Xizmên Windakiriyan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 845emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xist. Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê pêk hat. Malbatên windakiriyan û rêveberên ÎHDê tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan rakirin. Pankarta ku wêneyên windakiriyan li ser, li erdê hat raxistin. Malbatên windakiriyan, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî û parazvanên mafên mirovan tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de ewilî sekreterê Şaxa ÎHDa Amedê Omer Saman axivî.
“Eger hûn aştî bixwazin hûn ne hevalê xwe re dijmine xwe re biaxivin”
Omer Saman bibîrxist ku dewlet behsa aştiyê dike lê gotin û tiştê ku dikin ne wekî hev in û wiha got: “Îro dema em behsa aştiyê dikin, hevalê me Sirri Sûreya Onder tê bîra mirovan. Em hêvîdar in ku hevalê Sirri Sûreya Onder dê baş bibe û dîsa di nav me de be. Gelek kes destên xwe têxin bin kevir, yek ji wan Selçûk Kozagaçli bû, hat berdan lê hej 24 saat derbas nebûn hat girtin.”
Serpêhatiya Cemal Kavak
Pişt re endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHDa Amedê Firat Akdenîz çîroka Cemal Kavak xwend. Cemal Kavak di Dadgeha Bacê ya Amedê de kar dikir. Cemal Kavak di 24ê Nîsana 1996an de dema ku diçe malê di rê de hin hevalên wî dîtine. Lê wê şevê Cemal Kavak ne çû mala xwe, malbat pişt re bihîst ku Cemal ne çûye malê û karê xwe. Malbata wî serî Serdozgeriya Komarê ya Amedê dide lê tu encaman bi dest naxe. Paşê malbat 26ê nîsanê dibîhisê ku laşê mirovekî hatiye nexweşxaneyê, malbat diçê nexweşxaneyê dibîne ku Cemal Kavak hatiye kuştin. Tê diyar kirin ku Cemal Kavak navçeya Pîran ya Amedê kelaka li ser rêya Bismil û Amedê bi telê hatiye xeniqandin. Li ser wê rê 3-4 noxtayên polîs û leşkeran hene, kesek di nav wan noxteyan re derbas nebe nikare here cihê bûyerê. Lê mixabin gotin kes bûyer nedîtî ye.
DMMEyê Tirkiyeyê mehkûm kir
Parêzera malbatê serî li Dadgeha Amedê dide û gilî dike lê tu encam nayê girtin. Paşê parêzer di 4ê tebaxa 1999an de serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dide. Dadgeh di 6ê Tîrmeha 2006an de biryar dide. Dadgeh dibêje ku di kuştina Cemal Kavak de lêpirsînek bibandore nehatiye kirin û dadgehê Dewleta Tirk mehkûmî tazmînatê dike.”
Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna Cemal Kavak û hemû windakiriyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.