Rêxistina Mafê Mirovan a Herana ragihand ku çalakiya malbat û kesûkarên girtiyê siyasî yê Kurd Hemîd Hisên Nejad Heyderanlu ku biryara darvekirinê li ser hatiye sepandin, sê roj in li ber Dadgeha Şoreşê ya Urmiyeyê berdewame.
Hat diyarkirin ku malbat û kesûkarên Hemîd Hisên Nejad Heyderanlu daxwaza hilweşandina biryara cezayê darvekirinê yê li ser Hemîd Hisên Nejad dikin.
Li aliyê din Wezareta Îtlaatê ya Îranê vîdeoya îtirafkirina bi darê zorê ya Hemîd Hisên Nejad Heyderanlu belav kir ku tê de hewl tê dayîn bi tometa ‘serhildanê’ were tawanbarkirin.
Hêjayî gotinêye ku biryar bû roja 18ê Nîsanê girtiyê siyasî yê Kurd Hemîd Hisên Nejad li girtîgeha Urmiyeyê bihata darvekirin. Lê ji ber çalakiya malbatê ya li ber girtîgehê, pêkanîna ceza hate paşxistin.
Hemid Hisên Nejad Heydaranlu (39), di Tîrmeha sala 2024an de bi îdiaya “endamtiya PKKê” hate girtin û bi îdiaya “xayîntiya welat” biryara darvekirinê jê re hate dayin. Ji bo darvekirina Hedyaranlu, di 15ê Nîsanê de xistin hucreya yekkesî û hevdîtina xwe ya herî dawî ya bi malbatê re di 17ê Nîsanê de li darxist. Li ser vê yekê, malbata wî diyar kir ku cezayê hatiye birîn derveyî hiqûqê ye û li pêşiya Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.