13 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Divê kurd zêdetir werin ba hev

Di rojên dawî de li Kurdistanê hevdîtinên watedar tên kirin. Kombûna konferansên tên lidarxistin. Encama van hevdîtinan, Kurdistanê ber bi yekîtiyê dibe, ku ev yek jî dikare rizgariya welêt bi xwe re bîne

Kurdan çi kişandibe, ji destê neyekbûnê kişandine. Di dîrokê de tê gotin, ku gelê Med zêdeyî sêsed salan li dijî zilma koledariya Asûr şer kiriye, lê bi ser neketiye. Kengî Kyakser hatiye, êl û eşîr tev gihandine hev û piştgiriya welatên cînar stendiye, êdî bi ser ketiye û dewleta Med damezirandiye. Û ev dewleta hatiye damezirandin, piştre bi xiyanetê têk çûye. Wê demê du derdên kurdan hene. Yek: belavebûn, du: xiyanet. Ev her du di rastiyê de girêdayî hev in; gava yekîtî tine be, xiyanet bi pêş dikeve. Dewletên dagirkerên welatê me Kurd ji hev dan parçekirin, ne tenê parçekirina welêt, bajar bi bajar, gund bi gund, mal bi mal û di nav malê de bira li hember bira, xwişk li hember xwişk ji hev dan veqetandin û li dijî hev rakirin, da Kurd bi hev kevin û dagirker xwîna wan bimijin. Ev sed sal in û bi sedan salên berî vê jî Kurd her dem bi destên neyaran li dijî hev hatin rakirin, sazûmana cerdewaniyê ya ku di van rojan de diviya xaleke sereke ba, lê kes qalê nake, yek ji vê parçebûna veguheziye xiyanetê ye. Tu çima çekên dijminê xwe radikî û pê gelê xwe dikujî? Mixabin bi deh hezaran cerdewan hîn, xetareya mezin a li Kurdistanê ne û gava dewlet ji PKK xwefesihkirinê dixwaze, kes qala fesihkirina saziya cerdewanî, JITEM û tîmên taybet nake. Wekî gunhekarê her tiştî kurd û PKK bin, her yek ji aliyê xwe ve bangî PKKê dike û her tiştî ji wê dixwazin, lê kes qala saziyên gurkirina şer ên dewleta Tirk di van çel salan de li hember kurdan bi pêş de biriye û kiriye mekîneyeke kujêriyê nake. Çi xerabiya dewleta Tirk bike heq û rewa ye, lê çi rêxistiniya Kurd bikin, divê werin tawanbarkirin. Ev bêdadmendî ye.

Ji bo rabûna vê bêdadmendiyê, divê Kurd xwe bikin hêz. Gava tu bêhêz bî, bê artêş, bê sazî, bê çek, bê rêxistin bî, her yek tê tepekê li te dixe û çi di dest te de heye ji te distîne û ji ber ku her tişt di destê desthilatdar û zordestan de ye, ew dikarin hemû bêmafî û zordariyên xwe wekî maf û qencî diyar bikin. Wek Bahçelî dibêje, em ji bo Kurdan tiştên baş difikirin, lê ew radibin konferansan li dar dixin. Ê wî, meclîsa wî di salê de sêsed rojan kom dibe, ev yek ji bo gelê Kurd ne xetare ye, lê na ku Kurd serê sed salî carekê li hev kom bûne û konferanseke yekrêziyê li dar xistine, ev dibe xerabî û qaşo qenciya wî vala derdixîne. Qenciya bi Kurdan kiriye jî çi ye? Ji Kurdan re gotiye, çekên xwe berdin, xwe fesh bikin. Vê yekê wek qenciya xwe ya bi Kurdan kiriye dide pêş. Gava Kurd dibêjin, baş e, mala te hezar carî ne ava, ku te ev qencî bi me kir, lê ka tu jî gavekê bi ber me ve were, ku em deh gavan bi ber te ve baz din, wê demê dibêje, na. Divê ew dev ji her tiştî berdin û emê bifikirin. Mêrik bi vijdanê xwe yê qet li hember Kurdan nebûye wê bifikire. Dawiya fikra wî jî ya girtin, ya kuştin, ya surgonkirin e.

Ji bo wê nehatina Kurdan a lîstika dewleta Tirk pir girîng e, em çekan berdin, xwe fesh bikin, lê ka tê çi bidî Kurdan? Fermo eşkere bike û gavan biavêje, em jî te bibînin.

Dewlet tevî Bahçeliyê xwe hemû hesabê xwe jî dixwaze di ser birêz Abdullah Ocalan re bi rê ve bibe, wî ji xwe re bikin sîper û wisa bi ser Kurdan de bimeşin, ji bo wê dibêjin, rêberê we bang li we kiriye, hûn çima bi ya wî nakin, bi lez û bez xwe fesh nakin. Di serî de Bahçelî hemû rayedarên Tirk qaşo bûne Apocî. Dibêjin çima hûn bi ya wî nakin? Heta doh pêr jî we digot, bila ciwan bi ya wî nekin û dermekevin serê çiyê. Dem û dewran hat guhertin û niha qaşo hûn bûne Apocî û Apociyên bi salan e serê xwe danîne ser çiyayên Kurdistanê bûne yên bi ya wî nakin.

Baş e, ka te gotibû, wê rêberê we derkeve derve, azad bibe, were meclisa we û biaxive? Na, ew hesasiyeta gelê Tirk e, çênabe. Wê demê ya din jî hesasiyeta gelê kurd e, ew jî ji aliyê Kurdan ve çênabe. Kurd dixwazin rêberê xwe di nav xwe de bibînin. Ev mafê wan î herî rewa ye. Ger tu ji sazûmankarê rêxistinekê bi dawîlêanîna vê rêxistinê dixwazî, wê demê tu di nav bazarekê de ye. Ger vî gelî ev rêxistin û ev serok ji nav xwe derxistibe, niha jî ev gel azadberdana rêberê xwe dixwaze. Divê tu jî vê yekê nas bikî. Dewlet û Bahçeliyê xwe qala qaşo mafê hêviyê dikin. Dibêjin ger Abdullah Ocalan PKKê fesh bike, dibe ku ewê li ser nasîna vî mafî rawestin. Lê kesek nabêje, ka Ocalan çi sûc kiriye, ku bikeve ber lêborîna we û hûn jê re bibin hêvî? Ger tu dixwazî ev rêxistin çekên xwe berde, wê demê te ev rêxistin pejirandiye, ku tu vê daxwazê ji wî dikî. Rêxistina ku te ew pejirandiye, tê wateya mafdarbûnê. Kesekî damezirêner û birêvebirê rêxistineke hatiye pejirandin jî nikare wek kesekî sûcdar were bidestgirtin. Ji xwe te ew kes bi dek û dolab û alîkariya hêzên emperyal dîl girtiye. Te ew beramberî têkoşîna Kurdan a çekdarî dîl girtiye. Ger tu dixwazî têkoşîna Kurdan a çekdarî bi dawî bibe, wê demê tê rêberê wan azad berdî û pê re wek camêran li hev rûnî û van xalan biaxivî, wekî din her tiştê tu bixwazî û bikî bêwate ye.

Kurd êdî ne Kurdên berê ne, li her çar parçeyan yekîtiya xwe saz dikin, konferansên watedar û encamgir li dar dixin, hevalbendên xwe yên navdewletî zêde û xurt dikin. Bi çi awayî dibe bila bibe, êdî dem hatiye dameizrandina Kurdistanê. Divê herkes vê yekê zanibe, ku têkoşîna gelê Kurd heta azadî û rizgariyê wê bidome, çekberdan an feshkirina partiyekê nayê wateya bidawîkirina têkoşîna azadiyê, kurd wê têkoşîna xwe bi rêk û rêbazên cuda bi rê ve bibin û bi ser kevin. Pêşketinên li giştiya welêt nîşaneya vê ne û ew hêviyê didin gelê me yê azadîxwaz. Kurd wê hîn zêdetir bi ber hev ve werin, hîn zêdetir bibin yek û yekbûna Kurdan wê bibe bidawîbûna zordarî û dagirkeriyê.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê