Tedawiya endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder a li beşa lênihêrîna awarte ya li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ya li Stenbolê didome. Bijîşkên Onder, têkildarî rewşa wî ya tenduristiyê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Nexweşê me birêz Sirri Sureyya Onder, îro di roja 6emîn de li beşa lênihêrîna awarte de dimîne. Xetereya li ser jiyana wî hêj didome. Rîskeke mezin li ser jiyana wî heye û tedwiya wî ya li vê beşê didome. Di roja şemiyê de cerahên me revîzyona plankirî kirin û dîsa singa Sirri beg vekirin. Hat dîtin ku qada cerahî ya hundir paqij e, di raçînkan de enfeksiyon tune ye û tu cihên xwîn jê diçe tune ne. Ya herî girîng jî me dît ku aliyê rastê yê dil jî baş dibe. Di emeliyeta ewil de dilê rastê hema hema qet baş nebû lê her çend niha tam nebe jî baş dibe. Di monîtora me ya li ber serê nexweş de êdî rasesya nebzê ya arterê xuya dike. Hemodînamiya nexweşê me stabîl e û hêj di bin tedawiya piştgiriya ECMO û înotropîk de ye. Lêbelê duh li cihên drenê yên nexweşê me hinek xwînî çêbû lewma me dîsa girt revîzyonê û nirxandin hate kirin. Dîsa qadên cerahî paqij bûn û hat dîtin ku di kunikên telên stemumê de xwînîbûn heye. Bi dirûnê hatin kontrolkirin û girtin. Nexweşê me ji roja ewil anîn heta niha hişê wî girtî ye û refleksên wî di asta em dixwazin de nînin. Xebatên me yên tekildarî nirxandinên norolojîk didomin. Weke me di daxuyaniya piştî emeliyata ewil de jî gotibû, ji hêla norolojîk ve fikarên me yên cidî hêj pir zêde ne. Em ê bi sebrekî mezin li bendê bisekinin.”