Tevî biryara agirbestê ya PKKê jî êrişên Dewleta Tirk ên li ser herêmên Zap, Avaşîn, Garê, Metîna û Girê Biharê û gelek deverên din ên Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in.
Li gorî nûçeya ANFê; HPGê ragihand ku Dewleta Tirk ji 19ê Nîsanê heta 24ê nîsanê li gelek herêman ji bejahî hem hewayî ve bi giştî 691 caran êrîş pêk aniye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku HPGê jî di çarçoveya mafê xweparastina rewa de bersiv dane.