“Jana Dil” pirtûkek bîranînê ya Hesen Beyret e ku piştî kurê wî Bedrî di pêngava xweseriyê ya xendekên li Nisêbînê gihîşt merteba şahadetê de, bi encamên xwendina nameyekê re nivîsî ye, ji nav weşanên Aramê derçû. Beyret bi vê xebata xwe re him êşên kesayetî û him jî şopên têkoşînek e berfireh a civakî; çi li hûndir çi li derve nîşan dide û balê dikişîne. Bi berfirehî behsa bandora jiyan, têkoşîn û dawiyê, nameya ku vedibêje bi dawî dike. Di gel nakokiyên hestyarî û hesreta ku weke bav di vê pêvajoyê de çi jiya ye, bi şêwazek e balkêş tîne ziman.
Dema ku mîrov dest bi xwendina pirtûkê dike, pêşî mirov rastî çîroka pîrê ya bi eslê xwe Fileh e ku di dema qirkirinê de bûyerên têne serê wan, koçber dibin û paşê pîrê bi xwîşk û birayê xwe re ku hîn ciwan in, xwe dispêrin koçerên li zozanên Botanê, dibînin. Xizmên pîrê tên-dê û bavê xwe di bûyera ku derbas bûbûn de wanda kiribûn-wan bibin, pîrê naçe, bi lawê koçerên ku xwe spartibûne wan re dizewîce û li wir bi cih dibe. Dawiyê nivîskarê me torinê Pîrê, Hesen tê dinê û kurtejiyana wî dest pê dike. Nivîskar bi malbata xwe re ji ber sedemên eşîrtî ji gundê xwe koçber dibe, diçe gundekî din, pê re çalakiya xwe ya ewilî li gundê ku dibistanê lê dixwîne li dar dixe, em dibînin.
Nivîskar ji ber sedemên neyênî û têkçûna aborî bi malbata xwe re careke din dibe şahidê koçberiyê û vê carê berê xwe dide Nisêbînê. Çîroka me esil ji vir û şûn de dest pê dike. Em dibin şahîdê şerê Bagokê, şerê heval Kamuran, Luqman û her pênç hevalên xwe, Akîf û Mahmud ku xîyanet xwe dide der û ya herî giring serhildanên wê demê. Sedemê girtina xwe, nakokikên heyî, pêvajo di wê serdemê de çawa dirûv digûhere û berê xwe dide girtîgehan… Di girtîgehan de jî wahşeta ku hatibû meşandin û tê de 10 girtî çawa şehîd dikevin, sirgûn dibin, bibînin.
Di girtîgehan de em êdî zarokek î bi navê Bedrî jî nas dikin ku tê dinê û êdî dibe rêhevalê me û bi xwendinê re dem bi dem me bi bûyerên zîndan û sirgûnbûnê re ku bi Bedrî re dibin şahîdê wê demê. Bi vî awayî Bedrî û nivîskarê me dibin hevalên hev. Demek tê ku Bedrî bi gotinek qet ji bîra nivîskarê me neçe dibêje: “Her bav bi zarokên xwe şa dibe. Pere dide, tiştan jê re dikire. Dema wan dibînim xemgîn dibim. Ji ber vê ez veşartî digirîm…”
Her wiha “Jana Dil” ne tenê çîrokek e kesayetî pêşkêş dike, di heman demê de bûyerên dîrokî, civakî, çandî, aborî, siyasî ku yên gelê kurd jiyaye jî ronî dike û vedibêje. Di pirtûkê de nasnameya kurdan a neteweyî, pêkhateyên civakî û lêgerîna azadiyê bi kûrahî tê vegotin. Di vê çarçoveyê de çîroka şexsî ya nivîskar û ya herî giring şehîd Bedrî ku em çi qasî bibînin jî, bi gelemperî panoramayek e civakî radixîne ber çavan.
“Jana Dil” bi şêwazek e edebî, zimanekî zelal, henûn û fesîh hatiye nivîsandin. Bi awayekî xweş û hestiyar ku mirov bihejîne, bandor bike ziman bi kar tîne. Ziman bi hevokên helbestî ku êş û hesreta bavekî pir kûr radixe ber çavan. Ji ber ku bi tundiya hestyarî û şêwaza vegotinê balê dikîşine, ji bîranîn û berhemek e wêjeyî wêdetir, rastiyek e civakî ye.
Pirtûk ji cureyên bîranînê wêdetir e, di avahiyek e êşa neteweyî de nêz dibe. Bi têkelkirina bîranînên xwe yên kesayetî bi zimanekî resen, vegotinek e berfirehtir diafirîne. Ev dibe ezmûnek ku him kesayet û him jî civak lê hûr û kûr bibe ku hesta netewayetî peyda bike. Bi perspektîfek e vebêjer, him wekî bav û him jî wekî çavdêrekî civakî, xwîner dibe şahidê têkoşîn û berxwedana kesayetî ya ku dibe malê neteweyî.
Pirtûk bi kûrahiyek e hestyarî ku derdikeve pêş, di heman demê de êşa gelê kurd ku raçav dike, him wek berhemek e edebî û him jî wek belgeyek e civakî xwedî girîngiyek e mezin e. Êşa ku Beyret dîtiye, mînakek û parçeyek ji têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e. Bi vî awayî bi berfirehî pêngavekê, serdemek bestî bi çarçoveyek e dîrokî û çandî pêşkêş dike. Di vî warî de bi hafizeyek e neteweyî dibe xwedî mînakek bêhempa û cihêreng.
“Jana Dil” bandorek kûr û hestane li ser xwendevanan dihêle. Bûyerên ku têre derbas dibin, bi fêmkirina cîhana hundirîn û têkoşîna civakî tenê sînordar namîne, di heman demê de li nirxan xwedî derketin û li ser şopa heqîqetê berxwedana gelan e.
Di encamê de “Jana Dil” him di warê kesayetî û him jî di warê civakî de xebateke girîng e ku jiyana Hesen Beyret, têkoşîna Şehîd Bedrî û lêgerîna azadiya gelê kurd bi awayekî balkêş vedibêje. Ji bilî nirxê wêjeyî, ev pirtûk ji aliyê bîreweriya civakî û çandî ve jî hêja û bêhempa ye. Ku em guh bidin çend kêliyên nameyê, wê her tiştî ji me re bibêje;
“Dema min ev name vekir û rêzên ewilî xwandin, pêşyê dilê min, paşê destên min recifîn. Ji serî heya piyan janekê ez girtim. Qirika min tijî bû, kelegirî bûm. Dawîyê jî giriyam. Ji çavên min hêsrên xembar bariyan. Ketime nava xem û şîna te.
Wê gavê tu li ber çavên min bûyî. Min li lawê xwe dinihêrî. Min tu hembêz dikirî, çavê te maçî dikir. Tu zarok bûyî li ber dilê min. Xeyalî jî be, min destê delalê xwe digirt û li sûka Nisêbînê digerand. Diya te jî bi me re bû. Em bi hev re diçûne serê Ava Spî. Dibû êvar, em vedigerine malê. Wê demê hevalan banî çayê kir û ez ji xeyala xwe şiyar bûm. Nameya Welat di destê min de bû.
Ev name va ye, li hember min. Nameyeke bargiran e. Qala cangoriyekî ciwan dike. Darbesta te li ser milên hevokên wê ye. Hêdî hêdî ber bi dilê min vê dimeşe.
Ka ez vê nameyê ji te re jî bixwînim lawê min. Ku dawiya çîroka te baş bê fêmkirin.”
Bo vê jana dil êşek e neteweyî ye.