21 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

KNKê cejna Paskalya pîroz kir

KNKê cejna Paskalya ya gelên Asurî-Suryanî-Keldanî û alema Xristiyan pîroz kir

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî cejna Paskalya pîroz kir.

Daxuyaniya KNKê bi vî rengî ye: “Îro cejn e, roja serhildanê ye, roja rabûna ser piyan e, cejna Paskalyayê ye. Di demekî de ku gelên Mezepotamya û gelên Kurdistanê di qonaxeka dîrokî re derbas dibin, em cejna gelên Asurî-Suryanî-Keldanî û hemû bawermendên Mesîhî, bi dilekî xweş pêşwazî dikin û pîroz dikin. Îsal ev roj û ev cejn di qonaxeka dîrokî de bi ser gelên Kurdistanê re di bihûre. Ev heyam qonaxeke ji bo gelên deverê bi giştî û yên Kurdistanê bi hemû çîn û etnîkeyên wê ve çareseriyek e. Şoreşa gelan a li dijî zilm û dagirkeriyê li tevahiya cîhanê deng vedaye. Di van rojên dîrokî de pîrozkirina cejna Paskalya yê, wê hêzeke mezin û îradeyeke bi hêztir bide yekîtî û berxwedana hevpar a ji bo damezrandina civakeke wekhev û pêkve jiyana bi aştî û bexteweriyê. Weke KNK em bi germî cejna Paskalyayê li tevahiya bawermendên Mesihî û hemû gelên Kurdistanê û tevahiya cîhanê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev cejn, di seranserê cihanê û welatê me de, bibe wesîleya aştî û aramiyê.”