3 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Naxwazin gel vegerin Şengalê

Hevserokê Meclisa Xwesediya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Nayîf Şemo anî ziman ku êzidiyên penaber ên li kampên Duhok, Misûl û bajarên din  di şertê xerab de dijîn û got: “Lê hikumet vegera wan asteng dike.”

30Ji 2014an heta îro, piraniya civaka êzidî yên Şengalî, ku li kampên Başûrê Kurdistanê dijîn, zêdeyî 10 sal in havînan di bin germahiyê de û zivistanan jî li ber sir û seqema dijwar di çadiran de dijîn. Di bin zext û neheqiyê de dijîn. Çadirê her malbatê di navbera 3 û 6 metreyan de ye. Heta niha bi dehan çadir şewitîn û zarokên êzidiyan têde şewitîn. Têkildarî mijarê Hevserokê MXDŞê Nayîf Şemo da zanîn ku mutahîdên herêmê biryar girtin ku hemû kampên li Iraqê bên valakirin û wiha axivî: “Xwest deriyê hemû kampan bêne girtin. Lê ev pêk nehat. Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bi civaka êzîdî re bû alîkar. Her malbata ku ji kampan vedigeriya Şengalê 4 milyon dida wan. Komek vegeriya Şengalê. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ewil 2 rojan pêşiya koçberan girtin. Li ser ragihandinê ji komên ku dixwestin vegerin Şengalê astengî derdixistin. Digotin ewlehî li Şengalê tune ye. Nêzî salekê ye 10 malbat dane sekinadindin. Dîsa hatina malbatan a Şengalê dan rawestandin. Hikûmetê lê nerî ku koçber  vedigerin Şengalê. Nêzî 3-4 caran dest danîn ser belgeyên Xelkê Şengalê.”

Şengal axa Şengaliyan e

Nayif Şemo li ser nêzîkatiya hikûmetê û PDKê jî wiha got: “Hikûmetê dît ku xelkê Şengalê bi temamî vegerin Şengalê, dê Şengalê ava bikin. Şengal a xelkê Şengalê ye. Zanîn ku xelkê Şengalê yên êzidî bi temamî vegeriyan, dê xwe bi xwe bi rêve bibin û xwe nas bikin. Gotin dê Şengaleke xweser ava bikin. Gotin dê yekîtiyekê û tifaqekê ava bikin. Gotin xwe bi rêve bibin û tifaqê ava bikin, dê li dijî fermanên wan derkevin. Ji ber vê yekê belgeyên destûra vegerê dan sekinandin.”

Nayîf Şemo anî ziman ku wekî Rêveberiya Xweser a Şengalê serî li Mekteba Serok Wezîrê Iraqê da û wiha pêde çû: “Me îtîraza nedayîna belgeyên destûrê kir. Wekî Rêveberiya Xweser, me dengê xelkê Şengalê gihând Serok Wezîr. Me got li ser gel zilmek mezin heye.  Me diyar kir ku rê li pêşiya vegera Xelkê Şengalê girtine. Me got bi zanebûn belgeyên destûra vegerê rawestandine. Me xwest Serok Wezîr bi taybet li ser bisekine û zextan li wan bike. Me xwest êzidî ji bin vê bindestiyê derkevin û vegerin ser cihê xwe. Me got yên bi partiyên Iraqê û Başûrê Kurdistanê re bin xem nake. Lê xema me ewe ku xelkê me vegere Şengalê.”

Nayîf Şemo herî dawî got: “Hefteya borî nêzî 300 malbat hatin Şengalê.  Bi keyfî pêşiya xelkê Şengalê tê girtin. Destûr nadin ku xelk vegere. Em bang li gelê xwe dikin ku dengê xwe bigînin rayedarên bajêr û derve. Dengê xwe bigînin Amarîka û welatên din. Em dixwazin destê xwe bidin hev û tifaqê ava bikin û bi hevre vegerin Şengalê û xwe bi rêve bibin. Em dixwazin yekîtiyek û xweseriyek êzidiyan ava bibe.”