Dema ku kesek jiyana xwe ji dest dide, dibêjin; li vê cîhanê kesekî wiha derbas bû. Em ê jî qala kesekî wiha bikin, lê ew kes di vê cîhanê re derbas nebû. Ew li vê cîhanê bi cih nebû û di heman demê de li vê cîhanê ma. Ew jî Sirri Sureyya Onder e.
Siyaseta Kurdî piştî sala 2011an navê wî bihîst. Lê ew beriya wê jî bi hunera xwe hebû. Beriya hunermendiyê jî ew şoreşger bû. Jixwe di hevpeyvînên xwe de jî her tim tîne ziman ku li her qadê herî zêde şexsiyeta wî ya polîtîk li pêş e. Di salên 1970’yî de dema ku ciwan bû tevgerên şoreşger û çepgir re têkildar dibe. Di darbeya sala 1980’yî de tê girtin û bi vî rengî kesayeta wî ya şoreşgerî dest pê dike. Dema ku li Enqerê xwendekarê zanîngehê ye tê girtin û bi qadî heft salan di girtîgehê de dimîne. Pêvajoya girtîgehê gelek tiştan hînî wî dike. Dema ji girtîgehê derdikeve dest bi çêkirina fîlman dike û car caran lîstikvaniyê jî dike.
Ev kesayeta wî Yilmaz Guney tîne bîra mirovan. Yilmaz Guney jî kesayetek wiha bû. Di şert û mercên herî giran de fîlm çêkirin û rastiya jiyanê di fîlmên xwe de nîşan dida. Sirri Sureyya jî ev tişt kir.
Fîlmên wî jî wekî yên Yilmaz Guney ji aliyê her kesî ve hat temaşekirin û hezkirin. Dema ku li Îmraliyê hevdîtinên ji bo aştiyê dest pê kirin ew li wê derê bû. Di nava heyetê de cih girt û bi şev û roj nesekinî. Ji bo ku aştiyeke bi rûmet pêk were xebitî û dilê wî ji bo aştiyê lê dida. Ew ne Kurd bû, lê ji bo Kurdan xebat meşand. Ji Amedê heta Qendîlê, ji Hewlêrê heta Silêmanî deverek nema ku lê negeriya. Ewqas liv û tebata wî jî ji bo jiyaneke azad bû. Rêbertiyê jî dixwest ku di nava vî karî de cih bigre û ew hevalê rojê bû. Di vê pêvajoya dawî de jî li cem Rêbertiyê bû û ji bo ku ev pêvajo bi aştiyê temam bibe xebitî. Lê dilê wî ewqas têrê nekir ku vê pêvajoyê temam bike.
Ew qasidê aştiyê bû û herî zêde jî wî heq dikir ku vê aştiyê ragihîne. Wî digot; vê carê hêvî mezin e û wê pêk were. Baweriya wî ya ji bo Rêbertiyê zêde bû. Lewma jî di her peyama xwe de jî ji xwe bawer diaxivî.
Mirovekî rengareng bû û hema bêje dilê kesî ji xwe nehişt. Li qada hunerê, qada siyaset, li meydanan û li meclista Tirk hişt ku her kes li dora wî kom bibe. Her gotin û peyamek wî bingeha dîrokekê û çîrokekê bû. Ew aştiya ku wî gelekî dixwest û li ser dixebitî pêk nehat, lê wî ji bo pêkhatina aştiyê bingehek mezin ava kir. Di nexweşiya xwe de jî her kes anîn cem hev. Merasîma ji bo wî jî rengê welat bû, her kes li wê derê bû. Dilê wî ji bo aştiyê lê dida û heta dawiyê jî li ser wê şopê meşiya. Niha jî dilê her kesî ji bo wî lê dide. Milyonan kes ji bo wî giriyan û êdî ew di dilê milyonan de ye.
Çûyîneke zor û zahmet e û parçeyek ji mirovan bi xwe re bir. Ango dilê her kesî parçe parçe kir. Çawa ku ew li cem her kesî bû, her kes jî di vê rojê de li cem wî bûn û ew bi tenê nehiştin. Ji karkeran bigrin heta hunermendan, ji dayikên aştiyê heta malbatên şehîdan, ji xizanan bigrin heta nexweşan her kes ji bo wî li ser piya bûn. Wî cihê xwe di nava dilê her kesî de çêkiribû û ti carî ji kar û xebatê nereviya.
Sirri Sureyya navê wêrekiyê bû. Ti carî ji gotina xwe ya rast nehat xwarê û serî li ber faşîzmê netewand. Çawa ku di darbeya sala 1980’yî de girtîgeh dîtin, di sala 2018’an de jî girtîgeh dît. Lê dîsa jî ji bo wî tiştek neguherî, yanî bi ya xwe kir. Ew hevrêyê rojê bû û li gel bindestan bû. Ji bo wî mal û milkê dinyayê ne tiştek bû. Lê bi hunera xwe û siyaseta xwe dilê milyonan qezenc kir.
Wekî fîlmê xwe ew Beynelmîlel bû. Yanî kesayetek navnetewî bû. Wî temsîla her kesî dikir û li ser navê her kesî diaxivî. Dilê wî ji bo her kesî dişewitî û kêfa wî ji bo her kesî dihat. Ji bo hin kesan bav, ji bo hin kesan bira bû. Ew xwediyê her kesî bû…