4 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Berxwedana Kobanê yekîtî ava kir’

Beşdarên Konferansa Yekrêzî û Yekheswesta Kurdî di konferansê de anîn ziman ku Rojava, di Berxwedana Kobanê de û bi konferansa niha yekîtiya kurdan ava kir.

Konferansa Yekrêzî û Yekheswesta Kurdî li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Endamên şandeya ji Bakurê Kurdistanê û yên Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) axivîn.

Li ser navê KNKê Zeyneb Mûradî lidarxistina konferansê pîroz kir û got: “Rojavayê Kurdistanê di berxwedana Kobanê de bûye yek. Îro jî ji bo yekîtiya Kurdan careke din Kurd li hev kom kirin.”

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Keskîn Bayindir jî wiha axivî: “Em hewl didin ku banga birêz Abdullah Ocalan bigihînin hemû cîhanê. Me heta niha bi hemû partî û hêzên Kurdistanî re gelek hevdîtin pêk anîn û bi rêya şandeya Îmraliyê me karî peyam û helwestên hêz û aliyên Kurdistanî ji birêz Abdullah Ocalan re ragihînin. Bingeha banga Rêbertî azadî û aştî ye, beriya wê jî divê em ji bo yekitiya kurdan bixebitin. Wê ev konferans pêşngiya yekrêzî û yekitiya giştî û hezkirina Kurdan a navxweyî bike. Li ser esasê vê konferansê Kurd dê li ser axa xwe ya dîrokî bigihêjin armanc û mafên xwe.”

Keskîn Bayindir peyama piştevaniya gelê Bakurê Kurdistanê parve kir û destnîşan kir ku Bakurê Kurdistanê piştgiriya bêsînor dide gelê Kurd ê li Rojava.

YNK’ê jî di peyama xwe ya ji bo Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê de wiha got: “Em hêviya serkeftinê ji bo vê konferansê dixwazin û piştevaniya xwe dubare dikin. YNK’Ê bi berdewamî daxwaza yekrêziya gelê Kurd dike û li ser piştgirîkirina tevgera rizgarîxwaz a Kurd li Sûriyeyê berdewam e. Em di wê baweriyê de ne ku aramiya li Sûriyeyê girêdayî aramiya herêmê ye, ji ber vê yekê divê mafên hemû pêkhateyan bên parastin. Armancên me dê bi yekitiya neteweyî û ji hev têgihiştinê pêk werin. Em ji dijwarî û geşedanên li herêmê diqewimin haydar in, ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, pêwîst e hemû aliyên siyasî û pêkhateyên etnîk û olî bi hev re ji bo bidestxistina mafên xwe yên kollektîf bisekinin. Aramiya Sûriyeyê bandoreke rasterast li ser aramiya herêmê dike. Yekbûna aliyên siyasî hem ji bo civaka navneteweyî û hem jî ji bo gelê Kurd dibe hêviyek. Divê em hişyar bin li hember hewldanên têkbirina yekitiya gelê Kurd.”