Xizmên Windayan, li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmirê daxuyanî dan û xwestin winda bên dîtin û kujer bên darizandin.
Amed
Xizmên windayan her hefte li qadan daxuyaniyê didin û dixwazin winda bên dîtin û kujer bên darizandin. Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin di hefteya 848emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li Parka Koşûyolû ya Amedê li dar xistin. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.
Vê hefteyê li aqûbeta Mehmetcan Ayşîn ê di 7ê Gulana 1994an de li navçeya Licê ya Amedê hate binçavkirin û piştre hate windakirin, hate pirsîn.
Serokê Şaxa ÎHDa Amedê Ercan Yilmaz di çalakiyê de axivî û bi bîr xist ku 30 sal beriya niha di 27ê Gulana 1995an de Dayikên Şemiyê li Meydana Galatasarayê dest bi çalakiya aqûbeta windayan kirin. Ercan Yilmaz da zanîn ku tevî 30 sal bi ser çalakiyê re derbas bûn jî hê jî çalakî didome, winda nehatine dîtin û faîl nehatine darizandin. Ercan Yilmaz da zanîn ku Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan bi awayek xemgîn Roja Dayikan pêşwazî dikin û got ew carek din daxwaza xwe ya edaletê dubare dikin.
Piştre Endamê Komîsyona Windayan a ÎHDa Amedê Firat Akdenîz serpêhatiya windakirina Mehmetcan Ayşîn ku 7ê Gulana 1994an li navçeya Licê hate windakirin, xwend. Firat Akdenîz anî ziman ku ew di salvegera 31emîn a windakirina Mehmetcan Ayşîn de carek din daxwaz dikin ku faîl bên darizandin û girtin.
Paşê ji bo Mehmetcan Ayşîn û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.
Êlih
Li Êlihê ÎHD û xizmên windayan di hefteya 684an de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê hatin cem hev. Di çalakiya ku pankarta bi nivîsa “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” hat vekirin, gelek kes amade bûn. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Ahmet Şiray diyar kir ku divê têkoşîneke li gorî ruhê pêvajoyê pêş bikeve û bang li dewletê kir ku gavên pêwîst biavêje.
Kardî Yilmaz li Amedê dijiya. Di Nîsana 1994an de beşdarî daweta xizmekî xwe bû. Polîsan avêt ser wê daweta ku li Rezanê pêk hat û Kadrî Yilmaz, birayê wî û 3 kesên ji dawetê hatibûn binçavkirin. Kadrî Yilmaz ê ku li ber çavê bi sedan kesî hat binçavkirin û nehat berdan, tevî hemû serlêdanan jî nehat dîtin.
Piştî bûyerê bi 8 rojan malbat bi rêya nasên xwe yên li Licê hîn bûn ku leşkeran 3 cenaze anîne mizgeftê û di çala ku li ber Dibistana Seretayî ya Herêmê ya ku wekî baregeheke leşkerî tê bikaranîn de hatine definkirin. Malbatê diyar dike ku yek ji cilên cenazeyên li mizgeftê yên Kadrî bûye, lê cenaze nedane malbatê. Kadrî Yilmaz hîn winda ye û cenazeyê wî nehatiye dîtin.”
Colemêrg
Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê û xizmên windayan di hefteya 174an de li Kolana Sanat a navçeya Geverê hatin cem hev. Malbatan di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” û wêneyên windayan vekirin. Malbatan li aqûbeta Enter Ozdemîr û Bapîr Çîtak ên ku li gundê Geliyê Tiyare yê navçeya Çelê dijiyan û ji aliyê leşkeran ve bi darê zorê ew birin operasyonê û hatin kuştin pirsîn.
Hevseroka Şaxa ÎHD’ê Sîbel Çaprazê jî got: “Me Enter Ozdemîr û Bapîr Çîtak ên ku daxwazên malbataên wan bi salan e bêbersiv dimînin, ji bîr nekiriye.”
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Îzmîr
Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê vê hefteyê jî çalakiya xwe ya windayan berdewam kir. Malbatan di çalakiya ku li ber Sûmerbanka kevin a Konakê hat lidarxistin de pankartên bi nivîsa “Winda wijdan in, xwedî li wan derkeve” û “Kiryar diyar in, winda li ku ne” vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta xwendekar Hüsamettin Yaman û Mehemet Soner Gul” ku gava xwebdekarê zanîngehê bûn, 33 sal in winda ne.
Rêveberê Şaxa ÎHD’ê yê Îzmîrê Caner Canli jî diyar kir ku di 4ê Gulana 1992yan de kesê ku telefonî birayê mezin ê Husamettîn Yaman Feyyaz Yaman kirire û ragihand ku Husamettîn Yaman û Soner Gul hatine binçavkirin û got, “Malbata Yaman û Gul destpêkê serî li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê û piştre jî ji bo hemû saziyên têkildarî Mafên Mirovan ên Stenbolê dan. Komeleya Mafên Mirovan û Rêxostina Efûyê ketin nava liv û tevgerê. Malbata Yaman 2 salan di bin çavdêriya polîsan de man. Li qada daristanê lêpirsîn li wan hat kirin û gotina wan a dawî ev bû; ‘Dê rûmeta mirovahiyê îşkenceyê têk bibe’ bû.”