30 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Helwesta ne zelal a hikûmeta AKP’ê

Ridvan Doner

Tirkiye di warê demokrasî û rewşa mafên mirovan de di qonaxeke krîtîk de ye. Li ser banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk, cidiyeta gavên ku dewlet wê di vê pêvajoyê de biavêje tê meraqkirin. Lê AKP li gor rewşa siyaseta navneteweyî tevdigere û li benda firsendên mudaxeleya destkeftiyên kurdan dike û mijul dike. Helwesta ne zelal a AKPê armancên bi fikar tîne bîra mirov.

Li aliyekê banga lidarxistina kongreya PKKê dike û aliyê din li qadên qerîla êrîşên dagirkeriyê didomîne. PKKê agirbest îlan kir lê ev agirbest ji ber helwesta ne diyar a dewleta tirk yekalî ma. Dibe ku li pey provokasyonan e û planên qirkirinê dikin.

Halê hazir hêj gavên berbiçav nehatine avêtin û berdewamkirina tecrîd û êşkenceya li ser girtiyên siyasî, bi taybetî li ser Rêber Apo, pirsa ku Tirkiye di vê pêvajoyê de dikare heta çi astê biçe pêş dixe.

DEM Partî jî li aliyekê bi daxwazên xwe yên ji bo rakirina tecrîdê û serbestberdana girtiyên nexweş û bicihanîna rêgezên qanûnî, balê dikişîne ser raya giştî. Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di navbera Rêber Apo û AKPê û partiyên din ên siyasî de danûstandinên xwe didomîne.

Di 10ê nîsanê de daxuyaniyên Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan piştî hevdîtina bi Serokê AKPê Recep Tayyîp Erdogan re rojeveke girîng derxist holê. Tê îdiakirin pêvajo (hêj navê wê nehatiye danîn) di nava çend mehan de biqede, heta tê gotin di dawiya meha Hezîranê wê bi ser bikeve. Lê gava şênber a AKPê ew e ku 21ê Adarê roja Newrozê betlaneya fermî bike. Ev ne gave û bêcidiyetiya hikûmetê alanenên nîşan dide. Dibe ku hin aliyên xweşbînî vê yekê erênî binirxînin lê li hember kurdan dewleta tirk, hikûmeteke ku ji bo desthiltadariya xwe komkujiyan dike heye. Xweşbîniyên bi vî rengî rê li ber tasfiyeyê vedike.

Elbet nûnerên siyaseta demokratîk ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û dabînkirina azadiya fîzîkî daxwazên xwe tînin ziman. Her wiha di mijarên wekî “mafê hêviyê”, deswerdana qeyûman û hemwelatiya wekhev de gavên berbiçav dixwazin.

Hevdîtina 18ê nîsanê ya bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re were kirin ji ber tenduristiya Sirri Sureyya Onder hat paşxistin. Di hevdîtinan de divê ev daxwaz bên rojevê û wê pêvajoya çawa bimeşe zelal bibe. Lê daxuyaniyên berê yên derbarê mevzuatê yê Yilmaz Tûnç ê AKPyî jî di bîra me de ne.

Dîsa DEM Partî wê gelek aliyên din re jî, ji bo beşdariya pêvajoyê û piştgirîdayînê hevdîtinan bike. Di van hevdîtinan de bi taybet bingehê nîqaşên girîng ên li ser rol û tevkariya jinan di pêvajoya aştiyê de tê dayîn.

Mijarên ku di hevdîtina serokê AKPê Erdogan û heyeta DEM Partiyê de hatin axaftin, dibe ku ji bo siberoja pêvajoyê helwestekê şênber dayne. Lê di vî warî de jî daxuyanî û dîplomasiya Hakan Fîdan xweşbîniyekê ava nake. Statuya Rêveberiya Xweser a Rojava û gefên li ser Şengalê , dîsa wekî me anî zîman êrîşên li ser qadên gerîla nîyeta hukumeta AKP’ê diyar dike.Di nava dewleta Tirk de carinan dengê lewaz ên gavavêtinê derkevin jî halê hazir li bendê mayînek heye. Raya gişti yê kurd heke bi fikar be, nûnerên siyaseta demokratîk bi taybetî endamên Heyeta Îmraliyê neçarin di daxuyaniyê xwe de baldar bin. Ev ne zelalî fikaran hê zêdetir dike û armanca veşartî yê hikûmeta AKPê tîne bîra mirov.