Li Sûriyeyê krîza siyasî ya piştî hilweşîna rejîma Baasê destpê kir, hîn bi dawî nebûye. Bi hilweşîna rejîmê re mifteya rojavayê Sûriyeyê radestî hêzên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) hat kirin ku ji kevneşopiya El Nûsra ye. Ev hêz hewl dide bi bandora Tirkiyeyê bi îdeolojiya selefî û tekperest Sûriyeya nû ava bike. Komkujiya ku meha derbasbûyî li peravên Derya Spî li hemberî elewiyan hat kirin mînaka şênber a vê yekê bû.
Li başûrê Şamê jî daxwaza xweseriyê ya durziyan li zextên tekperestiyê yên HTŞê rast hat. Ev rageşiya bi durziyan re rû da dawiya meha nîsanê veguherî şer. Navê durziyan piştî şerê li Sûriyeyê hîn bêhtir hat bihîstin. Gelo durzî kî ne, ku ji dema Bav Esad û pê ve daxwaza jiyaneke xweser dikin.
Durzîtî di dawiya sedsala 10emîn û destpêka sedsala 11emîn de li xaka Misrê destpê kir. Durziyên ku di dema Xelîfetiya Fatimî de navê xwe dan bihîstin, wê demê ji mezheba şîa ya îslamê bûn. Xelîfeyê Fatimiyan El Hakîm Biemrillah ji aliyê durziyan ve weke temsîlê li ser rûyê erdê yê Xwedê tê qebûlkirin. Pirtûka wan a pîroz jî ‘Risailu’l-Hikme’ yanî Pirtûka Hîkmet e. Herwiha di nava durziyan de jin ji aliyê olî ve bi mêran re xwedî heman mafî ne. Ji ber vê yekê û cudahiyên weke vê, cîhana îslamê durzî weke yên ‘ji rê derketî’ pênase kir.
Yek ji ramangerên herî girîng ên durziyan Hamza bîn Alî bû. Îsmaîl ed Durzî jî ku yek ji rêveberê herî radîkal ê vî fikrî bû, ji ber fikrê xwe yê radîkal ji aliyê civaka durzî ve li derve hatibe hiştin jî civak bi navê ‘durziyan’ hat bilêvkirin. Li gel vê yekê jî durzî nikaribûn ji zextên misilmanan rizgar bibin û neçar man ku xwe li herêmên çiyayî veşêrin.
Durziyan xwe vekişandin herêmên çiyayî yên Lubnan, Sûriye û Fîlîstînê. Ev rewş bû sedem ku durzî bibin civakeke girtî. Piştre jî tevlibûna li durzîtiyê bi dawî bû. Durziyan êdî tenê zarokên ji dayik û bavekî durzî weke durzî qebûl kirin.
Durzî di dema osmanî de li nava sînorên Emîtiya Çiyayê Lubnanê diman û bi taybetmendiya xwe ya civaka xweser hêzeke girîng bûn. Di sedsala 17emîn de durziyan bi pêşengiya Fahred-Din II xweseriya xwe parastin, dem bi dem bi Maruniyên ji ola xiristiyaniyê şer kiribin jî bi hev re jiyan.
Di sedsalên 20 û 21emîn de navê durziyan bi berxwedana li dijî mêtingeriyê hat bihîstin. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn li dijî mêtingeriya Fransayê durziyan li Sûriye û Lubnanê li ber xwe dan. Di sala 1925an de bi pêşengiya Sûltan el Atraş li hemberî mêtingeriya Fransayê dest bi raperînê kirin.
Sala 1943an piştî ku Lubnan serbixwe bû, durziyan Partiya Sosyalîst a Pêşverû ava kirin. Kemal Canbolat û kurê wî Velîd Canbolat bû kesayetên girîng di nava siyaseta Lubnanê de. Bi Peymana Taif re ku sala 1989an hat îmzekirin durzî li Parlamentoya Lubnanê ya ji 128 kursiyan pêk tê bi 8 parlamenteran hatin temsîlkirin.
Durzî li Sûriyeyê bi giranî li herêma Siwêdayê dijîn. Durzî ku ji destpêka sedsala 11emîn û pê ve li Sûriyeyê bi cih bûn, di dema osmanî de xweseriya xwe parastin. Weke li Lubnanê, li Sûriyeyê jî durziyan pêşengî ji serhildana li dijî mêtingeriya Fransayê re kirin. Ev raperîn hatibe tepisandin jî berxwedana durziyan li Sûriyeyê bû nîşane.
Li Sûriyeyê di navbera salên 1966-70î de Salih Cedid desthilatdar bû. Cedid ku bi polîtîkayên sosyalîst dihate naskirin wê demê reforma xakê çêkiribû. Lê belê piştre desthilatdarî kete destê malbata Esad. Li gel vê yekê jî durziyan di dema rejîma Esad de avahiya xwe ya pratîkî ya xweser parastin.
Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de ku sala 2011emîn destpê kir durzî bê alî man û bûn hedefa rêxistinên cîhadîst ên tundrew ên wek DAIŞ û El Nûsrayê. Di sala 2018an de di êrîşa DAIŞê de nêzî 215 durzî hatin kuştin, nêzî 30 jin û zarok hatin revandin.
Yek ji sedemên esasî yên durziyan ku desthilatdariya HTŞê qebûl nake ew e ku ev îdeolojiya tundrew durziyan weke ‘yên ji rê derketine’ pênase dike û kuştina wan ‘wacîp’ dibîne ye.
Tê texmînkirin ku li seranserê cîhanê niha nêzî milyonek û nîv durzî hene. Ji wan 700 hezar kes li herêma Siwêda ya Sûriyeyê, 300 hezar kes li Lubnanê, 150 hezar kes li Îsraîlê, 30 hezar kes li Urdunê, nêzî 150 hezar kes jî li welatên cuda yên dîasporayê dimînin.
ÇAVKANÎ: ANF