3 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Heke jinan qebûl nekin dê têk biçin

Mîdye Miqted

Sedema hilweşîna rêjîma Baasê neguhertina hişmendiyê bû. Niha jî HTŞ ji dêlva ku di nav Sûriyeyê de xebata parastina gelan bike berovajiyê vê êrîşê gelan dike. Jinan tune dihesibîne. Heke bi vî awayê berdewam bike dê dawiya wan ji rejîma Baasê xirabtir bibe.

HTŞ di 27ê mijdarê de bi plan û piştgiriya Dewleta Tirk a dagiker di nav Sûriyeyê de dest bi oparesyonên leşkerî kir. Têkbirina rejîma Baasê û destpêkirina şerê mezhebî daxwaza Dewleta Tirk bû. Dewleta Tirk di her gavên davêje de hewl dide plana Mîsaqi Milî di nav Sûriyeyê de bike meriyetê. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku yek ji sedema dirêjbûna aloziya di nav Sûriyeyê de destdirêjiya Dewleta Tirk e. Çeteyên li Sûriyeyê di destpêkê de li dijî rejîma Baasê bûn, lê di sala 2013an vir ve bi piştgiriya ku ji Dewleta Tirk girtin êdî ji bo pêkanîna armancên wan tên bikaranîn.

Rejîma Baasê ya ku di neguhertinê de israr dikir bû sedema şerê navxweyî yê Sûriyeyê. Rejîma Baasê dîktatoryaya xwe li ser gelan ferz kir û welatiyên Sûriyeyê ji mafên wan bêpar hişt. Rejîma Baasê ji bo dîktatoryaya xwe ne tenê gel malbata xwe jî bi mirinê re rû bi rû hişt.

Yekem gruba ku li dijî rejîma Baasê hat avakirin Artêşa Sûriyeya Azad a ku di sala 2011an de ji leşkerên di nav artêşa Baasê de cih digirtin hat avakirin, bû. Ev kom herçiqas di destpêkê de li dijî zilma rejîma Baasê hatibin avakirin jî gelek zirarên mezin dan gelê Sûriyeyê. Bi taybet jî piştî ku xwe lli gor berjewendiyên dewletên din nû kirin û li gor wan xebatên xwe dan meşandin. Hêdî hêdî di nav Sûriyeyê de bûn aliyê şerxwaz û tundî li gel û olên cuda kirin. Di sala 2016an de dema ev çete ketin bin kontrola Dewleta Tirk zêdetir li dijî kurdan hatin bikaranîn. Yên ku di destêkê de li dijî rejîma Baasê têdikoşiyan kurd bixwe bûn. Lê Dewleta Tirk van çeteyan di nav şerên giran de li dijî kurdan bikar anî.

Kurdan bi têkoşîna ku meşandin li Sûriyeyê pergalek ku di xizmeta gel de ye ava kirin. Lê di nav vê avakirina pergalê de bi êrîşên Dewleta Tirk û Sûriyeyê re rû bi rû diman. Li milekî rejîma Baasê şerê etnîkî, çandî û zimanî şi ser gel dida meşandin li milê din Dewleta Tirk êrîş dikir. Ev êrîş ji ber tirsa ku kurd pergala xwe li ser projeya Neteweya Demokratîk ava dikirin, çêdibû. Bêguman ên ku li dijî xwepiroşiyê derketin û hewl dan xwe li ser projeyeke rasteqîn ji nû ve avabikin kurd bûn.

Yek ji sedema ku rejîma Baasê ber bi hişweşînê ve bir jî nexwedîderketina wan a di êrîşên li ser axa Sûriyeyê bû. Dewletên dagirker dixwestin axa Sûriyeyê parçe bikin lê rejîm bixwe bêdeng bû. Rejîma Baasê di sala 2012an de li dijî şerê Cebhet El Nûsra, di sala 2013an de li dijî dagirkirina Efrînê, êrîşên li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiye, êrîşên Dewleta Tirk ên li ser gundewarên Helebê  û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne xwedî alternatîf bû. Herwiha neberxwedana malbata Esed rê li ber êrîşên HTŞê vekir. Em dikarin bibêjin ku bêdengiya rejîma Baasê rê li ber aloziyan vekir.

HTŞe di serî de  Cebhet El-Nusra, ku bi navê El-Qaîde li Sûriyê û piştre jî Heyet Tahrîr El-Şam tê naskirin, rêxistineke selefî-cîhadîst e ku ji aliyê Amerîka ve weke rêxistineke terorîst hatiye binavkirin. Di dawiya sala 2011an de di dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê de ji aliyê Rêberê Dewleta Îslamî ya Iraqê Ebû Bekir El Bexdadî û fermandarê navendî yê El Qaîde yê li Sûriyeyê Ebû Mihemed El-Colanî ve hat damezrandin. Di nav çend mehan de bû yek ji hêzên opozisyona çekdar ên herî diyar ên hikûmeta Sûriyeyê. Ev rêxistin berpirsyariya gelek êrîşên xwekujî li Heleb û Şamê girt ser xwe. Ew milekî El-Qaîde yê li Sûriyeyê bû. Di daxuyaniya xwe ya yekem de, ku di 24ê çileya 2012an de hat belavkirin de eniyê bang li Sûriyeyê kir ku cîhadê bikin û çekan li dijî hikûmeta Sûriyeyê hilgirin. Ev rêxistin di asta şerkirina li dijî pergala Baasê sînordar nema. Bi nequtbûna wan ji Dewleta Tirk xwestin bi her awayî şerê gelê kurd li Rojava bikin. Ji ber ku ketibûn wê ferqa ku yên fedekarî û tekoşîna xwe rizgariyê bidin meşandin li dijî wan gelê kurd e. Ji rêxistina El-Qaîde bi navek din tevbigerin û metirsiyek bixin nava gelan. Ji bo vê di nav Sûriyeyê de dest bi hemleyên serjêkirinê kirin. Mirov bêmerhmet ketin ber destê wan.

Di bin navê ‘pêkanîna zagonên Xwede de’ şerê herî tundrew dan meşandin. Ma xwedayê dilovan pîvana datîne an zagonan? Pirs di vir de ger bersiva wê bidin wê ew komên terorîst neheq derkevin. Ji ber ku kiryarên wan li dijî pîvanên Xweda bûn. Xwedayê dilovan tu demê nabêje mirovan bikujin, îşkence li jinan bikin, taciz û tecawizê jinan bikin û xwezayê talan bikin.

Êşên ku wan bi gel da kişandin gelek giran bûn lê ew bi destê şervanên YPG û YPJê li Sûriyeyê hatin têkbirin. Wan herçiqas wan hesabê hebûna xwe li ser tunebûna kurdan ava kiribe jî ev xeyalên wan têk çûn. Vî şerê li Tabqa, Reqa, Dêrezor û Kobanê bi gotina ku yê teror gelê kurd in dan meşandin. Lê wek ku me got têk çûn û cihê têkçûna wan (Kobanê) li cihanê bi nasnameya xwe ya lehengiyê deng veda.

Dîsa em vedigerin gotina berê ‘Ji ber ku kurd li ser felsefeyek rast serî rakir îro hene’. Gelê kurd piştî têkbirina DAIŞ xwe bi rêxistinkirinê ji qirêjiya li derdora xwe, xwe paqij kir û îro jî heman tiştî dike. Bi yekîtiya ku avakirine û rêzgirtina wan a ji gel û olên cuda re jiyanê ji bo herkesê bi wate û rûmet dike.

Yên ku ji destpêkê heta niha xwestin aloziya di nav Sûriyeyê de bi awayeke aştiyane bi dawî bikin gelê kurd bû. Ji ber vî destê wan ê aştiyê, îro HTŞe dixwaze bi wan re li hev bike. Ji ber ku rêya kurdan daye pêşiya xwe rêyeke rast e gelê ku li peravên Sûriyeyê dijîn dixwazin heman projeyê bikin meriyetê.  Elewî ji ber baweriya xwe îro ji aliyê HTŞê ve tên kuştin. HTŞe dixwaze bi şerê li dijî elewiyan Neteweya Demokratî ji holê rabike û yek ol û yek neteweyê di nav Sûriyeyê de bike meriyetê. Hewl didan berê niha vê daxwaza xwe li Şengalê pêk bînin.

Ev rêxistin ji bo ku xwe bi gel bide qebûlkirin gelek navan guherî lê hemû cîhan dizane ku ew terorîst in. Yên ku wan qebûl dikin û têkilî datînin Dewleta Tirk e. Lê dê ew nikaribin qirêjahiya xwe bikin nav gelê kurd. Herwiha dê nikaribin qirêjiya xwe bi me bidin paqijkirin. Niha kurd bi wan re peymanan îmze dikin lê ev ji bo perjewendiyên gelan in.

Îro me sedema hilweşîna rêjîma Baasê spart neguhertina hişmendiyê. Niha jî HTŞ ji dêlva ku di nav Sûriyeyê de xebata parastina gelan bike berovajiyê vê êrîşê gelan dike. Jinan tune dihesibîne. Heke bi vî awayê berdewam bike dê dawiya xwe bi xwe ava bike û dê ji rejîma Baasê xirabtir bibe.

Bila neyê ji bîrkirn ku yên li dijî tekoşîna jinan û serî rakirina wan şerê fetisandin û paşguhkirinê bide meşandin dê di çavên me de hertim wek teror bimînin.