Rojnamegerên Sînornenas ên Navneteweyî (RSF) rêza “Îndeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê” aşkera kir. Li gorî vê yekê; di nava 180 welatan de Tirkiye di rêza 159’emîn de cih digire. Tirkiyeyê di sala 2024an de di rêza 158emîn de cih digirt û îsal rêzekê paş ket.
Li gorî RSFê Tirkiye jî di nava kategoriya “Pir xeternak” de cih digire. Ev kategorî, ji bo 42 welatên ku azadiya çapemeniyê hema hema qet lê tune ye û karê rojnamegeriyê lê xeternak e. Tirkiye jî di vê kategoriyê de cih digire.
Di rêza “Îndeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê” de Norweç di rêza 1emîn de, Estonya di rêza 2yemîn, Hollanda di rêza 3yemîn, Swêd di rêza 4emîn û Fînlandiya jî di rêza 5emîn de cih digire.