Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyek weşand û diyar kir ku dê li gelek navendên Ewropayê çalakiya “Diyalogên bi jiyana azad re” li dar bixin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Erdnîgariya Kurdistan û Rojhilata Navîn di pêvajoyeke dîrokî de ye. Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27ê sibatê de aşkere kir, di serî de gelê kurd ji qada navneteweyî piştgiriyeke mezin wergirt û hêviyên aştiyê jinûve geş kir.
Têkoşîna 52 salan a Rêber Apo nîşan da ku hebûna gelê kurd bi polîtîkayên înkar û qirkirinê nikare bê tunekirin û divê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd pêk were. Ev yek ji aliyê her kesî ve tê dîtin. Paradîgmaya Jiyana Azad û Demokratîk a Rêber Apo di serî de ji gelên Kurdistanê ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bûye hêvî. Ji bo demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn, ji bo avakirina jiyaneke hevpar, wekhev û azadîparêziya jinan yekane rê ye. Ji ber vê yekê fikrên jiyana azad û felsefeya Rêber Apo her roj hîn bi baldarî têne pêşwazîkirin.
Gel û jinên kurd bi têkoşîna xwe konsepta înkar û tunekirinê ya 100 salî têk birin. Bi paradîgmaya Civaka Ekolojîk, Azadîparêziya Jinan û Demokratîk jinan û gelê me têkoşîn derbasî qonaxeke nû kirin û nîşanî tevahiya cîhanê dan ku tu tişt wê êdî mîna berê nebe. Ji bo me jin û gelê kurd, ji bo ciwanan û her kesên alîgirê nirxên mirovahiyê mezinkirina têkoşîna li dijî faşîzmê û pêkanîna serketinê yekane rê ye. Rêya herî bi wate û encamgir a vê yekê jî kombûna li dora Rêber Apo ye. Roj roja seferberbûyîna ji bo azadiya Rêber Apo ye, roja qîrîna dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û pêkanîna serketinê ye. Ji ber vê yekê em jin pêşengiyê ji banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo re dikin û têkoşîna ‘Bi jin a azad, civaka azad’ hîn mezin dikin.
Lewma em careke din diyar dikin ku em ê pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka kurd re’ mezin bikin ku 10ê Cotmehê hat destpêkirin. Têkoşîna jinên ku di 8ê Adarê de qad dagirtin, agirê azadiyê yê ku li Newrozê ji aliyê kurdan ve hat geşkirin nîşaneya xwedîderketina bi heybet a gel û jinan ji bo pêngava Rêbertî bû.
Li ser vê bingehê, li ser bingeha pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka kurd re’ weke Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê di 3yê gulanê de bi navê ‘Diyalogên bi jiyana azad re’ em ê li gelek navendên Ewropayê çalakiyên cuda lidar bixin. Weke Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) em bang li jinan, gelê xwe, ciwanan û dostan dikin ku tev li van çalakiyan bibin.”