22 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya DEM Partiyê cara 4emîn çû Îmraliyê

Pervîn Buldan û Faîk Ozgur Erol ku di Şandeya Îmraliyê de cih digirin, ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ketin.

Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ketin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin. Salên dirêj e ku hevdîtina Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên bi malbat û parêzeran re tên astengkirin.
Abdullah Ocalan, piştî 44 meh ên rewşa agahînegirtina mutleq, di 23yê Cotmeha 2024an di çarçoveya hevdîtina malbatê de bi biraziyê xwe Wekîlê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan re hevdîtin kir.
Piştre jî destûr hate dayin ku Şandeya Îmraliyê ya DEM Prtiyê biçe serdana Îmraliyê. Şandeya DEM Partiyê di 28ê Kanûna 2024an, di 22yê Çileyê û di 27ê Sibatê de bi giştî 3 caran çûn serdana Îmraliyê. Di hevdîtina ewil de Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldanê cih digirtin.
Di hevdîtina sêyemîn de li gel Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder, her wiha Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol û siyasetmedar Ahmet Turk jî cih girtin. Di hevdîtina li Îmraliyê de girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî tev li bûn.
Abdullah Ocalan, di hevdîtina 27ê Sibatê de tevî endamên Şandeya Îmraliyê û hevalên xwe yên girtî, “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir.
Abdullah Ocalan û girtiyên din, di çarçoveya destûra Cejna Remezanê de di 31ê Adarê de bi xizmên xwe re hevdîtin kirin. Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û biraziyê wî Omer Ocalan, birayê Konar Alî Konar, birayê Yildirim Polat Yildirim û xwişka Aktaş Sabîha Aslan tev li hevdîtinê bûn.
Rewşa Sirri Sureyya Onder
Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan di çarçoveya pêvajoyê de di 10ê Nîsanê de bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re hevdîtin kirin.
Li bendê bû ku endamên şandeyê piştî hevdîtinê biçin Îmraliyê. Lê belê ji endamên şandeyê Sirri Sureyya Onder di 15ê Nîsanê de krîza dil derbas kir. Onder, hêj jî li Stenbolê li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê li beşa lênihêrîna awarte tê tedawîkirin.