Heyeta Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Hewlêrê di çarçoveya serdanên xwe de û nirxandina peyama sedsalê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de, li gel Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê civiya.
Heyet ji Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş, Endamê DEM Partiyê yê Desteya Rêveberiya Navendî Serhat Eren, Hevberdevkê Komîsyona Dîplomasiyê ya DBPê Mûrat Sarisaç, Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz, Hevberdevkê DEM Partiyê yê Meclîsa Ciwanan Rezan Kaganarslan û Nûnerê Dem Partiyê yê li Hewlêrê Mûrat Şen li Hewlêrê pêk tên.
Di serdanê de her du aliyan işaret bi giringiya bicihanîna peyama sedsalê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî kirin.
Di serdanê de berpirsên Yekgirtûya Îslamî dan zanîn ku divê pirsgirêka Kurd li Bakur bi rêya giftûgoyê çareser bibe û ji bo pêşxistina pêvajoyê jî gotin ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan gelek giringe.
Ev sê roj in şandeya Partiya Wekhevî û Demokratîk a Gelan (DEM Partî), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Hewlêrê di çarçoveya serdanên xwe de û nirxandina peyama sedsalê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi rewşenbîr, siyasetmedar, çalakvanên Hewlêrê re civînên berfireh lidar dixin.