13 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Doza rojnameger Nûrcan Yalçinê taloq kirin

Di doza darizandina rojnameger Nûrcan Yalçin de biryar hat dayin ku weke şahid li rojnameger Kîbriye Evren were guhdarîkirin.

Danişîna 3yemîn a doza rojnameger Nûrcan Yalçin ku bi îdiayên “Bi zanebûn û bi dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” û “Muxalefeta li dijî qanûna der heqê pêşîlêgirtina fînansoriya rêxistinê” tê darizandin, li 9emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Nûrcan Yalçin tev li danişînê nebû lê parêzerê wê Resûl Temur amade bû. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) jî doz şopandin.

Parêzer Resûl Temur di danişînê de got ku rojnameger Kîbriye Evren ku biryar hatibû dayin weke şahid lê were guhdarîkirin, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nekariye beşdarî danişînê bibe. Temur, xwest ku biryara tevdîra kontrola edlî ya der heqê Nûrcan Yalçinê de were rakirin.

Şandeya dadgehê jî biryar da ku tevdîra kontrola edlî ya avêtina îmzeyê ya der heqê Nûrcan Yalçinê de were rakirin û tevdîra qedexeya derketina derveyî welat jî bidome. Herwiha dadgehê biryar da ku li rojnameger Kîbriye Evren were guhdarîkirin û danişîna dozê taloqî 7ê cotmehê kir.