêm salê rojekê dilşadiya dayikên hemû cîhanê, di sala 1948’an de di 84 saliya xwe de bêxwedî mir.