12 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Her malekê bikin dibistanek

Aktivîstê zimanê kurdî Rifat Ronî têkildarî 15ê Gulanê bang li hemû siyasetmedar û peşengên kurdan kir û xwest di hemû qadên jiyanê de bi kurdî biaxivin û kurd hemû malên xwe bikin dibistanên kurdî

Kurd, ji 2006an heta niha her sal 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî bi şahî û bernameyên rengîn pîroz dikin. Kurd li qadan dixwazin êdî zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Di 15ê Gulana 1932an de bi pêşengtiya Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî Kovara Hawarê hat amadekirin û dest bi weşanê kir. Hawar, kovara kurdî ya ewil bû ku cara pêşîn bi tîpên latînî dest bi weşanê kir û rê li ber pêşketina zimanê kurdî vekir. Hawar, ji bo zimanê kurdî pêngaveke mezin û girîng e. Ji bo vê yekê jî roja derçûyîna vê kovarê 15ê Gulanê; di sala 2006an de wek Cejna Zimanê Kurdî hat pejirandin. Kurd 19 sal in cejna ziman pîroz dikin. Li gorî atlasa UNESCOyê (Saziya Netweyên Yekbûyî ya Ziman, Çand û Zanistê) li cîhanê nêzî 2 hezar 500 ziman di bin xetereya wendabûnê de ne û ji panzdeh rojan carê zimanek tê jibîrkirin, tune dibe. Ji zaravaye kurdî kirmanckî jî di xeterê de ye. Rêxistin û saziyên zimanên kurdî bang li nûnerên rêxistinên civakî û mafên mirovan dikin ku rê li pêşiya vê yekê bigirin. Têkildarî 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî Aktîvîstê Zimanê Kurdî Rifat Ronî pirsên Rojnameya Xwebûnê bersivand.

Girîngî û wateya 15ê Gulanê çiye. Çima tê pîrozkirin û ji kengî ve tê pîrozkirin?

Gelê kurd bi sedsalan e ji aliyê serdestê welatê wan ve dîroka wan, hişê wan û hafizaya wan hatiye tunekirin. Bi taybetî di salên 1990î de bi avabûna saziyên ziman re, hişmendî û hişyariya der barê çand û zimanê kurdî de di nava civakê de xebat hatin kirin. Dema sazî ava bûn, rêveberiyên saziyan kom bûn. Gotin ‘Em çawa bikin ku dîroka kurd û Kurdistanê, şênber bikin.’ 15ê Gulanê jî bi van nîqaşan dest pê kir. Wê demê KNKê jî 14ê Gulanê wekî Roja Zimanê Kurdî dabû destpêkirin. Lê piştî wê ji ber Kovara Hawarê di 15ê Gulanê de dest bi weşanê kiribû, saziyên kurdî 15ê Gulana 2006an de wekî Roja Cejna Zimanê Kurdî diyar kirin. Tê zanîn ku Elî Celaled Bedirxan, Osman Sebrî, Qedrî Can û hevalên xwe Kovara Hawarê di 15ê Gulana 1932an de çap kirin.

Çima girîng e?

Ji ber weşangeriya kurdî yekem car bi Kovara Hawarê dest bi tîpên latînî kir. Alfebeya kurdî ya latînî bi vê kovarê pêş ket. Di hejmara ewil a Hawarê de wiha dinivîse ‘Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwenasîn wê ji mere deriyê felat û xweşiyê veke. Kesên xwe nas dikin, dikarin xwe bidin naskirin jî.’ Dîsa di berdewamê de dibêje ‘Hawara me dê zimanê me bide nasîn. Ziman şertê yekemîn ê heyînê ye’ Bi van hevokan balê dikişîne ser Kawarê ku dê xizmeteke çawa ji çand û zimanê kurdî re bike. Hişmendî û hişyariya zimanê kurdî û dîsa bikaranîna kurdî bi Hawarê dest pê kir. Ji ber vê yekê 15ê Gulanê ji bo ziman girîng e.

Piştî 15ê Gulanê hat îlankirin, ji bo ziman xebatek çawa pêş ket. Vê yekê bandorek çawa li ser ziman kir?

Bi salan zimanê kurdî û hebûna gelê kurd hat înkarkirin. Di salên 1990î de derfetên ku gelê kurd saziyên xwe ava bike, pêş ket. Derfet çêbû ku kar û xebatên ziman pêş bike û vê hişmendiyê ava bike. Di wan salan de dewletê dixwest deriyê Yekîtiya Ewropayê li xwe veke û di çarçoveya qanûnên ewropayê de xwe bide xuyakirin. Wê demê kesên bi hişmendiya Kurdî tev geriyan ketin nava tevgerê û saziyên kurdî ava kirin. Di 1992an de li Stenbolê Enstîtuya Kurdî ava bû. Di sala 2004an de Enstîtuya Kurdî ya Amedê vebû. Di 2006an de KURDÎ DER vebû û dest bi xebatên ziman kir. Dema ev sazî hatin avakirin, gelê kurd bi wê hezkirinê li van saziyan xwedî derketin. Bi wê birçîbûna ziman eleqeyek pir mezin nîşanî van saziyan dan. Bi hezaran kurdan ji bo zimanê xwe hîn bibin berê xwe didan saziyên kurdî. Saziyan pêşî polîtîkayên înkara ziman girt. Ji 2006an heta 2016an van saziyên kurdî, bi deh hezaran mirov perwerde kir. Bi deh hezaran kes fêrî zimanê xwe bûn. Vê yekê di nava civakê de hişmendiya pêşxistina kurdî ava kir. Ji ber vê yekê di 2016an de piştî darbeya 15ê Hezîranê bi KHKê saziyên zimanê kurdî kirin hedefa xwe. Bi KHKê KURDÎ-DER, Enstîtuya Kurdî û saziyên çandê girtin. Dîsa bi tayînkirina qeyûman kar û xebatên ziman û çandê yên şaredariyan jî bi dawî kirin. Xebatên ziman asteng kirin. Saziyên ziman mohr kirin. Lê gelê kurd bi wê tama ziman dîsa saziyên xwe vekirin. Bi saziyên ziman ên Amed û Stenbolê xebatên xwe berdewam kirin.

Di salên dawî de rewşa zimanê Kurdî çiye?

Nêzîkatî û nerîna gel a li ziman, bi pêşketin û geşedanên wê pêvajoyê ve girêdayî ye. Di salên 2006-2016an de dema saziyên kurdî hatin vekirin eleqeya gel pir zêde bû. Lê piştî astengkirin û mohrkirina saziyan dest pê kir, gel ket nava fikaran. Armanca rayedarên dewletê jî bi van zext û tirsê dixwaze gel ji ziman dûr bixe. Dixwaze nerîna ‘Hûn bi zimanê kurdî bixwînin jî perwerde jî bibin dê di jiyanê de bi kêrî we neyê.’ Ji Komarê heta niha her tim ji gelê kurd re dibêjin, ‘Hûn bi tirkî nizanibin, hûnê nikaribin di tu saziyên dewletê de cih bigirin. Hûnê nikaribin debara xwe û malbata xwe bikin.’ Bi vê armancê dixwazin peyamê bidin gelê kurd. Kurdan ev hemû di jiyana xwe de kirine tecrûbe.

Çima li bajaran her ku diçe di nava zarok û ciwanan de axaftina Kurdî kêm dibe?

Li ser ziman, çand û jiyana kurdî zext û çewisandinek pir zêde heye. Ev zext bandorê li jiyana ciwanan dike. Ciwan dema van zextan dibînin ji bo siberoja xwe dikevin nava fikaran. Dibêjin ‘Dema em fêrî zimanê xwe bibin, dê dewlet vê yekê çawa li dijî me bikar bîne’ û dikevin nava fikaran. Mînak li bakurê Kurdistanê, dema van saziyan xebatên ziman dikir, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê saziyek ziman jî tune bû. Lê îro em dinerin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hezaran dibistan, bi sedan peymangeh hene. Dîsa zanîngeh hene. Ev encama azadiya kar û xebatan e. Dema mirov û azad be, dikare xebatên xwe bike. Ji bo kurdî li bakurê Kurdistanê pêş bikeve, divê ew qanûnên li pêşiya ziman u çanda kurdî bên guhertin.

Di parastin û pêşxistina ziman de rol û rista malbatê, dayik û bavan çi ye?

Ji bo pêşî li polîtîkayên bişaftinê bê girtin, xebat di serî de ji malbatê dest pê dike. Ji dê û bavan dest pê dike. Eger dayik û bav bi zimanê xwe bi zarokên xwe re biaxivin wê demê dê rewşa ziman ne wisa be. Dê di binhişê zarokan de heskirina ziman hebe. Lê piştî malbatê pêwiste siyatemderdarên kurd, hilbijartiyên kurd, di her qadê de bi kurdî biaxivin. Siyasetmedar û kesên pêşengiya têkoşînê dikin, her tim li pêş çavên civakê mînak in. Civak li pêşengê xwe dinere. Dema pêşeng bi dildarî û dilxwxazî li zimanê xwe xwedî derkevin û ziman pêş bixin, wê demê dê hişmendiya parastina ziman di nava civakê de jî pêş bikeve. Jibo vê yekê divê pêşeng ziman biparêzin. Wê demê dê ji 7 salî heta 70 salî di nava civakê de parastina kurdî pêş bikeve.

Bandora teknolojî, ceyran û înternetê li ser Kurdî û zarokan çiye?

Armanca sereke ya xebatên saziyan ewe ku rê li pêşiya polîtîkayên bişaftina bigirin. Di salên 1980yî de hîn elektrîk neketibûn malan. Televîzyon neketibû malan. Wê denê tenê radyo hebûn. Kurdan tenê li dengê Radyoya Erîwanê guhdar dikirin. Di malan de bi tirkî nedihat axaftin. Hemû axaftin bi kurdî bû. Hemû jiyana rojane bi kurdî bû. Li kolanê jî bandoreke neyînî ku zarokan ji ziman dûr bixe tune bû. Wê demê tirkî neketibû nava kurdî. Piştî elektirîk û televîzyon ket malan tirkî jî ket malan. Van amûran bandorek mezin a neyînî li ser kurdî kir. Niha mirov li gund diçe malbatekê, dayik û bav, kal û pîr hemû bi kurdî diaxivin. Lêzarokên wan bi tirkî diaxivin. Zarok bi hevre bi tirkî diaxivin. Li aliyê din bandora telefonan ji ya televîzyonan zêdetir e. Zarok hîn nû ji dayik dibe, dayik û bav ji bo wan aş bike telefonê dixe destê wan. Zarok bi van amûran ji kurdî dûr dikevin û fêrî tirkî dibin. Xetereyek pir mezin li pêşiya me ye. Eger gelê kurd li dijî van polîtîkayên bişaftinê bergiran negirin û xebatan nekin, li pêşiya mezin xetereyek mezin heye.

Li dijî polîtikayên bişaftinê rol û rista saziyên ziman û partiyên siyasî çine?

Divê saziyên kurdî û partiyên siyasî di malperê xwe de di xebatên xwe de zimanê kurdî serwer bikin. Divê projeyan pêş bixin. Îro gelek lîstikên cîhanê yên balkêş bi kurdî tune ne. Lê mirov dikare wan ji bo zarokan wergerî kurdî bike û di platformên medya dijîtal û televîzyonan de bide weşandin. Divê em teknîk û teknolojiyê jî têxin xizmeta kurdî. Divê deng û dîmenên bi kurdî li ser înternetê pêş bixin.

Ji bo feraseta Kurdî pêş bikeve divê rêxistinên civakî û partiyên siyasî çi bikin?

Ji sala 2006an heta niha saziyên ziman xebat meşandin. Di meşandina xebatên ziman de rol û rista dikeve ser saziyên kurdan, divê di aliyê hişmendiyê de gel şiyar bikin. Divê xebatên ku bala gel dikişînin bi kurdî pêş bixin. Îro saziyên zimanê kurdî bi qasî tiliyên destan hindik in. Divê perwerdehiyek domdar, bi binesazî û bi rêxistin bê pêşxistin. Bi milyonan kurd bi çend saziyan nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin û pêş bixin. Ji pêşdibistanê heta zimanê amadeyî, li 75 hezar dibistanan bi tirkî perwerdehiyê didin. 200 zanîngehên tirkî hene. Lê li hemberî vana nêzî 10 saziyên zimanê kurdî ku perwerdehiyê bidin hebe, nabe. Kurd bi çend saziyan nikarin perwerdehiya kurdî bibînin. Li aliyekî ji bo tirkî hemû derfetên dewletê tên bikaranîn, li aliyê din bi zagonan rê li peşiya kurdî û zimanên din digirin. Saziyên ziman bi êrîşan re rû bi rû ne. Divê di çerxa pergalê de guhertin bên çêkirin. Divê qanunên li pêş ziman asteng in bên guhertin. Ji bo vê yekê pêwistî bi têkoşîn û xebata gel a hevpar heye.

Divê dewlet çi bike?

Divê di serî de dewlet Destûra Bingehin biguherîne. Divê qanûnên li pêşiya zimanan asteng in rake. Divê xala qanûnê ya 42yan û xala qanûna 66an ku li pêşiya kurdî û kurdan astenge divê bên guhertin. Heta niha ji ber axaftina kurdî cezayên pereyan li kurdan hatiye birîn. Kurd, ji ber ziman hatine binçavkirin, girtin û kuştin. Bûyera Konya û sakaryayê li pêş çavan e. Welatiyên kurd li Konya û Sakaryayê ji ber bi kurdî axivin hatin kuştin. Mînak pir in. Dive dewlet ewlehiya kurdî biparêze û rê li pêşiya êrîşan bigire. Qedexeyên li dibistan, nexweşxane û kolanan bên rakirin. Di 2018an de Efrîn dagir kirin. Niha li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê 850 dibistanên tirkî vekirine. Di sed salên dawî de li bakurê Kurdistanê yek dibistana Kurdî venekirine. Saziyên ziman ku dixwazin bi derfetên xwe perwerdehiyê bidin jî tên astengkirin û mohrkirin. Li dadgehan her roj kurd tên darizandin. Kurd ji ber xebatên ziman li dadgehan tên darizandin. Divê pêşî li van astengî û xetereyên li pêş ziman bêne girtin. Dîsa divê di destûra bingehîn de jî guhertin bên çêkirin.

Jibo 15ê Gulanê bername çiye?

Ji 2000 hezarî heta niha 21ê Sibatê û 15ê Gulan Cejna ziman tê pîrozkirin. Lê divê astengiyên li pêş pîrozbahiyê bêne rakirin. Îsal jî dê cejna ziman bi bernameyên cuda bêne pîrozkirin.

Banga we ji bo parastina ziman çiye?

Divê em bi dengekî berz zimanê xwe bixwazin. Divê gel bi girseyî tev li çalakiyan bibin. Parastina ziman erka her kesî e. Tenê peyvira saziyên ziman nîne. Peyvira me hemuyan ewe ku em li ziman xwedî derkevin. Divê di serî de siyasetmedar û hilbijartiyên me ewe ku em zimanê mîsoger teslîmî neviyan bikin. Divê her ferdê kurd ji bo peşxistina ziman têbikoşe. Divê her maleke kurd bibe dibistana kurdî. Divê her kurd li her qadên jiyanê bi kurdî biaxive, binivîse û bi kurdî bijî.