3 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Keskîn Bayindir: Kurd dê li ser axa xwe bigihîjin mafên xwe

Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojava axivî û diyar kir ku li ser esasê vê konferansê kurd dê li ser axa xwe ya dîrokî bigihîjin armanc û mafên xwe.

Li Qamişlo Konferansa Yekrêzî û Yekheswesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê dewam dike. Endamên şandeya ji bakurê Kurdistanê û yên Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) axivîn.

Li ser navê KNKê Zeyneb Mûradî lidarxistina konferansê pîroz kir û tekez kir ku rojavayê Kurdistanê di berxwedana Kobanê de bûye yek û îro jî “Ji bo yekkirina kurdan careke din kurd li hev kom kirin.”

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Keskîn Bayindir jî wiha axivî: “Em hewl didin ku banga birêz Abdullah Ocalan bigihînin hemû cîhanê. Me heta niha bi hemû partî û hêzên kurdistanî re gelek hevdîtin pêk anîn û bi rêya şandeya Îmraliyê me karî peyam û helwestên hêz û aliyên kurdistanî ji birêz Abdullah Ocalan re ragihînin. Bingeha banga Rêbertî azadî û aştî ye, beriya wê jî divê em ji bo yekitiya kurdan bixebitin. Wê ev konferans pêşngiya yekrêzî û yekitiya giştî û hezkirina kurdan a navxweyî bike. Li ser esasê vê konferansê kurd dê li ser axa xwe ya dîrokî bigihêjin armanc û mafên xwe.”

Keskîn Bayindir peyama piştevaniya gelê bakurê Kurdistanê gihand û destnîşan kir ku bakurê Kurdistanê piştgiriya bêsînor dide gelê kurd ê li Rojava.