12 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdên Qazakistanê (2)

Ayhan Erkmen
Ayhan Erkmen
Ax! Welato

Sala îsalîn meclîsa Qazakîstanê bi boneya damezrandina 30 saliya xwe, dor bi dor nîşanan dide kesên ku ji bo civaka Qazakîstanê karên serkeftî pêş xistine. Ji 500 nîşanan qasî 40 nîşanî jin, mêr û civanên kurdan ê hildin û hinekan hildane jî. Jinên kurd di merasîma 19ê nîsanê de nîşanên  xwe bi dirûşmeya “jin jiyan azadî” hildan.

Piştî çar mehan, min dîsa berê xwe da Asyaya Navîn, Qazakîstanê. Cara berîn, çileyê erbeîn bû, sir û seqema wê dişibiya sir û seqema serheda me lê vê carê der bihar e, dar bişkivîne, dinya xweş e, belekiyên rêzeçiyayên Alataû bêhna ber dilê kurdên qazakîstanê ye.

Di sala 1937an de dema ku kurdan ji Kafkasyayê, di demsala zivistanê de bi trenan sirgûnî Asyaya Navîn dikin, ewil tînin li çol û bestan dihêlin. Lê tebata kurdan li van deran nayê. Nexweş dikevin, di laşê wan de birîn dertên, ew pincarên ku li çiyan hene, li van deran tunin.

Çûyîn û hatin qedexe ye.[1]

Ji van kurdên me hin kes, bi şevan, ji malên xwe derdikevin û direvin çiyan. Yên tên girtin dikevin kelê jî lê sebra wan nayê dîsa direvin çiyan. Dema mêrên wan tên girtin, jinên kurdan li hember eskeran radibin û dibêjin “ger ku hûn mêrên me bernedin, em ê bi zarokên xwe ve xwe bavêjin golê û bixeniqînin.”

Êdî esker jî aciz dibin û vê radigîhînin yên ji ser xwe re. Dibêjin “kurd li cîhê xwe nasekinin, her gav direvin û xwe çiyan digirin.” Eskerekî bi payebilind[2], xisletên kurdan zanibûye, dema meselê dibihîze, dibêje “kurd bila herin quntarên çiyan, cih warên wan çiyan e, ne çol in. Ne be yên bimirin, an jî rast e yên xwe bikujin.” Dûre destûr tê û kurdên me ji çol û bestan berê xwe didin çiyan û ji wan çiyan yek jî Alataû ye.

Bi çûyîna Almatiyê re ez, tevlî bernameya bîranînê ya rehmetiyê Apê Filît bûm, Filîtê Birahîmê Elîxîn. Apê Filît li bintara çiyayê Alataû li gundê Akbastaûyê ketiye xewa ebedê. Zanyar, rûsipî û ji pêşengên kurdên Qazaxistanê bû.

Apê Filît, di 17ê Nîsana sala 1945an de li Almatiyê, li bajaroka Îssîkêya[3] Ênbêkşiyê ji dayik dibe. Di sala 1963an de, di Fakulteya Mekanîzasyon û Elektrîkîzasyona Çandiniyê de dest bi xwendinê dike. Piştî qedandina zanîngehê di sala 1970yî de, di heman fakûlteyê de wek lêkolînerê dij erezyonê dest bi xebatan dike û çend keşîf û îcadên wî bi “nîşana dewletê ya yekîtiya sovyetê” tên xelatkirin. Di sala 1975an de jî bi navê “lêkolînerê payebilind” tê bi nav kirin.

Apê Filît, welatparêzekî hêja bû û di nav rêveberiya komela kurdên Qazakîstanê ya bi navê “Berbangê” de cih digirt. Dema ku di salên 1980yî de ciwanên rojavayê Kurdîstanê xwendina bilind li Moskovayê xelasdikin û ji bo xebatê tên Almatiyê, yên ku ji wan xwedî derdikeve yek jî Apê Filît e. Ji ber ku kal û bavên wî jî di sala 1926an de ji bakûrê Kurdîstanê sirgûnî Kafkasyayê, ji wir jî di sala 1937an de sirgûnî Asyaya Navîn bûne; êş û jana sirgûnî û xerîbiyê baş dizane û hesreta azadiya welat tim di nava dilê xwe de xwedî dike. Ew mizgîniya ku welat azad bû, bi ber guhê wî biketa, dê rojekê jî xêrîbiyê nemaya.

Korahî, nebû, çavê felekê birije, di 17ê gulana sala 2024an de, Apê Filît bi wê hesreta kal û bavan, koça xwe ya dawî barkir lê xwedê emrekî dirêj û quwetê bidê birayê min, Îbrahîmê Filît, ew dewsa bavê xwe vala nahêle. Bi hestên welatparêziyê bi civaka xwe re ye û di nava nifşên nû de wek stêrkekê diçûrise.

Di bernameya bîranîna Apê Filît de 400 kes civiyan. Îbrahîmê bira û xanim xatûna kurmanciyê, Amojna Gûlîzerê tivdarekekî mezin kiribûn. Çi dûr û çi nêz, hemû dost û nasên Apê Filît vexwendibûn. Dost û nasên Apê Filît behsa wî kirin, helbest û çîrok hatin gotin û mewlûd hate xwendin. Hemû rê û resmên bîranînê, bi zimanê kurdî bûn.

Li gorî gotina Şêx Arîf, her çiqas sed sal jî derbas bûbe, ew miriyên xwe wek rê û resma welat vedişêrin; ji dû miriyan, di rojên sisê, heft, çil û pêncî û diduyên de û her wisa, dema ku sala wî tijî dibe, xêra miriyên xwe didin.

Sibêtira bîranînê ez mêvanê destebirakê Apê Filît, yê serokê Komela Berbangê, mêvanê Apê Ezîz bûm; Prof. Ezîzê Ziyo Bedirxan. Apê Ezîz, ji kurdên Gurcistanê ye. Li gorî gotina ku ji kal û bavên xwe bîhîstiye, her çiqas ew ji xwe re dibêjin “Simaîlî/ Simaîlîkî” jî ew ji azîziyan in û ji mala Mîr Bedirxan in. Ji du şikestina serhildana Mîr Bedirxan, ji azîziyan milek ji Cizîra Botan diqete û di ser Îran û Bazîdê re tên Gurcistanê û li herêma Axisqayê di heşt gundan de cih û war dibin.[4] Komela Berbangê ya ku Prof. Ezîzê Ziyo Bedirxan serokatiya wê dike di sala 1999an de hatiye damezrandin. Dor bi dor; Prof. Nadir Nadirov û Prof. Kinyaz Îbrahîm serokatiya wê kirine, roja îrohîn jî Prof. Ezîzê Ziyo Bedirxan serokatiya wê dike. Lê Kurdên Qazakîstanê, hêj berî Berbangê di sala 1989an de komela bi navê “Navenda Çanda Netewî ya Kurdî” avadikin. Helbet bajarên din jî komelên kurdan hebûne û di adara sala 1993an de navendên çandî yên heremên Almatî, Shymkent, Zhambyl û Tadykorganê di bin sîwana komeleya “Yekbûnê” de dibin yek. Di sala 1999an de jî navê “Yekbûnê” wek “Berbang” diguherînin.

Navenda Berbangê li Almatiyê ye lê bajar û navçeyên din jî 11 şaxên wê hene. Berbang xebatên xwe di bin sîwanê meclîsa Dewleta Qazakîstanê de dimeşîne û di hêla dîplomasiyê de ji bo civaka kurd karekî serkeftî dike.

Sala îsalîn meclîsa Qazakîstanê bi boneya damezrandina sî saliya xwe, dor bi dor nîşanan dide kesên ku ji bo civaka Qazakîstanê karên serkeftî pêş xistine. Ji 500 nîşanan qasî 40 nîşanî jin, mêr û civanên kurdan ê hildin û hinekan hildane jî. Jinên kurd di merasîma 19ê nîsanê de nîşanên  xwe bi dirûşmeya “jin, jiyan, azadî” hildan.

Esira rojê li gundê Qeşxebûlaxê xwîşka Gûlşîn em kirin mêvan. Ez 19 salan berê dîsa çûbûm Qazakîstanê û wê carê jî dîsa bibûm mêvanê heman malbatê, dema ku piştî 19 salan, di derê hewşê re ketim hûndir, hestewar bûm. Ji ber ku di wan 19 salan de, çi tofan hatibûn jîyîn.

Bi çûyîna gund re em hînbûn ku zarokên gund dê bi pêşengiya mamosteya zimanê kurdî Gulnar Azadî û mamosteya folklorê Tamar Silêmanov, di mala gund de, bernameyeke pîrozkirina Newrozê li darbixin. Me jî bêrê xwe da pîrozahiya Newrozê. Bi beşdarbûna gundiyan koma zarokan ya bi navê “Neynûk” dest bi bernameya xwe kirin. Zarokan bi cil û bergên netewî xwe xemilandibûn. Bermameyê bi strana “Newrozê” dest pêkir û gelek stran gotin û govend gerandin, helbet di govenda xwe ya dawî de hemû şêniyên gund jî tevlî kirin. Piştî bernameyê gundiyan bi xwarinên ku amadekiribûn sifreyeke têr û tijî danîn û bi coş û kêfxweşiya Newrozê li dorê rûniştin. Di dawiya bernameyê de mamoste Gulnar Azadiyê pirtûka xwe ya bi navê “Alfaba Kurdî” û mamoste Tamar Silêmanovê jî cote gorên kurdan diyarî min kirin.

[1] Ji sala 1937an heya sala 1953yan, ango heya mirina Stalîn, ji kurd û miletên dinê, yên ku ji Kavkasiyayê hatine sirgun kirin re, gelek tişt qedexe bûne.

2 Bi gotina Filîtê Birahîm, paşnava wî Mîkoyan bûye.

3Li quntara çiyayê Alataû ye.

4 Ev gundên Axçe, Neklekêf, Mirîşkxan, Darê, Vêrteqan, Timûk, Zêdevaz û Colda ne.