Cîhan ketîye qonaxeke nû ya pêşketinê ku di heman demê de ligel pêşketina teknolojiyê, guhertinên di warê siyasî û ewlehiyê de jî bileztir dike. Di qada navneteweyî de gelek qeyran qewimin, wek qirkirina li Xezayê û pevçûnên li Ûkraynayê. Li Kafkasyayê di sala 2021an de bi destpêkirina operasyonên leşkerî yên Azerbaycanê yên li dijî Ermenîstanê re rewş guherî. Di şerê di navbera eksena Tirkiye-Azerbaycanê û Erîvanê de pirsgirêka sereke bandora li herêmeke girîng a jeopolîtîk û jeoekonomîk e. Di payîza sala 2023yan de hêzên Komara Azerbaycanê, Qerebax girtin û bi deh hezaran Ermenî neçar man koçî Ermenîstanê bikin. Danûstandinên di navbera aliyan de li ser derbaskirina çar gundan ji bo Azerbaycanê di qonaxa dawî de ne.
Niha, dema ku em dibînin ku nîşanên şerekî nû yê germ û sar di navbera Rojava û Rûsyayê de derdikevin, Asyaya Navîn û Kafkasyaya Başûr careke din bûne navenda bala aliyên şer.
Lê belê ji bo Amerîka, Rejîma Siyonîst Îsrail, Fransa û Brîtanyaya Mezin bijardeya muzakereyên aştiyê li Kafkasyayê li ser bingeha formata “3+3” nayê qebûlkirin. Ji ber ku dibe sedema bidestxistina aştiya domdar, planên wan ên destwerdanê yên li Asyaya Navîn û hebûna NATOyê li vê herêmê asteng bikin. Ji ber vê yekê, her çend helwesta wan a fermî piştgirîdayina aştî û aramiyê ye, lê di pratîkê de dixwazin rêkevtinên ku di Lûtkeya Tehranê de derketine holê têk bibin û ji bo Îranê astengiyên siyasî, aborî û jeopolîtîk ên wek Korîdora Zengezûrê derbixin.
Rûs di pêşbirka Emerîka, Tirkiye û heta Çînê de hewl didin li herêmê rol û bandora xwe zêde bikin. Moskow ji nêz ve çavdêriya polîtîkayên welatên cîran ên herêmê dike ku hewl didin tevlî NATOyê bibin. Helbet her yek ji van welatan armancên qaşo ewlehî û têkoşîna li dijî terorê, kontrolkirina koçberan û hwd. e. Bi rastî jî divê bê gotin ku li Ewropaya Rojhilat, Kafkasya, Başûr û Asyaya Navîn qonaxeke nû ya Şerê Sar û veguhertina navendên desthilatdariyê heye. Û eger hin hêzên herêmî bifikirin ku sînorên xwe biguherînin, ev yek dê encamên xeternak derxe holê.
Welatên Kafkasya û Asyaya Navîn di qonaxeke dijwar re derbas dibin. Ev yek wê ti fêdeyê nede gelên herêmê û bêguman tu welat jî wê nikaribe di rûbirûbûna heyî de bi ser bikeve. Têkoşîna jeopolîtîk ji bo kontrolkirina Avrasyayê heye, ji ber herêmeke xwedî potansiyeleke pir mezin e, nemaze li gorî pêşketina Çîn û Rûsyayê. Ev têkoşîn di çalakiyên Ukraynayê yên li dijî Rûsyayê, Taywanê yên li dijî Çînê û cezayên li dijî Îranê de xwe dide der. Hem Îran û hem jî Rûsya li dijî berfirehbûna NATOyê li Rojhilat in û di wê baweriyê de ne ku bingeheke wê ya maqûl heye.
Ji ber vê yekê, ji aliyekî ve NATO bi vegerandina li pratîkên Şerê Sar di afirandina nîzameke ji kaosê de hevgirtî nîşan dide. Ji aliyê din ve muhafezekariya nêzîkatiyê ji bo sererastkirina statûkoyê ye û dema ku şert û mercên derve biguherin wê xwe tine bike. Bi girtina metafora pêlekanê, mirov dikare yeke din jî ji klasîkan bîne bîra xwe. Li Hogwarts, xwendekarên nû hatin hişyar kirin ku pêlekan rê diguhezînin: hûn dikarin bi mebest hilkişin jor, lê li ber derîyekî nehewce bisekinin.
Serokên welatên herêmê û her weha hêzên mezin yên welatên rojavayî wekî her caran ji bo armanc û berjewendîyên xwe welatên piçûk dikin qurbanî. Her çendî hawîrdora niha pir dijwar be jî, dema borî nîşan dide ku gelekî kû xwedî paşerojê be pêwîst e bi awayekî aqilane tevbigere ku nebin qurbaniya hêzên mezin.