13 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hevkarî û helwesta neteweyî

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Di vê dema ku li Rojhilata Navîn û Kurdistan çarenûsa gelan tê dîyar kirin de, erka dîrokî dikeve ser hemû partiyên Kurdistanî. Ji hemû aliyan tê xwestin ku beyî demê winda bikin li gorî berjewendiyên gel tevbigerin. Ev helwesta PDKê di vê qonaxa dîrokî de zirare dide yekrêziya gelê Kurd.

Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo di 27ê Sibatê de bi armanca li Tirkiyê rêya çareseriyê pêş bixe û pirsgirêka Kurd di zemîna siyasî û hiqûqî de were çareserkirin bangek dîrokî kir. Banga ku Rêber Apo bi sernavê “Aştî û Civaka Demokratîk” kir, ne tenê di civaka Kurd de, di hemû cîhanê li cîhanê de deng veda. Ji gelek derdoran ve hate nirxandin ku ev bang ne tenê li Tirkiye û Kurdistanê, wê bandorê li seranserî herêmê û cîhanê bike. Partiya Karkerên Kurdistanê jî di 1ê Gulanê de bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji vê banga dîrokî re eşkere kir û agirbest ragihand. Tevî zêdetirî du meh di ser vê banga dîrokî ya Rêber Apo de derbasbûne jî, artêşa Tirk a dagirker di êrişkariya xwe de tu guhertin nedaye çêkirin. Rojane êrişên Herêmên Haratinê yên Medyayê dike. Bi balafiran bombe dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê di derbarê êrişkariya dewleta Tirk de daxuyeniyek weşand. HPGê diyar kir ku artêşa Tirk li Başûr û Bakurê Kirdistanê li dijî gerîlayên di pozîsyona agirbestê de ne bê navber êrişên hewayî û bejahî pêk tîne. Di haman daxuyaniyê de hate gotin ku 11ê Nîsana 2025an li Girê Cûdî ku gerîlayên bi navê Besê Têkoşîn û Mîtra Kato di encama êrişên kîmyewî de şehîd bûne.

Bêgûman HPG di daxuyaniyê de, bi berfirehî bahsa hevkariya PDKê ya bi dewleta Tirk re jî dike. HPG radigihîne ku di êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê de PDK xwedî roleke girîng e. Dewleta Tirk ku ji vê hevkariyê sûd werdigire, ne tenê li dijî gerîla li dijî xelkê herêmê jî êrişan pêk tîne. Di çarçoveya vê hevkarî û êrişên domdar de gelek welatî bi darê zorê ji warên xwe hatin derxistin, nahêlin gundî biçin ser ax û warên xwe. Gelek welatî jî di encama êrişên hewayî û bejayî yên dewleta Tirk de hatin kuştin.

Gelek caran hatiye eşkerekirin ku hêzên bi ser PDKê ve agahiyên îstîxbaratî derbarê cih û tevgerên gerîlayên azadiyê de didin artêşa Tirk. Ev agahî ji bo êrişên hewayî û bejahî yên dewleta Tirk tên bi kar anîn. Tevî ev mijar gelek caran bi belgeyan ve hatiye piştrastkirin û rexnekirin jî PDKê ji vê helwesta xwe ya zirarê dide têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê berneda.

Divê were zanîn ku PDKê, rêveberiya Herêma Kurdistanê di destê xwe de digire. Bi vê yekê ve têkiliyên xurt ên aborî û siyasî bi dewleta Tirk re daniye. PDKa ku weke şîrketeke malbatî tê rêvebirin, li şûna berjewendiyên xelkê herêmê, berjewendiyên xwe yê malbatî esas digire. Ev nêzîkatî ne tenê li Başûr, li seranserî Kurdistanê zirarê dide gelê Kurd. Bêgûman dewleta Tirk jî vê dizane û ji bo tifaqa nava gel xirabike girîngiyek mezin dide hevkariya PDKê.

Bêgûman daxwaz û hêviya gelê Kurd ew e ku piştî banga dîrokî ya Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” di navbera partiyên Kurd de jî Yekrêzî û Yekhelwstiyek pêş bibikeve. Di vê mijarê de Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya di 26ê Nîsanê de li bajarê Qamişloyê pêk hatî hêviyek mezin da tevahiya gelê Kurd.

Konferans ji bo yekkirina nêrînên Kurdan li Sûriyê û diyarkirina pêşerojeke demokratîk gaveke dîrokî bû. Hêvî û bendewarî ew e ku ev konferans, ji bo li çar aliyên Kurdistanê yekrêziya Kurdan bibe gava pêşî. Ji vî aliyî ve Konferansa li bajarê Qamişloyê ji bo Kurdan girîng e.

Di vê dema ku li Rojhilata Navîn û li çar aliyên Kurdistan çarenûsa gelan tê dîyar kirin de, erk û berpirsyariyek dîrokî dikeve ser hemû partiyên Kurdistanî. Ji hemû aliyan tê xwestin ku di vê qonaxa dîrokî de beyî demê winda bikin li gorî berjewendiyên gel tevbigerin. Divê were zanîn ku helwestê partiyên mîna PDKê di vê qonaxa dîrokî de zirare dide yekrêziya gelê Kurd.

Di vê pêvajoyê de ya ji PDKê tê xwestin ew e ku li gorî rihê demê, beyî ku têkeve pozîsyonek xiyanetê di eniya Kurdistanî de cîh bigire. Ji milekî ve daxûyanî û peyamên pîrozkirina yekrêziya Kurdan, ji aliyê din ve hevkariya bi neyarên gelê Kurd re çênabe. Ev du mijarên qet di nava heman hevokê de nayên cem hev in. Lewma ger îro bahsa Aştî û Civaka Demokratîk tê kirin, divê pêşî PDK ji bingeh ve xwe li gorî vê bangê biguhere û ji bo pêşxistina vê pêvajoyê bi erk û berpirsyarî tevbigere. Divê gelê Kurd jî li  himberî hemû aliyên ku li dijî vê pêvajoyê disekine xwedî helwest be. Ger li gorî vê hişmendiyê hereket bike wê dewleta Tirk jî wisa derfet nebîne ku êrişî qadên gerîla bike.