Şandeya neteweyî yê ji bo Sûriyeyê Gier Pedersen di civîna Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî ya ji bo Sûriyeyê de axivî û got: “Yekhelwesta Meclisa Ewlehiyê ya der barê Sûriyeyê gaveke erênî ye. Rewşa li perava Sûriyeyê zehemtiyeke mezin e. Pêdiviya me bi pêvajoyeke siyasî ya giştî li Sûriyeyê heye.”
Gier Pedersen bang li desthilata Şamê kir ku hesabê ji sûcdaran bixwaze û hemû beşên civaka Sûriyê biparêze û wiha anî ziman: “Meclisa Ewlehiyê ji ber hebûna çekdarên biyanî li Sûriyeyê bi tirs û guman e.”
Pedersen da zanîn ku divê rêbazek ji bo danûstandinan were danîn da ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêvajoya siyasî de beşdar bibe û got: “Mijara girtina çekan û jihevxistina komên çekdar û ji nû ve tevlikirina wan, mijareke pir tevlihev û zehmet e.”