Piştî têkçûna rejîma Baasê HTŞ, wek rêveberiya nû ya Sûriyeyê li Şamê bi cih bû. Ji roja ku HTŞ bûye desthilat heta niha di nav Sûriyeyê de gelek kesên ku hebûna wan qebûl nakin hatine kuştin. Di heman demê de koma HTŞê ya cîhadîst bi tu awayî jinan wek vîn nabîne û mafên wan binpê dike.
Di pêşengiya Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û HTŞê de li ser hin esasan lihevhatineke hat kirin. Di encama vê lihevhatinê de hin xal hatin qebûlkirin.
Em der barê lihevhatina ku pêk hatiye û pêşeroja Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de bi fermandara YPJê Newroz Ehmed re axivîn.
YPJ bi xwe ji bo azadiya jinan, wekhevî û mafên jinan ên di nav civakê de têdikoşe lê îro ji ber şert û mercên heyî neçar maye bi komek cihadîst a wek HTŞê re tevbigere. Li gor nêrîna te dê YPJ di nav vê komê de çawa bikaribe xwe biparêze?
Di destpêkê de ji bo ku em fêm bikin ku YPJ di vê pêvajoyê de, di geşedanên ku niha çêdibin de wê çawa tevbigere, divê mirov pêşî fêm bike ku YPJ çawa hatiye avakirin. Ez dikarim bêjim ku pergal û dewletên heyî li gelek welatan zilm û zordariya ku li ser gelan didin meşandin dixwazin wan di destê xwe de teng bikin û civakê li gor xwe birêve bibin. Çanda gelan, zimanê wan û nasnameya wan ya olî û ya neteweyî û cinsî ji nedîtî ve were. Di pêvajoya ku êdî êv nêzikatî nikarin xwe bi rêve bibin de li gelek welatan serhildan çêbûn. Gelek hikûmet wekî kevirên domîno ji ber ku bingeha wan ne saxlem bûn hêdî hêdî helweşiyan. Piştî vê hilweşînê hê zêdetir bi ser civakê ve hatin.
YPJ di nav vê xeteriyê de hat damezirandin. Ji bo wek jin em di nav vê xeteriyê de winda nebin, ji bo parastina zayend, civak û neteweya xwe, pêwistî bi vê yekê hat dîtin. Ya ku civakê ava kiriye jin e û ya ku biparêze jî dê jin be. Tunebûna jinan tunebûna civakê ye. Ango mirov berovajiyê vê yekê dikare bibêje tunebûna civakê tê wateya tunebûna jinan. Di pêvajoyên metirsîdar de pêwistiya me bi xweparastinê heye. Ji ber ku bi sedan salane mêran di parastinê de cih girtiye karibûne desthilatdariya xwe ya mêrane biparêzin. Ji bo ev serwerî li ser me nedome me wek jin di pêvajoyên herî xeter de me got em jî hene û dikarin parastina xwe û civaka xwe pêk bînin. Me hebûna xwe danî holê û mirinê da ber çav. Di pêvajoyeke wisa de deng bilindkirina me girîng bû.
Wekî jin me got em jî hene û divê em jî di nav parastinê decihê xwe bigirin. Di demên herî zor û zehmet de yê herî xeter de di kêliyên bi vî rengî de demên ku me dengê xwe bilind kir me got em jî di nav de hene, divê em jî di nav de bin me hebûna xwe danî ortê. Me di nav vê pergala ku hebûna jinan qebûl nekiriye de rêya herî zehmet hilbijart. Ji ber ku me dizanî encex em bi vê rêyê dikarin xwe xelas bikin. Bi vê re me di nav hemû qadên din de xwe birêxistin kir. Ji ber vê jî di destpêkê de avakirina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo parastina jinan û di şexsê jinan de ji bo parastina civakê, ji bo parastina hemû netewan gelek girîng bû.
Şerê li nav Sûriyeyê di rewşeke pir tevlihev de ye. Peymana ku di navbera Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û HTŞê de hatiye kirin dê bandoreke çawa li aliyê leşkerî yê li Sûriyeyê û heremê bike? Herwiha dê YPJ ji bo pêkanîna armancên xwe vê lihevhatinê çawa bikar bîne?
Niha gelek hêz û dewlet ji bo berjewendiyên xwe yên li Sûriyeya nû di nav hewldanan de ne. Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) li ser rêveberiya Sûriyeyê ye. Elbet em paşeroja wan jî dizanin. Tiştên ku li ser gelan kirin û wan kiryarên wan ên ku heta îro jî berdewam dikin û bi taybet hişmediya wan a li hember jinan em baş dizanin. Di qanûnên wan de jin tunene. Jixwe me vê yekê di pratîkên wan ên dawî de jî dît ku jinan wek însan nabînin û silav jî nadin.
Em dibînin ku di kiryarên xwe de bi israr in. Elbet em di zanebûna vê hişmendiyê de ne. Lê em dibên divê jin di nav Sûriyeya nû de xwedî gotin bin. Em ji bo werin vê astê me bedelên gelek giran da. Divê encamên ew bedelên ku hatine dayîn hebin. Divê dengê me di nav vê nizama nû de bilind bibe. Lê ji bo YPJê jî ne tiştek hêsan e ku bi hişmendiyeke bi vî rengî re di nav pergaleke nû de cih bigire. Em ne dijberê lihevhatinê ne. Em di şer de israr nakin. Em jî dixwazin bi awayeke bê şer lihevhatin li ser esasê parastina mafan pêk were. Em dixwazin di lihevhatina ku pêk were de hemû pêkhate bên hembêzkirin.
Di lihevhatina niha de wek hêza leşkerî jin tune ye. Ango di hikûmetê de jin hebe jî şeklî ye. Elbet ev tiştek ku em qebûl bikin nîne. Bi taybet divê em di qada parastinê de wek jin hebin. Ji ber ku em dizanin dema em di nav qada parastinê de tunebin em nikarin bibêjin ku em dijîn. Ji ber vê yekê em ê tu carî wek hêza leşkerî ji mafê xwe yê xweparastinê tavîz nedin. Lê ji bo lihevhatina ku pêk hatiye em dikarin bibêjin ku dikare ne tenê ji bo gelê me ji bo hemû gelên heremê bibe gaveke baş.
Şêniyên Sûriyeyê û civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lihevhatina di navbera HSD û HTŞê de çawa dinirxîne?
Ji ber ku ev lihevhatin di nav pêvajoyeke tevlihev de pêk hat, ji aliyê civakê ve baş nehat fêmkirin. Wek ku ev lihevhatin li ser esasê komkujiyên ku li ser gelên me yên din tên pêşxistin çêbûbe hat nirxandin. Di madeyên ku di lihevhatinê de hene wek ku gelên herêma me yan jî gelê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê tenê digire nav xwe hat dîtin lê di esasê xwe de ji bo Sûriyeyekê demokratîk bingehekî pirrengî ye. Ji bo Sûriyeyeke ku nenavendî û hemû pêkhate tê de bikaribin xwe bijîn bingeh e. Di nav vê li hevhatinê de parastina civak, zayend, pêkhate û baweriyan heye. Erê di destpêkê de qismek pir kêm vê lihevhatinê fêm nekir lê bi giştî ev lihevhatin erênî hat pêşwazîkirin.
Me ji roja destpêka têkoşîna xwe heta niha di tu demê de negotiye em ji Sûriyeyê veqetin. Em dixwazin di nav axa Sûriyeyê de hikûmetek ku hemû pêkhateyan qebûl dike were avakirin. Jixwe sedema hilweşandina rejîma Baas jî neqebûlkirina gelan bû. Wek gel bi taybet jî wek jin metirsiyên me hene. Lê em dibên heke ew mafên jinan tune bihesibîne em ê tu car wan qebûl nekin û bi vî şeklî ew jî nikarin bijîn. Niha di gotinan de dibên em ê hin tiştan bikin lê di pratîkê de dê çi bibe. Dê pirsgirêk heyî çiqas bên çareserkirin. Tenê wek şexs Colanî na dê kesên ku di nav vê hikûmetê de cih digirin çiqas karibin xwe û hişmendiya xwe biguherînin. Em naxwazin ev guherîn ne bi gotin ne bi şeklî ne jî bi zorî be. Em dixwazin îkna bibin. Encax bi vê şeklî em dikarin li hevhatineke çêbikin.
Ji ber vê tiştên ku îro li hember elewiyan tên kirin, revandinên ku li gelek herêmên Sûriyeyê pêk tên, kuştin û êrîşên ku pêk tên tiştên ku em qebûl bikin nînin. Heta ku şert çênebin qebûlkirineke hêsan dê pêk neyê, em ê herêmên xwe biparêzin.
Wek tê zanîn YPJ li hemû cîhanê êdî tê nasîn û ji bo jinan bûye hêvî. Lihevhatina di navbera HSD û HTŞê de dê bandoreke çawa li aligir û kesên ku hêviya xwe bi YPJê ve girêdane bike?
Niha gelek mijar cihê xwe di van tîfaqên ku hatine çêkirin de nînin. Lihevhatin di nav HSD û HTŞê de pêk hat. Elbet YPJ pêkhateyeke sereke ya HSDê ye lê ji bo me di tu madeyan de tu tiştek tuneye. Hê dê tiştên ku bên zelalkirin û ziraviyên hin mijarên ku bên diyarkirin hene. Ji bo vê dê lijne bên diyarkirin. Jixwe em wek YPJ dê di nav van lijneyan de cihên xwe bigirin. Ji ber ku hebûna YPJ ne tenê di mijara parastina jin de xebat dimeşîne. YPJê di nav şer de ji bilî taktîkên ku pêk tên guherînek di nav HSDê de pêk anî. YPJê di aliyê taqtîk û armanca şerê ku tê kirin de bandoreke erênî pêk anî. YPJê wek hêz di bikaranîna tundiyê de kêmkirinek derxist holê. Me tu carî ji bo desthilatdariyê şer nekir. Ev jî bû sedem ku îro YPJ ji aliyê demokrasî û hêz de li hemû cihanê were nasîn.
Ji ber ku YPJ xwedî tecrûbeyeke û hêzan ji aliyê erênî ve pêş dixe loma em dibên hebûna YPJê ya di nav artêşa Sûriyeyê de ji bo Sûriyeyeke demokratîk şans e. Ji ber ku dê bi hebûna YPJê artêşek ku wek model bê dîtin dê bê avakirin û ev artêş dê bi hêztir be.
Îro ne tenê ji bo me ji bo hemû pêkhateyan hêza parastina jinan ji xwarin û vexwarinê zêdetir pêwistî ye. Êdî vê pêwistiyê ji aliyê hemû pêkhateyan ve tê qebûlkirin. Me vê yekê di pêvajoyên dawî yên li peravan, li Siweydayê û di nav durziyan de dît. Piştî azmûnên dawî êdî ew kes ji bo xwebirêxistinkirinê xebatên xwe dimeşînin. Ji bo vê yekê alîkarî ji YPJê jî digirin. Belkî me karibûna zûtir alîkarî bida vê rêxistinbûnê dê baştir bibûna.
Piştî ku civakê xebat û pêşketinên YPJê dît êdî dixwaze ev hêz mezintir bibe û zêdetir pêş bikeve. Ew guhertina ku pêk hatiye dixwazin di nav wan de jî jiyanî bibe û dixwazin ev hêz di nav hikûmeta nû de hebe.
Hêzên YPJê dê di siberojê de teşeyeke bi çi rengî bigirin ango hebûna xwe çawa bidomînin?
YPJ di pratîkê de xwe di gelek xalên cuda de pêş xist. Tecrûbeyên YPJê yên gelek girîng hene. Bi taybet di şerên ku pêk hatine de xwe daye ispatkirin. Yanî di cihgirtina di nav artêşeke de ji bo YPJê zehmet nîne. Ya zehmet cihgirtina wê ya di nav vê hişmediyê de ye. Yanî em dikarin bibêjin YPJ dikare di nav artêşeke de cih bigire lê nikare di nav vê hişmediya heyî de cih bigire.
Di pêvajoyên lihevkirinê de dê zêdetir diyar bibe ku dê YPJê wek hêza xweser bimîne yan dê di nav artêşê de çawa cih bigire. Rast e fikrên me hene lê hê tiştek zelal li holê tuneye. Ev zelalî jî wek ku me got dê bi demê re diyar bibe. Herî kêm dê heta saleke ev mijar zelaltir bibin. Lê wek ku me got ji bo vê dem lazim e.
Di destpêkê de divê em ji bo ev aloziya ku li Sûriyeyê heye karibin ji holê rabikin. Divê di destpêkê de hikûmeta nû hemû pêkhateyan qebûl bike û li gor wî tevbigere. Dê têkoşîna me jî ji bo avakirina fikrek an jî modelek hevbeş be. Rengê cuda yê ku rengîniyê bide avakirin jî tevlibûna jinan e. Ji bo vê jî barê giran dikeve ser milê YPJê. Rast e pêvajo barê me hê girantir dike. Me heta niha di nav herêmên xwe de karê dîplomasiyê de dimeşand û dixwest pergala xwe mayînde bikin lê di rewşa niha de ji bo me derfet zêdetir bûn.
Niha hikûmeta ku hatiye avakirin hikûmeta demkî ye. Wek rengê civakê em dixwazin ji bo hikûmeteke ku karibe hemû rengên civakê hembêz bike were avakirin em ê têkoşîna xwe mezin bikin.
Ev hişmediya heyî hişmendiyek bi hezaran sala ye û xwe pir kur bi rêxistin kiriye. Hemû saziyên xwe li gor xwe ava kiriye û ji bo têk neçe serî li her rê dide.
Têkoşîn û bedelên ji bo pêşketinê yên ku YPJê daye ji aliyê hemû cihanê ve tê zanîn. Bi lihevhatinê ango rewşa heyî ya li Sûriyeyê barê ser milê YPJê girantir dike. Hûn ji bo serkeftin û pêşketina xwe dê rêyek çawa hilbijêrin?
Di nav herêmên me de ji ber ku jinan xwe di pratîkê de ispat kiriye di nav civakê de jî bi awayeke xwezayî tên qebûlkirin. Lê ev ji bo hemû Sûriyeyê ne derbasdar e. Erê îro em li hemû cîhanê tên nasîn, lê qebûlkirina me ya di nav hikûmeta Sûriyeyê de dê ne hêsan be. Dê kelemên pêşiya me pir bin. Lê em jî xwedî wê ezmûnê ne ku em karibin van astengiyan çawa ji holê rabikin. Em bi hêza xwe bawerin. Em ne tenê bi hêza jinên di parastinê de bi hêza jinên ku xwe di hemû qadan de birêxistin kirine bawer in.
Ji bo serkeftinê têkoşîneke hevbeş lazim e. Em dikarin bi hevkariya hemû jinan destkeftiyên xwe biparêzin û di pêşerojê de em ê karibin bi dengekî hê xurtir bibêjin ‘em hene û em ê hebin’. Li ser vî esasê em di vê bîr û baweriyê li ber xwe didin.
Wek YPJ em dibên em ê tu caran ji xwe tavîz nedin û ji bo gelê me çi bedel pêwist be em ê bidin. Lihevhatin qadên me yên xebatê berfirehtir dike û ji bo me derfetên berfireh ava dike. Em li ser vî esasê lihevhatinê dinirxînin.