28 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Qedexe an demokrasî

Qedexeyên li ser ziman, çand û jiyana kurdan didomin. Kurd di dîroka Komara Tirkiyeyê de gelek caran bi qedexeyan re rû bi rû mane. Hin caran ziman, hin caran çand, hin caran siyaset û hin caran jî warên wan li wan têne qedexekirin. Niha jî stran û govenda kurdan qedexe dikin

Hikûmeta Tirk hemû geşedan û pêşketinên di nava civakê de ji bo xwe xetere dibîne û qedexe dike. Herî zêde kurd di jiyanê de bi cezayê qedexeyê yê dewletê re rû bi rû dibînin. 100 salên dawî yên dîrokê nîşanî me dide ku navê gund, bajar, newal, gelî, çem, rûbar û çiyayê Kurdan hatiye guhertin û qedexekirin. Ziman  û çand li Kurdan hatiye qedexekirin. Bazirganî li wan hatiye qedexekirin. Cih û war li wan hatiye qedexekirin. Çalakî, meş, mîtîng û daxuyaniyê li Kurdan qedexe dikin. Bi taybetî di 15 rojên dawî ku qala demokrasî, aştî û çareseriyê tê kirin de qedexeyên li ser nirxên kurdan zêde balê dikişînin. Di 15 rojên dawî de derketina gund, zozan û çiya li Kurdistaniyan qedexe kirin. Şîn û şahî qedexe kirin. Serdana malbatan a girtîgehan, pirtûk û stranên qedexe kirin. Ev nîşan dide ku OHAL didome. Polîtîkayên bişaftin û tunekirinê didomin. Di vê pêvajoya ku kurd ji bo çareseriyê gavan davêjin de, dewlet li şûna mafê azadiyê pêş bixe, bêtir çalakiyên şîn, şahî û çanda civakê qedexe dike û rê li pêşiya demokrasiyê digire.  Kurd êdî li dijî qedexeyan bêdeng namînin û li dijî qedexeyan xwedî helwest û bi bertek in.

Qedexe an demokrasî û azadî 

Dema em li nexşeya 15 rojan a qedexeyên dewletê yên li Kurdistanê binerin  polîtîkaya dewletê ya li dijî Kurdan dinerin, nêzîkatiya dewletê ya li dijî Kurdan bêtir ronî dibe.

16 Nisan: Pirtûka “Berfa Sor” a nivîskar Mehmet Dîcle hate desteserkirin û der heqê wî de jî lêpirsîn hate destpêkirin. Di meha Çileyê de li Girtîgeha Hejmar 1 a Yozgatê bi ser gelek qawîşan de hate girtin û gelek pirtûk hatin desteserkirin. Tevî ku tu biryarên dadgehê nebûn jî pirtûka “Berfa Sor” a bi Kurdî jî hate desteserkirin.

15 Nisan: Merasîma sersaxiyê ya ji bo Abdurrahîm Erzen ê ji HPG’ê li Mala Sersaxiyê ya Cûdiyê ya li Cizîrê hat avakirin, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Polîsan malbat ji mala sersaxiyê derxistin û gotin, ‘Talîmat heye’. Polîsan sersaxî qedexe kir.

15 Nisan: Walîtiya Antalyayê dawetên kolanan qedexe kir. Polîsan li taxên piranî Kurd lê dijîn dawet betal kirin. Metîn Şahîn ê ku daweta wî hat qedexekirin got: “Heta ji dengê muzîka Kurdî jî aciz in û tehemûl nakin.”

11 Nisan: Çiyayên Cûdî û Gabarê jî di nav de Walîtiya Şirnexê 11 herêm weke “Herêma ewlehiya taybet a demkî” ragihand û têketin û derketina van herêman qedexe kir. Herêmên hatine qedexekirin girêdayî navenda Şirnexê û navçeyên wê Cizîr, Silopiya, Basa, Qileban û Elkê ne. Qedexe ji 12ê Nîsanê ve dest pê dike û dê heta 26ê Nîsanê bidome. Qedexe bi salan e didome.

9 Nîsan: Li girtiyên nexweş Suat Oguz û Mehmet Tîryakî bi hinceta ku li dijî zexta lêgerîna nava dev derketine, 3 meh cezayê qedexeya hevdîtinê hate birîn û sewqî nexweşxaneyê nayên kirin.

3 Nîsan: Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê ji ber protestokirina “xwarinê” 4 mehan cezayê hevdîtina malbatê û bi hinceta protetsokirina “zext û êrişan” jî 20 meh cezayê qedexekirina hevdîtinê hat dayîn.

Ozgur Sevîmê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê dimîne, di 1ê Nîsanê de bi rêya telefonê bi dêya xwe Behiye Sevîmê re axivî. Ozgur Sevîm binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Sevîm diyar kir ku ji ber protestoyan der barê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin û di encama lêpirsînê de 4 meh cezayê hevdîtina malbatê û 20 meh jî cezayê qedexekirina hevdîtinê li wan hatiye birîn.

Di mehên dawî de li Enqere, Êlih, Colemêrg, Tekîrdag, Mêrsîn, Sêrt, Antalya dawetên kurdan hatin qedexekirin. Bi hinceta li ber stranên kurdî govendê digerinîn dawet li qedexe kirin.

Çalakiyên demokratîk qedexe dikin

Heta niha bi sedan daxuyanî, meş, mîtîng û çalakiyên komî ji aliyê rayedarên dewletê ve hatine qedexekirin. Bi taybetî hêzên muxalif dema dixwazin li hemberî raya giştî daxwazên xwe û rexneyên xwe bînin ziman ev çalakî li kom û girseyê tê xedexekirin. Çend meh berê çalakiya bîranîna Şêx Seîd û hevalên wî ya li Qada Şêx Seîd qedexe kirin. Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat bi gotina “Qedexe dê nekaribe me asteng bikin. Em vê biryarê qebûl nakin. Ev 100 sal in hûn me dikujin lê Kurd ev 100 sal in li ser pêyan e.” berteka xwe anîbû ziman.