30 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rageşiya di navbera Hindistan û Pakistanê de zêde dibe

Hindistanê piştî bûyera li Kaşmîrê ku di bûyerê de 26 kesan jiyana xwe ji dest dan, li hemberî Pakistanê bergiriyên tund girtin.

Hikûmeta di bin serokatiya serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi de weke berpirsê êrîşê Pakistanê dibîne û hin cezayên dîplomatîk û aborî li Pakistanê birîn.

Hikûmeta Hindistanê, ragihand ku bila welatiyên Pakistanî yên li welêt heta 27ê nîsanê li gel vîzeyên xwe Hindistanê biterikînin.

Ji bo vîzeyên tibî jî ev dem heta 29ê nîsanê hat dirêjkirin. Herwiha hat xwestin ku karmendên leşkerî û dîplomatîk ên pakistanî jî ji welêt derkevin.

Deriyê sînor ê di navbera her du welatan ê bi navê Attari-Wagah jî hat girtin. Ev deriyê sînor bi merasîma leşkerên her du welatan ya her roj dihate naskirin.

Herwiha Peymana Çemê Indusê ya têkildarî parvekirina çavkaniyên avê ya di sala 1960î de hatî îmzekirin jî ji aliyê Hindistanê ve hat betalkirin. Delhiyê diyar kir ku heta Pakistan piştevaniya xwe ji bo terorê bi awayekî aşkere bi dawî neke, ew ê li ser peymanê li hev nekin.

Piştî êrîşê xwendekarên Keşîmîrî yên li Hindistanê dixwînin tên hedefgirtin Jamnu û Komeleya Xwendaran a Keşmîrê ragihandin ku gelek xwendekar ji wargehên xwe hatine derxistin û li hin eyaletan jî xwendekarên berbehs bi tundiya fizîkî re rû bi rû mane.  Rêveberê komeleyê Nasir Khuehami ev bûyer weke ‘’kampanyaya nefretê ya li dijî xwendekarên Keşmîrî’’ pênase kir.

Li hemberî van hemû geşedanan Desteya Ewlehiyê ya Pakistanê biryara lidarxistina civîna awarte da. Ji bo nirxandina van pêngavên Hindistanê yên tund rayedarên pilebilind ên leşkerî û sivîl civiyan.

Serokwezîrê Hindistanê Modi got: ‘’Em ê heta dawiyê li hemberî terorîst û aligirên wan bisekinin. Dê tu kes bê ceza nemîne.’’

Keşmîra li binê Himalayan dimîne, ji sala 1947an ve ye di navbera Hindistan û Pakistanê de bûye sedema rageşî û pevçûnan. Herêm ji sala 1989an ve ye şahidiya serhildaneke mezin dike ku di encamê de deh hezaran welatiyan jiyana xwe ji dest dane. Li gel van pêngavên Hindistanê yên vê dawiyê rageşiya di navbera aliyan de zêdetir bû.