‘Konferansa Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re ya Navneteweyî’ ku Konfederasyona Karkeran a Îtalyayê (CGIL) malovaniyê jê re dike, di 11-12ê Nîsanê de pêk hat. Konferans wê li paytexta Îtalya Romayê pêk bê û ji 16 welatan ji piştevanên pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re’ zêdeyî 360 delege beşdar bibin.
Di konferansê de ku ji aliyê Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê û Komîteya Pêngavê ve tê lidarxistin, dê bandora pêngavê bê nîqaşkirin. Yek ji rojevên bingehîn ên konferansê dê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê ye. Di konferansê de gavên ku di çarçoveya pêngavê de bêne avêtin, hatin nîqaşkirin. Konferans bi wergera sîmûltane ya bi Kurdî, Îtalî, Spanî û Îngîlîzî hat şopandin. Konferans bi konser û performansa li ser fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir.
Têkildarî niqaşên ku di konferansa li Romayê derketin pêş de Endamê Tora Piştevaniya Gelê Kurd Rete Kurdistan Bruno Baldinottî, nirxandin kir.
Bruno Baldinottî pirsa “Çima li Roma” bersivand û got: “Roma ji bo gelê Kurd û tevgera siyasî û bi taybetî ji bo Abdullah Ocalan remzeke dîrokî heye. Dema Abdullah Ocalan di 1998an de ji bo çareseriya siyasî derket rêwîtiya Ewropayê, Roma rawestgehek li ser rêya wî bû. Wê demê saziyên siyasî niqaşên ku Ocalan karibe li vir bimîne an na, dihatin kirin. Siyasetmedarên dixwestin Ocalan mafê mayînê bistîne, rastî zextên Dewleta Tirk dihatin. Lê Bajarê Roma ji bo Ocalan bû stargehek sembolîk. Ev bi pêşwazîkirina deh hezaran Kurdên ku li dora wî bûn xelek û ew wekî Serokê xwe dîtin pêk hat.”
Bruno Baldînottî anî ziman ku Kurdan wê demê li Piazza Celimontana ya ku li hemberî nexweşxaneya Celio ya Romayê ye kamp ava kirin û ev agahî parve kirin: “Vê piştevanî û piştgiriya Kurdan û dostên Kurdan di navbera gelê Kurd û Îtalyanî de torek xurt ava kir. Vê qada ku çalakî û têkoşîna Kurdan lê pêş ket, li Romayê wekî “Piazza Kurdistan”, ango Qada Kurdistan tê zanîn. Ji vê cerebeyê di sala 1999an de Navenda Çanda Kurd ava bû. Navê wê kirin Navenda Çanda Araratê. Ev navenda çandê ji wê demê heta niha di navbera gelê Roma, Îtalya û Kurd de tora piştevaniya fizîkî pêş dixe. Ev navend ji bo parvekirinên çandî û çandî xizmeteke jiyanî dide gelan. Di heman demê de ji bo bernameyên konferansan malovaniyê dike.”
Nexşereya 27 salan didome
Bruno Baldinottî da zanîn ku Abdullah Ocalan carek din ji bo aştî û çareseriya siyasî ya Kurdan bang kir û wiha axivî: “Li Romayê konferansa ku piştgiriyê dide vê bangê pêk hat. Ev konferans pêwist bû. Nexşerêya ku ji 1998an de dest pê kiriye didome. Di 1999an de Dadgeha romayê mafê parastina siyasî ya li Îtalyayê bi awayekî fermî da Ocalan. Ji ber vê yekê siyasetmedarên Îtalyayê ji bo ku Ocalan serbest bê berdan divê di her aliyî de berpirsiyariyê bidin ser milê xwe.”
Ji çar aliyê cîhanê kom bûn
Der barê delegeyên beşdarî konferansê bûn de jî Bruno Baldinottî da zanîn ku ew ji Romayê ye û got: “Ji çar aliyê cîhanê hatin tev li vê konferansê bûn. Zêdeyî 360 delege ji car aliyê cîhanê kom bûn. Gelek welatiyên Îtalî jî beşdar bûn. Delege ji Almanya, Fransa û Îspanyayê hatin. Ji çar aliyê welatên Avropayê hatin beşdar bûn. Ji Kraliyetên Yekbûyî, Başûrê Amerika û gelek welatên Efrîqayê hatin. Di vê konferansê de nûnerên sendîkayan, partiyên siyasî, rêxistinên civakî û demokratîk, rêxistinên Îtalyayê û gelek welatên din hatin beşdar bûn. Li gel wan Sekreterê Giştî yê Sinistra Italiana Nicola Fratoianni û Ji sendikaya CGIL Salvatore Marra beşdarî konferansê bû. Cîgira Şaredarê Bologna Emily Clancy beşdar bû. Şaredara Bologna welatiya rûmetê da Abdullah Ocalan.
Xwediyê Xelata Nobelê Profesor Kariane Westerheim, Berdevka Kampanya “Ji Ocalan re Azadî” Zubeyde Zumrut û ji eniya sendîkayan Simon Dubbins peyamên gelek xurt dan.”
Bruno Baldinottî li ser naveroka koneransê jî wiha got: “Di panelên sereke de li ser mafê mirovî û hiqûqî yên Abdullah Ocalan û girtina dijhiqûqî rawestiyan. Gelek axaftinên li ser aştiyê hatin kirin. Gelek kesên beşdar bûn, piştgiriyê didin têkoşîna gelê Kurd û di tora piştevaniya navneteweyî de cih digirin. Hemû xwe wekî parçeyekî tevgera azadiyê dibînin. Li hemberî rola Ocalan û şertên ku Ocalan di navde ye, daxwazek hevpar hebû. Ji bo piştevaniya bi gelê Kurd re helwestek pir zelal nîşan dan.”
Fikrên Ocalan lêkolîn dikin
Bruno Baldînottî li ser mijarên derketin pêş jî rawestiya û ev agahî parve kir: “Hemû li ser banga dîrokî ya Abdullah Ocalan rawestiyan. Diyar kirin ku ji bo gotinên wî baş bên famkirin û bi her awayî bên analîzkirin, pêdivî ji dem, mekan û dengê kesên pispor heye. Di niqaşên 2 rojan de ev derketin pêş. Peyama Abdullah Ocalan xwedî wateyeke dîrokî ye. Lê ev nebû sürpriz. Rêxistinên demokrat û pêşverû bi salan e fikrên siyasî yên Ocalan lêkolîn dikin û di ferqa vizyona wî ya stratejik de ne. Di vê pêvajoya ku şerê kurevî dest pê dike de, Ocalan hîna di salên 1990î de ferq kiribû.”
Fikrên kolektif derketin holê
Bruno Baldinottî da zanîn ku hemû beşdarên konferansê di aliyê banga Ocalan de xwedî heman fikr in û di vê konferansê de fikreke kolektif derket holê. Piştî vê konferansê dikarin bi kurahî li ser fikrên Ocalan hûr bibin. Divê ji niha û şûnde fikrên wî ji aliyên tevgerên siyasî û civakî ve wekî nexşerêya têkoşîna demokrasiyê bêne destgirtin û bêne qebûlkirin.