Roja 26ê Nîsanê yek ji benderên herî mezin yê bazirganiyê ya Îranê bendera Recaî a li bajarê Bender Ebasê teqîneke mezin pêk hat.
Heta niha hejmara kesên ji ber teqînê mirin derket 70 û nêzî 150 kes jî birîndar bûne.
Walîtiya Hurmuzganê jî ragihand 22 kes hê jî winda ne.
Wezîrê Karên Hundir yê Îranê Îskender Mumînî derbarê buyerê de daxuyanî da û aşkere kir ku teqîn ji ber xemsariyê û pêkneanîna tedbîrên ewlekariyê pêk hatiye.
Rejima Îranê ji ber teqînê 28 nîsanê li gelemperiya welat rojek, li herêma Hurmuzganê jî sê roj şîn ragihand.