13 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Derûniya nediyariyê

 Di derûnnasiyê de nediyarî bi pêşnebînî û gumanê ve girêdayî ye. Pêdiviya kêmkirina wê, meyla têgihîştina diyariyê nîşan dide. Mirov ji nediyariyê direvin û hewl didin jiyana xwe li gorî plansaziyekê bi rê ve bibin.

Nediyarî yek ji taybetmendiya herî berbiçav a cîhana îroyîn e. Qeyranên aborî û siyasî bandoreke mezin li ser tendirustiya derûniyê ya kesan dike. Nediyarî tê wê wateyê ku kes nikarin pêşeroja xwe saz bikin û di plansazkirina jiyanê de zehmetiyan dikşînin.
Di derûnnasiyê de nediyarî bi pêşnebînî û gumanê ve girêdayî ye. Pêdiviya kêmkirina wê, meyla têgihîştina diyariyê nîşan dide. Mirov ji nediyariyê direvin û hewl didin jiyana xwe li gorî plansaziyekê bi rê ve bibin. Ev meyl wekî mekanîzmayeke adaptasyonê derketiye holê. Di rewşên nediyar de mêjî, bi hişyariyê hormonên stresê derdixîne holê û gava ev rewş demdirêj be pirsgirêkên derûnî û fîzyolojîk derdikevin holê. “Tehemûla nediyariyê” asta toleransa kesan nîşan dide. Yên tehemûla wan kêm, van rewşan wekî tehdîtê dibînin û dikevin nav fikr û fikaran. Wekî Ece Oral Albayrak jî dibêje, tengbûna paceya toleransê bi taybetî di qeyranên aborî û siyasî de hestên westiyayî bi xwe re tîne. Çanda Tirkiyeyê jî meyla redkirina nediyariyê nîşan dide; rûdanên bi şer û pevçûn, hewldana darbeyê û krîzên aborî ev bandor li Tirkiyeyê xurt kiriye. Di civakên wiha de, bêîstîqrarî kesan ber bi rewşeke derûnî ya bêhêz ve dibe ku têkiliyên civakî, bixwebawerî û hesta ewlehiyê lawaz dike.
Nediyariyên aborî der barê pêşerojê de fikr û fikar, bêhêvîtî û bêewlehiyê çêdikin, ji aliyê biryaran ve plansazkirinê dijwar dikin. Bêewlehiya aborî sedemeke sereke ya bertekan e, hestên tehdîdê yên domdar zêde dike. Di dema pandemiyê de jî me ev rewş dît; windakirina kar û kêmbûna dahatê bandoreke giran li derûniya kesan kir, bi taybetî li welatên wekî Tirkiyeyê ku aborî lê gelekî guherbar e. Bandorên derûnî yên nediyariyên aborî bi xwe re nexweşiyên wekî anksiyete, depresyon, pirsgirêkên psîkosomatîk û pirsgirêkên xewê tînin. Dema kes nikaribin hebûna xwe bidomînin, fikar û hêrs hesta bêçaretiyê xurt dike ku nîşanên depresîf û kêmbûna kalîteya jiyanê derdixe holê. Ciwan û zarok bêhêvî dibin; piştî zanîngehê zehmetiya dîtina kar û meaşên kêm, xeyalan asteng dike; serkeftina dibistanê, berpirsiyarî û motîvasyonê kêm dike. Nediyarî zexteke zêde li têkiliyên malbatî dike, rolan diguherîne, gengeşî û tundiyê derdixe û piştgiriya hestî ya nav malbatê qels dike. Zehmetiyên aborî carinan dibin sedema parçebûna malbatan, ji ber ku kes neçar dimînin ji bo kar koçî bajarên din dikin ku ev yek hesta yekîtiyê lawaz dike.
Zehmetiyên madî li ser jiyana civakî astengiyan derdixînin holê, kesan ber bi îzolasyonê ve dibin. Jiyana civakî têkiliyan xurt dike lê îzolasyon rîska depresyon û anksiyeteyê zêde dike. Pirsgirêkên aborî ciwanan ji çalakiyan dûr dixin ku ev rewş jî hesta wan a aîdiyetê kêm dike.
Nediyariyên siyasî jî tendirustiya derûnî tehdît dikin. Bêîstîqrarî, parçebûna civakî, bêewlehiya hiqûqî û nediyarbûna biryarên siyasî hestên nediyariyê çêdikin; fikr û fikar, stres û bêewlehiyê zêde dikin. Plansazkirina pêşerojê dijwar dibe, takekes stratejiya “li bendê bimîne û bibîne” dipejirînin ku ev jî kêfa jiyanê kêm dike. Di demên hilbijartinan an guhertinên polîtîk ên nediyar de, takekes biryarên mezin ên wekî destpêkirina projeyan an koçkirinê taloq dikin ku ev jî jiyana wan sist dike. Stres û fikar biryarên rasyonel asteng dikin û kapasîteya fikrî kêm dikin. Parçebûna civakî danûstandinê zehmet dike, dijminatiyê di navbera takekesan de çêdike û têkiliyên bi saziyên civakî re lawaz dike. Saziyên wekî dibistan û rêxistinên civakî ku dikarin piştgiriya derûnî bidin, di rewşên nediyar de ji ber ku baweriya takekesan bi wan kêm dibe bi gelemperî nikarin bi awayekî bandorker tevbigerin.
Stratejiyên serederîkirinê yên takekesî yên wekî teknîkên venûkirina venasînî û teknîkên vehesînê, tehemûla nediyariyê zêde dikin. Herwiha afirandina rûtînên rojane di rewşên nediyar de hesta kontrolê xurt dike. Di asta civakî de polîtîkayên şefaf û xurtkirina piştgiriya civakî tendirustiya derûnî baştir dikin. Sazkirina platformên civakî ên mîna komên piştgiriyê ku takekes tê de hestên xwe parve dikin, dikare hesta tenêtiyê kêm bike. Herwiha li dibistanan bo zarok û ciwanan alîkariya derûnî dikare ciwanan ji bo serederîkirina nediyariyê amade bike. Nediyarî beşeke jiyanê ye lê awayê serederîkirina wê tendirustiya takekesî û civakî diyar dike.
________________________________________
Çavkanî
1. Küçükkömürler, S. (2017). Belirsizliğin psikolojik etkileri. Nesne Psikoloji Dergisi, 5(10), 329-344. DOI: 10.7816/nesne-05-10-07
2. Beyaz Psikoloji. (2023, 7 Ağustos). Ekonomik zorlukların psikolojik iyi oluş haline etkisi. https://www.beyazpsikoloji.com/Blog/6069/ekonomik_zorluklarin_psikolojik_iyi_olus_haline_etkisi
3. Di Quirico, R. (2023). Uncertainty, Anxiety and the Post-Pandemic Economic Environment. Clinical Neuropsychiatry, 20(4), 227-232. DOI: 10.36131/cnfioritieditore20230401