30 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzerên Abdullah Ocalan li Parlamentoya Norwecê axivîn

Parêzerên Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez û Cengîz Yureklî li ser vexwendina Partiya Sor a Norwecê (Rodt) çûn Osloyê û li Parlamenta Norwecê axaftin kirin.

Parlamenterên Partiya Sor Bjornar Moxnes, Hege Bae Nyholdt û Seher Aydar jî di nav de Solidaritet med Kurdistan, nûnerên NCDKê û rayedarên saziyên Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê beşdarî civînê bûn û mijarên weke pergala tecrîda mutleq a Îmraliyê, hewldanên pêvajoya çareseriyê û bangên aşitiyê hatin rojevê.

Ewil Parêzer Îbrahîm Bîlmez axivî û anî ziman ku pêvajoya ji dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hatî kirin, pergala Gîrtîgeha Îmraliyê bi piştevaniya hêzên navneteweyî hatine avakirin. Bîlmez diyar kir ku îro bes ne li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Li seranaserê Kurdistanê polîtîkaya tecrîdê tê sepandin.

Parêzer Îbrahîm Bîlmez bal kişand ser geşedanên heyî ku weke çareseriya duyem bi nav dike û got: “Silavdayîna Devlet Bahçelî ya ji bo parlamenterên DEM Partiyê, serdedana Omer Ocalan a ji bo Îmraliyê û gotina Bahçelî ya ‘Bila Ocalan were Meclîsê û biaxive’ gelekî girîng in.

Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku piştî van yekan di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û heyetekê de hevdîtin pêk hatin û Ocalan peyama ‘Ez dikarim pêvajoyê ji zemîna şer bikşînim ser zemîna hiqûq û siyasetê’ daye.

Parêzer Cengîz Yureklî jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku banga Abdullah Ocalan a ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ li her çar perçeyên Kurdistanê û li Rojhilata Navîn deng vedaye û xwedî lê hatiye derketin.

Cengîz Yureklî têkildarî bertekên desthilatdarî û muxalefeta li Tirkiyeyê jî mînakên şênber nîşan dan û got ku divê civaka navneteweyî jî bi baldarî vê pêvajoyê bişopîne. Parlamenterê Partiya Sor Bjornar Moxnes jî anî ziman ku ew bi baldarî pêvajoyê dişopînin û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîng dibînin û pirsa ‘Hûn ji me alikariyeke çawa dixwazin?’ kir. Îbrahîm Bîlmez jî pirsa Moxnes bersivand û got ku “Pirsgirêka Kurd veguheriye pirsgirêkeke navneteweyî” û diyar kir ku çareserî hemû beşên civakê eleqedar dike û bersiva; “Em ji bo van alîkariyên di vê çorçoveyê de spasiyên xwe dikin û li bendê ne ku ev yek zêdetir bin” da.

Civîn bi bersivandina pirsên beşdarê ên din û axaftinên spasiyê bi dawî bû.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê di çarçoveya bernameyên xwe yên li Osloyê beşdarî hin çalakiyên din jî bibin.