21 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Serhedê sedema koçberî û pişaftinê!

Ji ber ku zilam di nav malê de bi jinê re li ser feraseta wekhev û demokratîk tevnagere dibe sedam ku jin û dayik ji bo zarokên xwe li jiyaneke bêzehmet bigere. Ev jî dibe sedema koçberiya ji gundan ber bi bajaran û rê li ber pişaftina zimanî, çandî û civakî vedike. Sedema bingehîn dîsa hişmendiya mêr e

Gelek sedemên koçberiya mirovan heye. Hin ji wan sedemên pergalî, aborî û hin ji wan jî ji ber nakokiyên navxweyî ne. Ev ji bo hemû gel û neteweyan derbasdar e. Lê rewşa hin gelên bindest, yên ku welatên wan hatine dagirkirin û li ser axa wan mêtingerî heye cûda û dijwartir dibe. Di ser de heke civaka ku zilam tê de feodal û serdest be kambaxiyek mezin li pêşiya wê civakê ye. Ev hem ji bo civakê û hem jî ji bo jinê rewşeke gelekî xirab e. Ev rewşa xirab bi xwe re rê li ber gelek xeteriyên din jî vedike. Ne wekheviya di navbera jin û zilam de dibe sedema qutbûna ji xwezayê û nirxên civakî. Bi taybetî jî ji bo civakên ku bi polîtîkayên tunekirinê re rû bi rû dimînin ev rewş gelekî xeternak e. Ev ji bo gelê Kurd jî derbasdar e. Di ser mijarekê re dixwazim balê bikişînim ser hişmendiya zilam a ku rê li ber koçberiyê vedike.

Belê vê zivistanê ji bo xebatekê li Serhedê bûm. Li ser axaftin û sohbetê mijar hat ser koçberiya ji gundan ber bi navçe, bajar û metrepolên Tirkiyeyê. Dema ku sohbet hinekî kûr bû sedemên wê jî aşkera bûn.

Seqema heyî jiyanê ditevizîn e

Em hinekî reşê vebêjin dê bi zelalî mesele bê fêhmkirin. Belê di mehên zivistanê de şert û merc gelekî xedar in. Sir û serma zêde ye. Seqema heyî jiyanê ditevizîne. Raste xweşikiyek berfê heye. Yên ku di hesreta berfê de ji wan re gelkî xweş tê. Lê belê yên ku bi mehan di nav berfê de dimîne xweşî û nexweşiyên wê baş dizane. Gelê Serhedê jî bi hemû şaneyên xwe sir û serma zivistanê hîs dike.

Bar û berpirsyariyên jinê zêde ye!

Li gel vê rastiya xweza û civakê rewşeke din jî heye. Mirov dikare bêje zehmetiyên herî giran û zêde jin dikişîne. Heke em pê dakevin; Hemû kar û barên malê li ser milê jinê ye. Ji xwedîkirina sewalan bigire heta ya malbatê jin eleqedar e. Ji şuştin û veşuştinê bigire heta hemû paqijiyên malbat û jiyanê jin eleqedar e. Ji ber vê yekê bar û berpirsyariyên jinê zêde ye. Hemû karên malê jin dikin. Taştê, firavîn û şîvê jin amade dike, datîne û radike. Cil û firaqan jin dişo. Hundirê malê û derê malê jî jin paqij dike. Ji paqijiya hewşê bigire heta axur û kadînê jin paqij dike. Ji têrkirina zarokan bigire heta ya hemû ferdên malbatê jin eleqedar e. Jin nivînan datîne û radike. Sobeyê jin pêdixe û hundir germ dike. Tenûrê jin dadide û nan pê vedide. Bi kurt û kurmancî berpirsiyariya malbatê bi giştî di stûyê jinê de ye.

Zehmetiyên ku jin dikişîne

Dîsa sewalan jin xwedî dike. Wan têr dike, avê dide wan, binê wan paqij dike, şîrê wan didoşe, mast û penêr ji wan çêdike. Her wiha qûtê salê jin amade dike û diparêze. Çi li kuderê ye jin dizan e. Dê debara malê çawa bibe û pêwîstî bi çi heye jin dizane û pêk tîne. Li gel van kar û berên jinê û berpiryariya wê ya giran şert û mercên demsal û avhewayê barê jinê girantir dike. Bi taybetî jî di mehên zivistanê de şev û rojên dirêj ji bo jinê zehmetî du qat dibe. Em li vê derê çiqas bêjin û binivîsîn dê kêm bimîne. Ji bo nivîsandina tiştên ku jin dikişîn ne hibir û ne jî rûpel têrê dikin. Bi kurt û kurmancî me van zehmetiyên ku jin dikişîne rêz kir û bi berfirehî dikare binê wan bê tijekirin.

Zilam pîberî vê kêşanê nabe

Li pêşberî vê êş û azara ku jin dikişîn e tundiya zilamê feodal jî di ser re tê. Zilam ne pîberî barê jiyanê dibe û ne jî bi berpirsyariya xwe ve radibe. Heke bîne bi xebata der ve dê çend quriş pere bîne na xwe ew jî tune ye. Heke hebe ajotina zeviyekî ku ew jî bi traktorê, yan jî çinîna zeviyekê ye. Ew jî salê carekê ye. Ji derveyî vê tiştekî ku dike hema bêje tune ye. Ya rast li vir armanca ne ew e ku em karbeşî û wekheviya di navera jin û mêr de raxin ber çavan. Armanca me ew e ku jin di nav civakê de çiqas zehmetiyan dikişîn e û zilam pîberî vê kêşanê nabe. Her wiha ev zehmetiyên ku jin dibîne û dikişîne rê li ber rewşeke çawa ya civak û neteweyî vedike.

Lê belê rewş xirabtir e!

Belê di rewşeke wiha de jina ku van zehmetiyan dibîne û dikişîne naxweze zarokên wê yên keç jî bibîne û bikişîne. Ji ber vê yekê dema jinek keça xwe dizewicîne naxweze wê zehmetiyê bibîne. Lewma jî dixwaze keça wê di nav şert û mercên rihet de bijî. Ji lew re jî dixwaze keça wê ji zehmetiyên gundan dûr bikeve, zewac û jiyana wê li bajêr be. Ev jî dibe sedema koçberiyê. Lê belê rewş xirabtir e! Tenê koçberî pêş nakeve. Di heman demê de pişaftin jî pêş dikeve!

Li jiyaneke bêzehmet bigere

Ev koçberiya ji gundan ber bi bajaran rê li ber pişaftina zimanî, çandî û civakî vedike. Ji bo gel û civakê ya herî xeter jî ev pişaftin e. Dema em berê xwe didin sedemên wê, ligel bi hev ve girêdayî û berfireh e jî sedema bingehîn dîsa hişmendiya mêr e. Heke di nav civakê de wekhevî hebe, heke karbeşî hebe û heke bi giştî jiyan wekhev be dê koçberî jî pêş nekeve. Dê jin nexwaze ku zarokên wê ji cem wê koçî bajaran bike. Dayik bi hestên gelekî xwezayî jiyan û ewlehiya zarokên xwe dixwaze. Lê mixabin ji ber ku zilam di nav malê de bi jinê re li ser feraseta wekhev û demokratîk tevnagere dibe sedam ku jin û dayik ji bo zarokên xwe li jiyaneke bêzehmet bigere.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê