14 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ziman, gotin û vegotin

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Pergala zixm û bingehîn a ku awa û çawaniya axaftin, ragihandin û pêwendiya navbera mirovan diyar dike ziman e. Mirov bi xwe jî parçeyekî vê pergalê ye û di jiyana mirovan de roleke sereke dilîze

Zimanê ku derfeta parvekirina raman, hest û daxwazên mirov dide, di birêxistinkirina jiyana civakî de jî roleke sereke dilîze. Belê ziman tenê ne berhevoka peyvan e. Lewre fonksiyona ziman, hem xwe di awayê vegotinê, hem di bibandorbûna vegotinê û hem jî di kûrbûna wateyê de dide der. Ziman ew avahiya zindî ye ku hem serpêhatiyên dîrokî hem mîrateya çand û hem jî feraseta mirov a cîhanî di xwe de dihewîne.

Ziman ne tenê rêzeka peyvan e; heman gavê amûra fikirîn, têgihiştin û danasîna cîhanê ye.

Divê têgînên mîna ziman, gotin û vegotinê hem di asta ferdî û hem jî di asta civakî de rast werin navandin, ravekirin û şîrovekirin da ku têkiliyên mirovan di çerçoveyek fonksîyonel de werin rûnandin. Ziman, gotin û vegotin; hêmanên pêwendiyên mirov ên civakî ne. Her yek ji wan bi di pêvajoya hilberîna wateyê de hem bi serê xwe û hem bi hev re roleke cûda dilîzin. Ziman hilgirê bîra civakî û ramana takekesî ye; peyv, amûra hilbijartî ya îradeya kesane; vegotin, ragihandina van peyvan a ku di nav tevahiyek watedar de ye. Di jiyana akademîk, hunerî û rojane de bikaranîna ziman, peyv û derbirîna bibandor e ku dibe nîşana kûrahiya rewşenbîrî û dewlemendiya çandî.Herwiha ziman peymana civakî, pêkhateya çandî û berhema neteweyî ye jî. Di vê çerçoveyê de jî ziman; hem hilgirê bîra civakî, hem veguhêzkarê nirxê çanda neteweyî û hem jî amûra derbirîna ramana mirov e. Ev cewhera piralî ya ku bûye navenda her tiştî; hem mirov dike hevparê hilberîna takekesî û hem jî ya kolektîf.

Ziman, gotin û vegotin ji aliyê perspektîfa zimannasiyê ve têgihên temamker yên dahûrandinê ne. Hewldanên  mirovan ên ji bo derbirîna hest û hizirên mirovî, di dîrokê de bûne sedema peydabûna rêbazên ragihandinê yên cûr bi cûr. Belê ji van awayan a herî bikêr bibandor û pêşketî ziman e. Ziman amûra hişê mirov e ku hem ramanê hildiberîne û hem jî wê ramanê radigihîne derûdor. Zimannasî vê amûrê ne tenê wekî navgînek ragihandinê, heman demê ji hêla avahî, fonksiyon, wate û çarçoveyê ve jî bi rengekî piralî dinirxîne. Zimannasî, di asta fermî û fonksiyonel de li ser ziman hûr dibe her gav lêkolîna ziman dike. Dema ku ziman (langue) wekî pergalekê tê pênasekirin; axaftina takekesî (parole) bikaranîna vê pergalê ji aliyê ferdî ve ye. Ziman, gotin û vegotin hem têgînên ji hev cuda ne û hem jî her gav û rasterê têkildarî hevdû ne. Ev cudahî lêkolîna pêkhateya civakî ya ziman û bikaranîna peyvên takekesî di merhaleyên cihê de dide. Lewre ziman hilgirê ramanê ye, axaftin vegotina ramanê ye û vegotin jî hunera teşekirina derbirîna ramanê ye. Ev sêbare hem ji bo pêşketina kesane hem jî ji bo danûstendina civakî pêdivî ye.

Ziman ji navgîneke ragihandinê wêdetir awayê ramana takekes jî diyar dike. Mirov hem bi zimanê ku pê diaxive dihizirê û hem jî bi zimanî ku pê dihizire, diaxive. Peyv, teşeya herî berbiçav a zimên e. Peyvên ku di zimanekî de bi hilbijartina peyvan vegdiguherin hevokan, wateyekê hildigirin. Axaftin jî hin caran ji aliyê hişmendiya takekes û hin caran jî ji aliyê civakê ve pêk tê.  Hêza gotinê jî; bêtir di dema rast, li cîhê rast û bi bikaranîna rast pêk tê. Derbirîn jî pêkanîna awaya peyvan e. Serketina vegotinê bi zanebûna bikaranîna ziman û peyvan ve girêdayî ye. Ji bo derbirîna bi bandor tenê ferheng têrê nake; divê di navbera hest, raman û agahdariyê de hevsengiyek were danîn û ziman li gor guhdaran an jî temaşevanan were bikaranîn. Reseniya derbirînê bi şiyana ronîkirina cîhana takekes a hundirîn ve girêdayî ye.

Mirov wekî hebûneke civakî, bi saya ziman hem xwe îfade dike, hem ramanên xwe parve dike û hem jî bi derdora xwe re têkiliyên watedar datîne. Amûra herî bibandor û pêwîst a ji bo peydakirina vê hewcedariyê dîsa ziman e. Ziman kevirê bingehîn ê pira pêwendiya navbera takekes û civakê ye. Belê ev pira tenê bi hebûna ziman nayê avakirin. Lewre bêje, biwêj wêje, gotin, vegotin û faktorên din jî vê pirayê temam dikin.

Zimannasiya veguherîner/afirîner, ziman tenê wekî saziyeke civakî nabîne; herwiha wekî avahiyeke derûnî jî destnîşan dike û dinirxîne. Mirov bi saya rêzimaneke gerdûnî ya ku bi awayekî xwezayî hatiye sazkirin, hejmareke bêsînor a peyvên watedar pêk tîne û hejmareke sînordar a rêgezan derdixe holê.

Di vê çarçoveyê de ziman ne tenê cîhana derveyî nîşan dide; heman demê ew wekî amûrek zanînê ye ku cîhana wateyê jî bi awayekî nûjen ava dike. Ev yek nîşan dide ku ziman tenê ne erkeke ragihandinê ye, herwiha xwediyê erkeke epîstemolojîk e ku şaxekî felsefeya xwezaya zanînê jî derdixe holê. Ziman ji vê hêlê ve hem performanseke gerdûnê hem pêkhateyeke civakî û hem jî referanseke çandî ye. Lewre ziman bi hilberîna zanînê; bi hizir, hêz û bîrdoza neteweyî ve jî girêdayî ye.

Di zimannasiyê de ji bo dahûrandina axaftin û vegotinê gelek rêbaz hatine pêşxistin. Armanca dahûrandina vegotinê ew e ku takekes di berhema xwe ya zimanî de pêkhate û paşxanên civakî yan jî bîrdozî  aşkera bike. Ev dahûrandin bêtir derbarê bend û kirdariyên axaftinê de ne. Vegotina rast û durist, li gel şêwaza axaftinê, bikaranîna gotinê ya teşeyî û wateyî jî diyar dike. Bergeha vegotinê ya zimanî, rasterast bi zanîna hevoksazî, watenasî û sûdmendiyê girêdayî ye. Ji hêla semantîkî ve jî wateya ku ji hêla vegotinê ve tê veguhastin, rasterast bi taybetmendiyên peyvan ve girêdayî ye. Belê diyardeya rastîn a vê wateyê li gor çarçoveya vegotinê diguhere. Ji aliyê sûdmendiyê ve wateya gotinê tenê ne rêza peyvan, hûrgiliyên  naverokê, mebesta axaftinê  û têkiliyên navbera axaftvan û guhdaran jî diyar dike.

Zimannasî, ziman tenê wekî avahiyeke bingehîn nabîne; herwiha  li ser pirsên ku ev avahî çawa tê avakirin (axaftin), çawa tê organîzekirin (derbirîn) û çawa tê famkirin (watedarkirin) jî disekine. Ji ber vê yekê, sêgoşeya ziman, axaftin û vegotinê; di lêkolînên zimannasiyê de qadên temamker in. Bi taybetî di warê zimannasiya metnê û zimannasiya pragmatîk de, têkiliya van hersê hêmanan bi berfirehî tê lêkolînkirin. Bo nimûne, yekitiya metnê bi fonksiyona girêdanên zimanî; gotin, cînavk, bêje, biwêj, gihanek, veguhastin û hwd. ve girêdayî ye ku bi avakirina vegotinê re têkildar in. Ev girêdan, hevrêziya mantiqî ya herikîna devkî tekûz dike û veguhastina rast a vegotinê  pêk tîne.

Ziman, gotin û vegotin; ne tenê alavên pêvajoya ragihandinê ne, heman demê têgihên bingehîn ên qada zimannasiyê ne. Dema ku ziman wek pergaleke zanistî û civakî tê avakirin; gotin û vegotin jî wekî forma estetîk û fonksiyonel a vê pergalê tên bikaranîn,  Ev avahiya sêalî, ne tenê performansa zimanî, herwiha awayê ramana kesane, girêdana çandî û pozîsyona civakî jî nîşan dide. Ji aliyê zimannasiyê ve nirxandina van hersê têgihan nîşan dide ku ziman ne tenê navgîneke ragihandinê ye. Lewre ziman avahiyeke bingehîn a nasnameya neteweyî ye ku hemû nirxên çandî, civakî û gerdûnî di bin banê xwe de digire.