Rêxistina Mafê Mirovan ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku du welatiyên kurd yên bi navê Musa Yadiyar û Hemze Yadiyar ku birayê hevin û xelkê gundê Goktepe ya ser bi bajarê Bokan ya rojhilatê Kurdistanê ne, ji aliyê hêzên Îranê ve hatine revandin û ji bo cihek nediyar hatine birin.
Li gorî heman daxuyaniyê ji ber ku her du birayan cilên bi rengê xak di dawetekê de li ber xwe kirine, hatine revandin.
Herwiha li gorî heman rêxistinê du melayên kurd yên bi navê Selam Mehmudyan yê melayê mizgefta gundê Bêwranî Xaru û Hesen Xizirî yê melayê mizgefta gundê Bêrwanî Seru yên ser bi bajarê Serdeşt ya rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê dadgeha taybet ya melayan ve her yek ji wan bi du salan cezayê girtîgehê hatiye birîn.
Der barê sedema cezayê li melayan hatî birîn de, agahî nehatin standin.
Hêjayî gotinê ye ku di meha borî de li rojhilatê Kurdistanê 11 kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatibûn bang kirin û gelek ji wan hatibûn binçavkirin.