22 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Papa François jiyana xwe ji dest da

Vatikanê ragihand ku Rêberê Katolîkan Papa François jiyana xwe ji dest da.

Dêra Katolîk ragihand ku yekemîn Papayê ne Ewropî Papayê 266an piştî 10 salên ji reformên wêrek jiyana xwe ji dest da.

Vatîkanê diyar kir ku rojek piştî derketina ji şaneşîna Bazîlîka Azîz Petrûs, Papa François sibeha 21ê Nîsanê (Îro) jiyana xwe ji dest daye.

François ku di 17ê Kanûna 1936an de li Buenos Airesê ji malbateke Îtalyayî ji dayik bû, di 22 saliya xwe de tevlî nava terîqata Cîzvîtan bû ku dilnizmiyê diparêze. Weke Serpîskopos derfetên taybet qebûl nekir û jiyaneke mutewazî tercîh kir.

François vîzyoneke navneteweyî pejirand ku bala xwe li ser mirovên ji nedîtî ve dihatin. Serdana Lampedeusa kir û koçber li Vatikanê kir mêvan, bi vî rengî mijara penaberiyê xist rojeva bingehîn a papatiyê. Di Îlona 2023yan de di serdana li bajarê Marsilya yê Fransayê de ev daxuyanî dabû: “Em li asteke gihîştina hev a şaristaniyan e. Çanda mirovahiyê, xwişk û biratiyê wê cudahiyê biafirîne.”

Françios ku bi helwesta xwe ya pêşverû jî dihate nasîn, sala 2015an ansîklopediya ‘Laudato si’ weşand ku banga parastina ‘mala me ya hevpar’ dikir. Ev peyam sala 2023yan nû kir û li hemberî zehmetiyên hawirdorê di mijara berpirsyariya kolektîf de israr kir.

Di sala 2015an de li taxên dezavantaj ên Napoli bêedaletiya aboriyê şermezar kir û got, “Eger mehê 600 Euro bê qezenkirin, navê vê koletî ye, mêtingerî ye. Nebûna karekî bi dayina mûçeyan a bi duristî, rûmeta me ya mirovahiyê tine dike.”

Li gel pirsgirêkên xwe yên giran ên tenduristiyê jî François wezîfeya xwe dewam kiribû.