1 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

  Dergûş

Ev xebatên zanistî yên pisporan ên di warên antropolojî, arkeolojî û etnolojiyê de derxistine holê bi awayekî zelal fikra ku Kurdistan-Mezopotamya ji mirovahiyê re dergûşî kiriye radixe ber çavan

Gotineke ku her tim tê gotin ku Rojhilata Navîn, Kevana Zêrîn, ango Kurdistan dergûşa mirovahiyê ye. Dema ku pisporên di warên antropolojî, arkeolojî û etnolojiyê de analîzên xwe yên dîrokî didomînin û lêkolînên xwe yên li ser dîroka şaristanî û mirovahiyê kûrtir dikin, delîlên bingehîn, zexm û nû yên vê rewşa “dergûşê” derdikevin holê. Gelek zanyar û dîroknas şaristaniyê dişibînin herikîna çemekî. Bi rastî jî herikîna dîroka mirovatiyê mîna çemekî diherik e. Lêbelê, herikînek ber bi paş ve jî heye.

Bi rastî, Navendên Neolîtîk ên ku di van 60-70 salên dawîn de li Kurdistanê hatine keşfkirin û delîlên dîrokî dikarin dîroka heyî serûbin bike. Mînak; delîlên ku bi qasî 12 hezar salan ên ku li Girê Miraza ya Rihayê derketine holê. Dîsa ji Girê Miraza jî kefintirîn delîlên ku li Zeviya Maherkê ya li Kerborana Mêrdînê derketine holê ku ew jî digihêje 14 hezar salan bi hêsanî dikarin dawî li tezên dîrokî yên li ser Misir û Sumer bîne.

Dîsa li Gundê Xursê yê Qosera Mêrdînê di şikefta ku hatiye dîtin de bermahiyên mirovan ên beriya niha 350 hezar salî hatiye tespîtkirin rewşa heyî ya dîrokî bi zelalî aşkera dike. Ev xebatên zanistî yên pisporan ên di warên antropolojî, arkeolojî û etnolojiyê de derxistine holê bi awayekî zelal fikra ku Kurdistan-Mezopotamya ji mirovahiyê re dergûşî kiriye radixe ber çavan.  Ev delîl û dane xuya dike ku nivîs ne li Sumerê li Girê Mirazan û deverên din ên Kurdistanê pêş ketiye, ji niştecihiyê heta perestgehên baweriyan bi hezaran salan beriya Misrê li vê axê hatine çêkirin.

Di eslê xwe de ev herikîna dîrokê ya ber bi paşerojê, bi awayekî xwezayî di gelek mijaran de hê jî nediyarbûn hene. Lê di xalekê de zelalbûn bi rengekî balkêş tê dîtin û ew jî ev e ku zanist her dem îşaret bi erdnîgariya Rojhilata Navîn û Kurdistanê dike. Her çiqas li dijî vê erdnîgaiyê ji zanistê dûr hin tezên berovacî derkevin holê jî bi giranî encamên xebatên zanisîtî yên di warên antropolojî, arkeolojî û etnolojiyê de, vê erdnîgahiyê wekî “Dergûşa mirovahiyê” dide xuyakirin.

Di encama sepandina rêbaz û teknîkên zanistî yên di warê lêkolîna dîrokî û arkeolojiyê de, firsendên geşkirina paşerojê roj bi roj zêde dibin. Şiyana diyarkirina dîrokan pir rast, nemaze bi rêbaza teknîka karbonê û vedîtina zanista dendrokronolojiyê (Dendrochronology: Rêbazek ji bo diyarkirina dîrokan li ser bingeha xetên daran. Ev rêbaz pêşî ji bo destnîşankirina temenê daran hate bikar anîn lê paşê bi taybetî ji bo destnîşankirina temenê bermahiyên arkeolojîk hat bikar anîn.) agahêyên pêbawertir û rastir were bidestxistin.

Bi pêşketinên girîng ên arkeolojiyê yên di van 70 salên dawî de, tezên ku cara yekem li herêma Rojhilata Navîn ceh û genim hatine çandin, hatin piştrastkirin. Her wiha bi zelalî hatiye îspatkirin ku sewalên wek mî, bizin, çêlek û hwd. pêşî li vê erdnîgariyê hatine kedîkirin û ji wir jî li Ewropayê belav bûne.

Di serdema niha de derdorên zanistî girêdanên di navbera paşeroja mirovahiyê û Rojhilata Navîn bi delîlên nû aşkera û pêşkêş dikin. Mînak, lêkolînên arkeolojîk dane û tespîtên şênber derketine holê ku ne tenê neolîtîk, jiyan û çanda beriya Mezolîtîkê jî li Rojhilata Navîn derketiye holê.

Bi rastî jî yên ku îro tezên pêşketîtir û azwerî derdixin pêş û dibêjin ku pêşketina mirov bi taybetî jî di asta mirovê ku difikirin de, ango Homo Sapiens, pêşî li van xakan pêş ketiye mirov nikare paşguh bike.

Yek ji wan dîroknas M. Izady dibêje, bi rastî jî gelek tiştên ku şaristaniya çîna Sumeran bi dest xistine, 7 hezar sal berê li çiya û newalên Kurdistanê dest pê kirine. Izady balê dikişîne belgeyên arkeolojîk û zoolojî-botanîkî ku rola pêşengiya Kurdistanê di pêşkeftina şaristaniyê de lîstiye. Izady di derbarê serdema berî neolîtîkê de wiha dibêje: “Şkeftên Paleolîtîk û Mezolîtîk li Kurdistanê ne. Wargehên ku ji şikeftan pêk tên ên li Bêhistûnê (Çiyayê Bisitûn) nêzî 10 hezar sal in û şûnwarên Şanidar jî xwedî dîrokek 56 hezar salî ne.”

Wiha dixuye ku dîroka ekosîstema Zagros û herêmên derdora wê wekî dergûşa mirovahiyê ji serdema mezolîtîk wêdetir diçe.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê