29 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Terorîstên duh, rêveberên îro

Bêrîtan Behrem Xalîd

Helbet, kiryarên HTŞê yên heta niha fikrekê didin me. Ne zehmet be ku mirov texmîn bike bê ka li Sûriyeyê dê rewş çawa bibe. Li Rojhilata Navîn di hin guhertinên desthilatdariyê de rêyek heye. Ev guhertin di rêxistinên cîhadîst-selefî de jî bi heman rengî ye

Bi salan Sûriye ji aliyê kesên xwînxwar û xwedî mêjiyê Baasê û zaliman ve hat rêvebirin. Wan welat ji bo xwe û berjewendiyên xwe birêvebirin. Bawerî bi tu netewe û ol û zimanan nanîn ji bilî ziman û neteweya xwe.

Îro ew desthilatdarî ji wî erşê seqet ket. Lê bi ketina wê re çibû û wê çi bibe? Li pêşiya vî welatî çi pêşeroj heye? Gelek pirs di serê me de digerin û her yek tiştekî ji xwe re dibêje. Lê ya balkêş ew e ku bi ketina vê rêjîmê re her kes kêfxweş e, lê gelo kesî pirsî ka wê çi bibe? Çîrok jî ev e. Bi ketina wê desthilatdariyê re komeke terorîst hatin û welat birêvebirin.

Koma qaşo xwe weke opizisyon dida binavkirin, Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) duh terorîst bû îro xwe kiriye rêxistineke meqbûl. Ji roja ku hat û dest danî ser welat tişt nema ku nekir. Êdî li vir ji kirasê xwe derket. Kiryarên HTŞê ji aliyê her kesî ve tên zanîn.

Dema mirov tê û li pratîka HTŞê dinêre, mirov a niha û paşde fêm dike. Lê dîsa jî divê mirov baş bifikire li ser vê yekê. Ew hat û ji kirasê xwe derket û xwe ji derve tenê guhert, lê ew aqil wekî xwe ma.

Dema hat êdî niyet û armancên wî diyar bû ku çawa dixwaze di Sûriyeya nû de ji bilî xwe tu kesî nas neke. Aqilê serdest ku Sûriyeyê li ser maseya zêrîn radestî HTŞê kir, niha jî bi rêya HTŞê dest bi lîstina bi taybetmendiyên civaka Sûriyeyê kiriye.

Ew civak û çandan paşguh dikin û ev dê bibe korîtiyeke siyasî. Mînaka berbiçav jî komkujiyên li dijî elewiyanin. Rabûn û gotin em vê yekê li dijî bermahiyên rêjîmê dikin. Ka mirovên bi aqil bila li vê meselê binêrin û şîrove bikin bila bêjin wan jin û zarok û kalên elewî çêkiribûn.

Ew ne bermahiyên rejîmê bûn, vir rastî êdî bû ber bi çav, êdî olperestî û nijadperestî li vir xuya kir. Ma normal e ku HTŞ hikûmeteke demkî ava dike, rayedaran tayîn dike, komîsyona destûrê ava dike, hêzên ewlekariyê ava bike lê di van hemû biryarên pêwîst de kesî tev lê nake? Ma ne divê bersivên gelek pirsên din ên mîna van bên dayîn?

Bi taybetî mirov dikare qala bûyerên demên dawî bike, êrîş, îşkence, heqaret, înfaz û komkujiyên li hemberî elewiyan. Komkujiya li ser elewiyan a li Sûriyeyê trajediyeke nû ya civakî ye, qirkirin e, hewldana jiholêrakirina hebûna baweriyekî ye. Ya balkêş jî ew e ku li hundir û derveyê Sûriyeyê li hember vê qirkirinê reflekseke mirovî dernakeve holê. Gêjên cîhadîst ên bi por û riyên wan tevlihevbûyî, xwe bê xwe di nav taxên elewiyan de, bi çekên otomatîk mirov kuştin û ketober gule li wan reşandin.

Helbet, kiryarên HTŞê yên heta niha fikrekê didin me. Ne zehmet be ku mirov texmîn bike bê ka li Sûriyeyê dê rewş çawa bibe. Li Rojhilata Navîn di hin guhertinên desthilatdariyê de rêyek heye. Ev guhertin di rêxistinên cîhadîst-selefî de jî bi heman rengî ye.

Dema çeteyên cîhadîst ên DAIŞê ewilî ketin nava Şengalê, bi dayîna sozên gelekî baş re nêzîkatiyeke bêguneh nîşanî êzidiyan dan, bi mirovane nêz bûn û rehm nîşan dan. Ji gel re gotin netirsin û gotin hatine me biparêzin. Êdî gelê ku bi van sozan hatibû xapandin, bê tedbîr û parastin hatibûn hiştin. Dûre jî wan dehbeyên reşpoş dest bi komkujiyê kiribûn ku êdî yên ji wê wêdetir mirov nikare terîf bike.

Bînêrin ku çi dişibin hev. Ev du mînakên cuda bûn, lê di heman mejî û aqil de ne. Nêzikatiya wan yek e. Pratîk û taktîkên HTŞê yên niha, dişibin yên berê. Yên ku li Şamê rê li ber desthilatdariya HTŞê vekirin, vê yekê ji bo berjewendiyên xwe yên demdirêj ên li Sûriyeyê, kirin. Celadên cîhadîst wek mirovên ‘pêbawer’ dibînin û çavên xwe li komkujiyan digirin. HTŞ heke pêşî lê neyê girtin dê wek şevê ku çawa hêdî hêdî rojê dadiqurtîne, dê wek tarîtiyekê Sûriyeyê daqurtîne.