7 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Min nikaribû tiştek bigota

Peyvên wî bang li dayika wî kirin û ji xewa êşê şiyar kirin, wê kêliyê peyvên dayika wî jî bi dayika wî re li ser giriyan heta ku deng jê çû û peyv ji êşê herifîn.

Berê xwe dabû ber bi aso  û çirûskên diyar ve da ku bi bizokên wan çirûskan dil û destên xwe yên qefilî bi tîna wan hinekî germ bike. Çavê xwe quliband dît ne bi tenê ye, li dora wê gelek kes hebûn, ew jî mîna wê bûn, lê ew qarbalix li pêş çavê wê nexuya û bihesibîn ku kes li dora wê tune bû. Bi xwe re diaxivî, bi axê re, bi merzel û gornan re, bi kurê xwe yê şehîd re, lê hingî ku kesekî lê venegerand, dengê wê li wê vedigeriya, hatibû bi kurê xwe re biaxive. Wê kêlîkê ji girî pêve tiştekî li ber dilê wê xweş nedikir. Giriya û bang li kurê xwe kir, jê re got: Rustem çavê dayika te kor bibin, çavê dayika te birjin, dayika te nemîne, anê qurbanê ez nikarim te bihêlim û biçim, dema ku ez diçim mal, li her derê tu heyî, bihna te, kenê te yê ku bi asîmanan ve dima, gotinên te, rengê rûyê te, êdî nikarim xwe ragirim li wê derê! Wê demê jinek li berambelî wê bû, êşa wê jî ji ya wê dayika kezebşewitî ne kêmtir bû, dema ku dengê wê bihîst dil pê şewitî û tevî desmala xwe bervê hat û bi destmalê hêsirên wê damalandin, lê nikaribû hinekî êşa dilê xwe û wê sivik bike.

Di wê kêlîkê de ancax agirekî dikaribû ji êşa dilê wan fam bikira û hinekî li ber dilê wan xweşbikira. Çîroka wê û jina ku hatibû cem dişibiya hev, her duyan kezeba xwe wenda kiribû, kurên herduyan ciwan bûn, hîn ji imrê xweyî ciwantiyê tiştek nedîtibûn, lê hemû tişt ji ev imrê xwe de ji bo milet, malbat, ax û doza xwe kiribûn, ew pak û rûmet bûn. Wê jinê bi mebesta ku li ber dilê dayika xweş bike, jê re got: Ez jî wekî te me xwehê! Yên mîna me gelek in, kula min ji ya te girantir e. Beriya ku kurê min bimre min dixwest cara dawiyê kurê xwe bibînim, di roja ku dê bihata malê, termê wî yê ku di xwîna sor de strayî gîhaşte min, rûyê wî ji ber derbên giran guherî bû, ew rû ne yê kurê min bû, kurê min bedew bû. Dema ku xebera şehadeta kurê min ji min re hat, min xwestibû bi cara dawiyê re wî bibînim, bihn bikim, ramûsim, lê nehîştin ku ji rû, bihn û hembêzkirina wî ya dawiyê henaseyên xwe bistînim. Di pey wî re henaseyên min teng bûn, dilê min zer bû, xewnên min reş bûn. Xweha min ma ji bêçaretiyê dijwartir hebû, ez jî di pey wî re bêçare û baskşikestî bûm, min bi hêsirên çavan mezin û xwedî kiribû û min wiha radestî axê kir, ez berê pir li ser ditirsiyam lê niha ez ji berê pirtir ji tirsa şewata dilê xwe ya li ser wî ditirsim. Min xwîna dilê xwe û kezeba xwe guvişand vê axê û êdî heta hetayê ez ê li ser bigrîm. Wekî hev bû û gelek çîrokên wekî wan hebûn.

Ev gel di heyameke ku agir, xwîn, êş, perîşanî, şewat û mirin rastî hev hatibûn de dijiyan. Ew jina ku dixwest berê dilê wê xweş bike, bi riya xwe de çû, ew jî bi lêvên terikî, hêsirên ku li ber seqema zivistanê seqagirtî û bi bedena herbilî li ser kevirê gora kurê ma. Serê xwe da ser kevirê gorê û bi îskeîska girî ket xewê. Di bin axê de giyanên çirûskdayî li hev çiviya bûn, birînên hev derman dikirin, birîna her yekî ji wan di devereke laşê wî de bû lê giştî jî bi diranên jehrî ên kûçikên yên çol û kerbelayan hatibûn gestin. Yekî ji wan destê xwe da ser birîna xwe ya ku di lingê wî de bû, dest bi çîtoka xwe kir û got: Zaroketiya min wekî lavlavka tavên bihatê zû herikî û derbas bû, ez bûm ciwanekî ji xwe razî û min dest da ber bavê xwe û bûm hêviya malbata xwe dayika min dixwest bi min şad bibe, kurê xwe berxê xwe, malxê mala xwe bizewicîne. Dezgirtiya min hebû û haya dayika min jê hebû, wê gelekî ji dezgirtiya min hez dikir û ji bo zewaca me malbata min û malbata wê li hev kiribû, ez leşker bûm, malbat û dezgirtiya min li hêviya hatina min ya malê bûn û bi bendemayîneke tijî hêvî, hezkirin û kêfxweşî çavên wan li riya min dipan.

Dema ku ez ê bihatama malê bi balafireke bê wijdanî li min dan, ba sekinî di zenguloka min, şev reş bû û çirçirkên şevê qajinî bi wan ket, seqemê xwe sert kir û bi ser min de xwe xûz kir, rûyê heyvê di nava tarîtî û reşahiyê de zerzilî, tenê wê şevê tiştekî ecêb qewimî ku kevikên berfîn bi hawara min hatin û ez ber bi asoyên şewqdayî de birim. Ji ber ku derba min giran bû, ez û axê bi hev ve bûne yek û ji wê êvarê ve ez û wê ji hev du neqetîn. Kevokeke reng spî jî xwîna li ser perikên xwe dadimaland û wê jî di bere dixwest dest bi çîroka xwe ya efsûnî  bike, ket navê û got: Min di salên 200 î de dest bi gera domdar ya rastiyê kir û ez tevlî doza miletê xwe bûm, ez çûm çiyê, piştî çûna min ya çiyê, xebera nexweşî û êşa dayika min ji min re hatibû, ew di pey min re nexweş ketibû, ne ku wê ji dozê hez nedikir, lê ji bo dayikan tiştek ji kezebê bihatir tune bû. Bi domana demê re bi cesaret û berxwedana min ya li çiyê hisiya bû û bi vîna min ya ji agir û bi tîn, dil û kezeba xwe germ kiribû, ew ji berê bihêztir û serxwetir bibû, wê hay ji şopa lingên min yên li çiyê û geşbûna gulan hebû. Min deverek bernedabû û ez neçibûmê, min li her deverê  rengê rûyê xwe, gotinên xwe û hezkirina xwe di dilê her kesî de hîştibû, ez gopalê kal û pîran bûm, dilê zarokan bûm, hêviya bindestan bûm, barana axên tîbûyî bûm, tirsa dilê neyaran bûm û ji dostan re yar bûm, kamîreya rastiyê bûm, min xweza, gul, çiya, deşt, banî, bendav, vîn, berxwedan û bindestiya welatê xwe bi çavên dilê xwe girt û kir bîra xwe, min rûyê welatê xwe yê bedew şanî her kesî kir.

Di rojên dawî yên jiyana min ya li ser axê de ez çûbûm serê ku li “Pira Qereqozaxê” diqewimî şanî hemû dunyayê bikim û da ku hemû kes cesareta şêran bibînin. Topek li çavên xistin, êdî min nikaribû berxwedana şêran bidîta, ez li erdê ketim xwarê û destê min li jor ma û ji bo cara dawiyê min li kamîreya xwe ya ku di destê min de hîn mabû û neketibû xwarê meyze kir û bi şewqa wê pêş şervanên xwe ronî kir da ku şevreşk û zebeniyên şevê li pêş çavên wan bar bikin. Bi dawîbûna çîroka kevokê re dengek hat, peyvne lihevhatî û xweşik digotin, helbestvanek bû, wî jî ji ber êşa pişta xwe digazand û dixwest peyvên wî yên ku dermanê dil û giyanê wî bûm, bi hawara wî werinû êşa pişta wî bitebitînin. Ji aliyekî ve ji peyvên jan, hestet, êş, keser, û zilm difûrî. Ji aliyekî ve vîn, betxwedan, coş û cesaret difûrî. Wî jî dengê xwe daxist û dest bi çîroka xwe kir û got: Dayik û bavê min piştî zewaca xwe bi ewqas sal bêyî zarok mabûn û piştî ewqas sal min beden û hembêza dayika xwe şîn kiribû, ez bi tenê bûm û delaliyê dayik û bavê xwe bûm, zaroketiya min li nav zeviyên şîn û xwezaya bedew de derbas bû, pişt re ez mezin bûm, çûm zanîngehê û min dest bi xwendina wêjeyê kir, piştî ku min dîrok, çand û wêjeya xwe nas kir, min da du giyanê xwe û ez pêre bûm yek, min ne bi pênûsekê bi hezar pênûsî, nivîsî, pênûsa min diherikî û xwe dighand asoyên rastiyê, min li ser lat û çiyan, min li ser perikên balindeyan, min li ser spîbûna heyvê, min li ser çavê rojê û dîrokê, min li ser berfê, bi tîna dil û giyanê xwe her peyv nivîsand û pêçiyên xwe yên ku ji seqema salan qefilîbûn, germ kirin, her awazeke bilbilê welatê min peyvek bû, her xunavekesibehî ya ku bi ser gulên mala me de peyvek bû, her şer û qewimînek peyvek bû, her agirek peyvek bû, her berxwedanek peyvek bû, her şînek, her şahiyek, her lîlîlî û zilxit giştî peyv bûn giriyê dayika min ya ku niha li ser kevirê gora min bû û bi tîna peyvên min xwe germ dikir, bi hezar peyvî bû, min ew peyv ji wan girtibûn. Di kêlîkên dawiyê yên jiyana min û beriya ku ez serê xwe deynim jiyana sermedî li “Bendava Tişrînê” pîskên xwîna min ji stûyê min firiyan û li gerdena esmên gerdenekî ji peyvên nenivîsandî xez kir, bi biriqîna wî gerdenî re şewq vêket, deng ji peyvan bilind bû û pê govend geş bû. Peyvên wî bang li dayika wî kirin û ji xewa êşê şiyar kirin, wê kêliyê peyvên dayika wî jî bi dayika wî re li ser giriyan heta ku deng jê çû û peyv ji êşê herifîn.