12 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Iraq û Tirkiyeyê 10 peyman îmze kirin

Iraq û Tirkiyeyê di warên weke pîşesazî, parastin, dadwerî, perwerde û rahênana leşkerî de 10 peyman îmze kirin.

Îro di çarçoveya serdaneke fermî de Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî çû paytext Enqereyê û bi Serokomarê Tirkiyeyê yê AKPî Receb Tayyîp Erdogan re civiya. Di hevdîtinê de, di navbera Sûdanî û Erdogan de 10 peymanên di warên weke pîşesazî, parastin, dadwerî, perwerde û rahênana leşkerî hat îmzekirin.

Peymanên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de hatine îmzekirin wiha ne;

1-Peymana alîkarîkirina di warên pîşesaziya parastinê û danûstandina pisporiyê.

2-Peymana li ser prosedûrên standard yên xebitandinê ji bo vegera dilxwazî ​​ya welatiyên Iraqî ji Tirkiyeyê.

3-Peymana alîkariya di warên dadweriyê de.

4-Peymana alîkariya têkoşîna li dijî bazirganiya qaçax ya madeyên hişbir

5-Protokola alîkariyê ya têkildarî vekirina kampûsên zanîngehên Tirkiyeyê li Bexda û Besrayê

6-Peymana di warê rêveberiya rewşên awarte û karesatan de.

7- Peymana ji bo hevkariya di warên têkiliyên giştî yên dîjîtal de.

8- Peymana di warê çalakiyên pîvandin û qasîdananê de.

9-Du peymanên di warên alîkariya perwerdeyê bo Wezareta Karên Hindir

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê