26ê nîsana îsalê wê di hafiza, bîr û hişê me de cihekî xwe yê mustesna hebe. Di vê rojê de li Rojava li Qamişloka evînê kurd destê xwe xistin nav destê hev û Konferasa Yekrêzê û Yekhelwestiya Kurdî li dar xistin. Aliyên siyasî, civakî, kesayet şêwra xwe bi hev re gerandin.
Qerarên girtin her yek bi serê xwe hewce ye ku mirov li ser bifikire û biaxive lê ji wan hemûyan bêhtir şiyan û feraseta lidarxitina konferansek bi vî rengî, bi serê xwe bûyereke dîrokî ye. Sedema xwe jî ew e ku di vê sedsala bêrehm a pergala serdest a cîhanî de Kurdan qirar daye ku bi mertala yekîtiyê xwe biparêzin. Yan na komkujiyên di dîrokê de em pê re rû bi rû mane wê hîn bi xwînî bi serê me ve bê û siyaseta qirker wê bixwaze kok li me biqelîne.
Konfersans bersiv dide bang û daweta Ehmedê Xanî yê nemir jî. Te dît; dibêje; Vî zemanî her kesek mî’marê dîwarê xwe ye. Erê vî zemanî yanî tu yê dîwarê xwe lê bikî û xwe li ber wê dîwarî bistrînî yan jî wê serdest û serwer rabin te bikin zuxrikên biçûk ji xwîna te xercê çêbikin û te ji xwe re bikin taqên dîwarî.
Ev dîwar dîwarê yekrêziyê ye, yekhelwestiyê ye. Ev dîwar li ser erdê ti kesekî nayê lêkirin. Li dayik-welatê kurdan li Kurdistanê tê lêkirin. Ev dîwar tecawizî mafê ti civak, gel û miletekî nake. Tu bîr û baeriyê zelûl û zenûn nake. Bilakis ev bangeke ku nîşanî dinya alemê dide dîwar hene tên lêkirin ji kokê seriyan, ji kestiyê mirovan lê dîwar hene tên lêkirin bi fehm û feraseta jiyana bi hev re a gel û baweriyan.
Sêwî û mazlûmê sal û zemanan kurd, rabûne û bi lêkirina dîwarê xwe bang li civak û miletên din dikin dibêjin, hûn jî dikarin xwe bidin ber sî û stara vî dîwarî. Ma ji vê qenctir rewş û bûyerek heye gelo? Herçî ez li ser nave xwe beşdarên konferansê û her kesê ku dema ew dîten dîtî û ji kêfan qirika wî/ê tije bûyî pîroz dikim.
Hêvî û baweriya me ew e ku wê ev konferans bibe bingeh û zemîna kongra netewî ya her çar beşên Kurdistanê. Dîwarê li Rojava va ye bilind dibe. Lê avahiyek bi dîwarekî ava nabe? Hingê ji me re hewce ye ku em mala kurdî bi lêkirina dîwarên din zexim û qewîn bikin.
Ji bo vê jî lazim e em heû bi hev re ji bo biserxistina pêvajia ku bi înîsiyatîfa Rêber Apo hatiye destpêkirin, bixebitin û kar bikin. Karê me yê sereke dive ew be ku em vê têkoşînê mezin bikin, pergala Îmraliyê parçe bikin û Rêber Apo bi fizîkîa zad bikin. Ma ne eyb û şerm e ji me kurdên mêrxas û jinxas re ku tevî vê egîdiya xwe yak u dinya jê re hişmekar e; em rêberê xwe di pergala Îmraliyê de di wê çala mirinê de bihêlin. Nabe! Ev bi rastiya me re jî li hev nake. Fikrê me dibe ji hev cuda be, em dibe ku xwedan siyasetên ji hev cuda bin jî lê ev meseleyeke netewî ye.
Nabe ku rêberê me di zindanê de be. Erka exlaqî û wijdanî, erkê welatparêzî û kurdûna rast û dirûst ew e ku em li zindanan tu hevalekî xwe nehêlin.
Roja ku em karî vî karî bi ser xist hinge em ê pêbawer bin ku dîwarên mala kurdî zexm in. Tu dijmin û neyar wê nikaribin rêya xwe di me re bibînin ku vê tehde û zilmê bi me bikin.